Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, careke din hate bi belgekirin. Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye.

Edîtor: Nucan Serdoz
17/07/2022 - 14:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 2 mins read
A A
Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gelek delîl û belge hene ku nîşan didin, dewleta Tirk di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de giraniyê dide bikaranîna çekên kîmyewî.

Li gorî bîlançoya sê mehên dawî ku HPG’ê 15’ê Tîrmehê eşkere kir, artêşa Tirk ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Tîrmehê herî kêm 1198 caran çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û termobarîk bi kar aniye.

Rojek piştî eşkerekirina vê bîlançoyê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 15’ê Tîrmehê jî 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrîş hatine kirin.

Kamerayên gerîla, têkildarî çekên kîmyewî yên têne bikaranîn belgeyeke nû raxist pêş çavan.

Gerîlayan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan ên li Qada Berxwedanê ya Amediyê, dîmenê kapsuleke kîmyewî kişandin û gotin, “Ev dîmen di 11’ê Tîrmeha 2022’an de hatiye kişandin.”

Heman gerîla dibêje, “Ev qutiya ku tê dîtin, 10’ê Tîrmehê dema ku dijmin bombardûman li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan dikir û dixwest bi pêş ve bê, dema ku madeyên kîmyewî bi kar dianî, kete hundir. Li ser wê ti nivîs nîne. Toz ji nava qutiyê derket.”

Nivîsên li ser kapsula ku kete hundirê tunelên şer, ji ber şewatê jê çûn. Gerîlaya ku ji kamera re diaxive dibêje, madeya di hundirê kapsulê de piştî ku dişewite dibe mîna toza komirê.

Gerîla dibêje, “10’ê Tîrmehê ji saet 05:30 heta 07:00 tunelên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin, 4 caran jî çekên kîmyewî li ser çeperan hatin bikaranîn. Ev jî qutiya çeka kîmyewî ye, ku hatiye bikaranîn.”

ANF’ê di 16’ê Tîrmehê de dîmenek li ser bikaranîna çekên kîmyewî weşandibû, ku dewleta Tirk di bi kar dianî.

Di dîmenê nû de ku di nava şert û mercên gelekî giran de hate kişandin, dihate xuyakirin ku leşkerên artêşa dagirker li tunelên şer ên li Werxelê amadekarî dikirin ku çekên kîmyewî bi kar bînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne parve kir

Nivîsa Pêş

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 496’an de ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 382’an de dewam dike

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 496'an de ye

Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê çalakî li darxistin

Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê çalakî li darxistin

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.