Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne parve kir

HPG'ê ragihand ku gerîla Zerdeşt û Mervan di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bûne û got, "Bi berxwedana xwe wê timî weke lehengên gelê Kurd bêne bîranîn."

Edîtor: Nucan Serdoz
17/07/2022 - 13:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne parve kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyên me Zerdeşt û Mervan ku li herêma Zapê li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê ya 14’ê Nîsanê destpê kir, 2 mehan li dijî artêşa Tirk a dagirker bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Hevrêyên me Zerdeşt û Mervan li tunelên şer ên Şehîd Şahîn bi roleke girîng rabûn ku kirin dijmin bi dehan kuştiyan bide û bûn ji wan hevrêyên me ku li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst li refên herî pêş li ber xwe bidin. Li dijî artêşa Tirk a faşîst ku weke artêşa duyemîn a mezin a NATO’yê tê pênasekirin û bi her awayî derfetên teknîkê bi kar tîne, hevrêyên me berxwedaneke dîrokî nîşan dan û ev berxwedan gihandin asta herî bilind. Dewleta Tirk a faşîst ku li gel van hemû derfetan jî nekarî derkeve pêşiya gerîla, careke din sûcê şer kir û li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama vê êrîşa bi çekên kîmyewî de hevrêyên me Zerdeşt û Mervan şehîd bûn. Hevrêyên me Zerdeşt û Mervan bi berxwedana xwe wê weke lehengên gelê Kurd bêne bîranîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;

 

Nasnav: Zerdeşt Ranya
Nav paşnav: Karwan Kadîr Husên
Cihê jidayikbûnê: Ranya
Dayik-Bav: Nahîde-Kadîr
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Hezîrana 2022 / Zap

 

 

Nasnav: Mervan Baz
Nav paşnav: Şehmûz Akkoyûn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mesûre-Mûsba
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Hezîrana 2022 / Zap

 

ZERDEŞT RANYA

Hevrêyê me Zerdeşt li Ranyayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber pirsgirêkên aboriyê yên malbata xwe neçar ma dest ji dibistanê berde û ji bo bibe alîkar ji malbata xwe re dest bi kar kir. Hevrêyê me Zerdeşt di karên cuda de kar de xebitî û di temenekî gelekî ciwan de hînî jiyanê bû. Ev rewş bû sedem ku hevrêyê me Zerdeşt di demeke kurt de bibe xwedî kesayeteke têgihiştî û ev taybetmendiay xwe parast. Dema ku kar dikir, PKK ji nêz ve nas kir û sala 2006’an biryar da tevlî nava karên ciwanan bibe. Cihgirtina li nava karên rêxistiniyê, xweperwerdekirin û pêşvebirinê kir ku PKK û gerîla hîn ji nêz ve nas bike. Her ku PKK nas kir, dianî ziman ku wateya jiyanê bi têkoşînê dibe, cihê ku ev têkoşîn bi rengê herî bêeman tê meşandin jî refên PKK’ê ye. Ji bo sedema tevlîbûna xwe ya li nava vê têkoşînê jî timî bedewiya jiyana gerîla, uslûb û exlaqê gerîla nîşan dida. Hevrêyê me Zerdeşt li ser vê bingehê bi eşqeyeke mezin bi PKK’ê û gerîla ve hate girêdan û tevlî bû. Her kêliya jiyana xwe ji bo bedewkirina vê exlaq û jiyanê derbas kir. Sala 2014’an dema ku tevlî nava refên gerîla bû derbasî Zagrosan bû û heta şehîd bikeve li Zagrosan ma. Hevrêyê me Zerdeşt zû hînî şert û mercên giran ên Zagrosan bû û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û sekna xwe ya li nava jiyanê bala hevrêyên xwe kişand û bû cihê hezkirinê. Hevrêyê me Zerdeşt di her kêliya jiyanê de nîşan dida ku qîmetê dide hevrêyên xwe û bi hesasiyet hewl dida taybetmendiyên şehîdan di kesayetiya xwe de biafirîne û bi vî rengî xwedî li hevrêyên xwe yên şehîd derkev

