NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên xwecih diyar kir ku kesê bi navê Usama Tirkî Seed êrişî mala hevjîna birayê xwe kir û gule reşand.
Li gorî çavkaniyan, di êrişê de Wela Ednan El Basit a 31 salî û keça wê Sîdra Seeb a 9 salî di cih de hatin kuştin. Kurê Wela, Qesîr Seeb ê 12 jî bi giranî birîndar bû. Qesîr ê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Bûyer bû sedema hêrsa gundeyan ku banga lêpirsînê û hesabxwestinê kirin.



