Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Li ser şopa şehîdên 14’ê Tîrmehê, emê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin

NPG: Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa şehîdên xwe yên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bimeşin ku weke sekna bi rûmet û mirovahiya mezin bûn sembol. Em ê têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê bi serketinê tacîdar bikin û armancên şehîdan pêk bînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2022 - 12:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG: Li ser şopa şehîdên 14’ê Tîrmehê, emê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand. Fermandariyê got, “Bi destpêkirina sala 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re, di şexsê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ku xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê afirandin, şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Em xeta berxwedanê û feraseta ku mohra xwe li 40 salên dawî yên partiya me xistiye, ruhê têkoşînê ava kiriye û sekna mirovahiya azad a Rêber Apo ku 24 sal in li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê bi îradeyeke awarte nîşan dide, silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku vê xetê û seknê, vî ruhê di serî de li çiyayên Kurdistanê li her derê û her timî bi rengê herî rast bijîn, bidin jiyîn û ber bi serketinê ve bimeşin.”

Daxuyaniya Fermandariya NPG’ê wiha dewam kir:

“Çalakiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di dîroka me ya têkoşînê de bûye mîladek. Ev biryar, sekn, berxwedan û gotinên kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê, rêya têkoşîna me diyar kirin û karakterê têkoşînê destnîşan kirin. Çalakiya 14’ê Tîrmehê ne tenê ruhê berxwedanê afirandiye, di heman demê de pîvana tevlîbûna rast a li têkoşîna Apoyî, rêbaz û feraseta berpirsyariyê jî nîşan daye. Di wan şertan de ku tu derfet tune, gelek êşkence dihate kirin û dijminekî herî xedar û zalim hebû, îspat bû ku îrade, bawerî, biryardarî û meşa ber bi armancê dikare çi bike. Ruhê bawerî û serfiraziyê ya ku wê xeta Apoyî û serfiraziya wê teqez bi ser bikeve, bi feraseta têkoşîna encamgir, ji Zindana Amedê pêl bi pêl ber bi Kurdistanê ve belav bûye. Feraseta têkoşîna rast û encamgir, veguherî tevgereke mezin, hêza têkoşîna çekdarî, serhildan û rastiya gel a ku îro şer dike û ber bi serfiraziyê ve dimeşe.

Hêzên hegemonîk ên ku dijminê têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd in, tevî netewe-dewletên faşîst ên li herêmê û hevkarên wan, îro jî li ser gelê Kurd heman zext, zilm, înkar û îmhayê ferz dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî bi heman feraseta têkoşînê, helwesta berxwedanê û baweriya serfiraziyê li hemberî vî tiştî têdikoşe. Berxwedan û tarza şerê fedaî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îro li Zap, Avaşîn, Metîna û hemû Kurdistanê nîşan dide, bûye îspata herî mezin a heqîqeta serfiraziya ku ruhê 14’ê Tîrmehê. Li ser vî esasî ruhê 14’ê Tîrmehê veguheriye keleporeke têkoşînê û bi şîara ‘Teknîka herî mezin mirov e’ di nav gerîlayan de dijî. Piştî ku em bi vê feraset û ruhî şer dikin, dijminên ku êrîşî me dikin çi qasî xurt bin jî, di destê wan de çiqasî teknîka şerê hovane hebe, çiqasî êrîşên dermirovahiyê hebe jî îspat bûye ku serfirazî mumkin e. Ev rastî di şexsê şehîdên pêşeng Rohat, Şevîn, Eylem, Viyan, Mizgîn, Şaristan, Nalîn, Hêzil, Siyabend, Binevş, Bager, Avzêm, Ozgur, Zemanî û Dîdar ên serdema dawîn de û di şexsê hemû şehîdên me de careke din bi awayekî şênber derketiye holê.

Em ê li ser şopa şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê yên ku wekî helwesta mirovayetî û rûmetê ya mezin bimeşin, têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin. Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi alaya berxwedanê ya ku me ji şehîdên xwe stendiye, em diyar dikin ku em li ser vê biryarê ne ku em ê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin û hemû gelê xwe yê welatparêz ên ku bi baweriya serfiraziyê li ber xwe didin, silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YRK’ê nasnameya şehîd Rûken Jiyan eşkere kir

Nivîsa Pêş

Li ser berxwedana gerîla ji koma Şehîd Serdeşt klîpekî nû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li ser berxwedana gerîla ji koma Şehîd Serdeşt klîpekî nû

Li ser berxwedana gerîla ji koma Şehîd Serdeşt klîpekî nû

Malbata Şenyaşar: Yên ku li hemberî qîrînên ji bo edaletê bilind dibin, bê deng bimînin wê winda bikin

Malbata Şenyaşar: Yên ku li hemberî qîrînên ji bo edaletê bilind dibin, bê deng bimînin wê winda bikin

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.