Di nava jiyana xwe de jî timî qala hevrêyên xwe yên şehîd kir û bi roleke girîng rabû ku van taybetmendiyan bide hevrêyên xwe. Agahiyên teorîk ên di karên ciwanan de wergirtî ji bo xwe têr nedît, her tim hewl da ku hîn bêhtir lê zêde bike. Hevrêyê me Zerdeşt ji xwe re kir essas ku di felsefeya Apoyî de xwe kûr bike û vê felsefeyê bixe meriyetê. Di vê mijarê de gelekî hewl da. Hevrêyê me Zerdeşt bi qasî ku girîngî dida pêşvebirina xwe ya ji aliyê îdeolojîk ve, ji aliyê leşkerî ve jî gelekî girîng didît ku xwe bi pêş ve bibe.

Tevî ku gerîlayekî profesyonel bû, ji bo bibe fermandarekî pêşeng bi gavên ji xwe bawer dimeşiya û gelekî bi pêş ket. Li gel pêşvebirina xwe her wiha hevrêyên xwe jî bi pêş ve dibir. Bi rêbaza xwe ya dilnizm û fêhmkirinê, di nava hevrêyên xwe de dihate hezkirin.

MERVAN BAZ

Hevrêyê me Mervan li navçeya Farqînê ya Amedê ku cewhera welatparêziya Amedê ye, ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Mervan bi eslê xwe ji Bismilê bû, lê belê malbata wî ji ber polîtîkaya şewitandina gundan a salên 90’î ku dewleta Tirk a faşîst û qirker ji bo qirkirin, asîmîlekirin û koçberkirina bi zorê dimeşand, neçar ma ku koçî Farqînê bike. Hevrêyê me Mervan ji ber welatparêziya malbata xwe bi têgihiştina welatparêziyê mezin bû û gelekî têkoşîna xelkê Farqînê bi bandor bû ku li gel zext û zilmê serî natewîne û têkoşîna xwe ya bi rûmet hînê jî dewam dike. Hevrêyê me Mervan ku ev polîtîkayên faşîst ên li ser gelê Kurd têne ferzkirin û têkoşîna gelê Kurd a li dijî van polîtîkayan zû nas kir, bû xwedî kesayetekî têkoşer. Hevrêyê me Mervan di vê pêvajoyê de hewl da rê û rêbazên têkoşînê ji xwe re biafirîne û firsend dît ku gerîla û PKK’ê hîn ji nêz ve nas bike. Her ku PKK nas kir, fêhm kir ku tevgera bersiva herî mezind ide polîtîkayên qirkirinê, tevgera PKK’ê ye.

Lewma hevrêyê me Mervan biryar da ku ji vê têkoşîna giran nemîne û di her derba li dijmin tê xistin de para wî jî hebe. Bi vî fikrî û vê hestê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi alîkariya hevrêyên xwe zû hînî jiyanê bû. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer û sekna xwe ya bi biryar, her cûre astengî ji pêşiya xwe rakir û bi vê sekna xwe bû mînakek baş û çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Mervan ku demeke dirêj li herêma Xakurkê ma û bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel xwe ji perwerdeyên leşkerî de pêşniyar kir û ev pêşniyara wî hate qebûlkirin. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyê bû û piştre ji bo bibe gerîlayekî profesyonel, ji bo tiştên ji perwerdeyê hîn bû bixe pratîkê pêşniyar kir ku derbasî herêma Zapê bibe. Hevrêyê me Mervan li herêma Zapê di gelek çalakiyên bi bandor de rola xwe bi cih anî û bi pratîka xwe xwe ispat kir. Li gel perwerdeyên leşkerî her wiha hewl da ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe bi pêş ve bibe û tiştên hîn bûye bigihîne hevrêyên xwe û ji hevrêyên xwe jî hîn bibe. Bi van taybetmendiyên xwe bû hevrêyek ku ji aliyê hevryên xwe ve dihate hezkirin.

Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Zerdeşt û Mervan re em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku armanca hevrêyên xwe ya ji bo ‘Rêbertiyê Azad, Kurdistanê Azad’ teqez pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Dengê Gerîla: Ji bilî tevlîbûna nava refên gerîla riyekî din ya xilasiyê nîne

Nivîsa Pêş

Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye

Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye

Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 382’an de dewam dike

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 496'an de ye

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.