Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Berxwedana me ya gel a bi pêşengiya gerîla wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne

Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li gelê Kurd bi taybetî jî jin û ciwanan kir ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê li her qadê hîn bi xurtî bimeşînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/06/2022 - 13:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK: Berxwedana me ya gel a bi pêşengiya gerîla wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd em di meheke nû ya fedaîtiyê de ne. Meha Hezîranê ji bo me meha fedaîtiyê ye. Meha Zîlan, Sema û Gulanan e ku li hemberî êrişên li ser Rêber Apo xwe kirin sonda tolhildanê. Meha ewladê leheng, milîtanê pêşeng ê gelê me yê Başûrê Kurdistanê, welatparêzê Kurd û sembola yekîtiyê meha Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) e. Meha milîtaniya şoreşgeriya fedaî ya li ser xeta Apoyî ye. Li ser vê bingehê Meha Fedaîtiyê li hevrêyan hemûyan û gelê me pîroz dikin, di şexsê Zîlan û Helmet de şehîdên me yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Di vê Hezîranê de jî weke gel û tevger em li ser xeta fedaî ya Zîlanan, Semayan, Gulanan û Helmetan bi lehengî têdikoşin. Em pêngava xwe ya ‘Dem dema azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe, li her qadê û li ser xeta serketinê bi pêş ve dibin. Hêzên me yên gerîla yên leheng di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê, derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê dixin û pêşengiyê ji vê berxwedana azadiyê ya pîroz re dikin. Bi pêşengiya jin û ciwanan gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê ji bo şermezarkirina faşîzma AKP-MHP’ê çalakiyan lidar dixin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê derbên giran ji berxwedana gerîla dixwe û planên xwe hemû têk çûne, ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigre li pey lîstikên nû ye û hewl dide alîkariyê ji her kesî werbigire. Ji aliyekî ve li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike, li aliyê din jî êrişî gel û hêzên siyaseta demokratîk dike. Ji ber ku vê têrê nekir, niha jî ji bo hîn bêhtir alîkariyê bistîne li ber NATO û Rûsyayê digere û li pey wê firsendê ye ku careke din ji bo dagirkeriyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Diyar e desthilatdariyê ji bo dirêjkirina temenê xwe li Zapê encam bi dest nexistiye ku li pey êrişên nû ye ku serketineke erzan jê werbigire.

BERXWEDAN WÊ MIROVAHIYÊ JI BELAYA AKP-MHP’Ê RIZGAR BIKE

Lê belê çi dike bila bike, ji bo faşîzma AKP-MHP’ê êdî derfet nema ye ku xwe rizgar bike û li ser piyan bimîne. Zap û Kurdistan bi temamî ji bo siyaset û mejiyê qirker-faşîst ê AKP-MHP’ê bûye goristan. Berxwedana me ya gel û gerîlayên leheng ku bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê ya Dîrokî bi rê ve diçe, pêvajoyek welê daye destpêkirin ku siyaset û mejiyê qirker-faşîst ê dijminê Kurdan li Kurdistanê li binê erdê bixe. Bêguman ev berxwedana mezin wê bênavber dewam bike, timî derbê li faşîzma AKP-MHP’ê bixe û mirovahiyê ji vê belaya AKP-MHP’ê rizgar bike ku dewama DAÎŞ û El Qaîdeyê ye.

Li ser vê bingehê em rastiya gel û jinan ên li ser xeta Zîlan bûne fedaî û ji bo azadiyê bi lehengî li ber xwe didin, silav dikin.

Fermandar û şervanên leheng ên HPG û YJA Starê li Kurojahro, Şikefta Birîndara, Werxelê, Çiyayê Reş, Tepê Cûdî û Tepê Hakkarî, li çar aliyên Kurdistanê derbên kuştinê li faşîzma AKP-MHP’ê dixin û destanan dinivîsînin. Hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê silav dikin û ji ber serketina wan, wan pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê her roj serketinên hîn mezintir û nû bi dest bixînin. Hemû şehîdên leheng ên li ser xeta fedaî ya Zîlan şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin.

EM GEL Û DOSTÊN XWE YÊN DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN, SILAV DIKIN

Em, her kesên ku her cûre zor û zehmetî dane pêşiya xwe û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane ser rêya Gemlîk, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropayê û çar aliyên cîhanê dadikevin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin, hemûyan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Em tevlî banga dîrokî ya Komalên Ciwan dibin ku bi gotina ‘Werin Cenga Azadiyê’ seferberî ragihand û ciwanên Kurd ên li ser vê bingehê berê xwe dan qadên gerîla, li her qadê berxwedana azadiyê geş dikin û hemû ciwanên şoreşger enternasyonalîst ên meşaleya şoreşê timî di destê wan de ne, silav dikin. Serketin wê ya ciwanên fedaîbûyî be ku li ser xeta Apoyî bêdudilî bi fedaîtiyê radibin.

Me lîstikên siyaset û mejiyê qirker-faşîst û dijminê Kurdan heta niha têk bir, ji niha û pê ve jî em ê têk bibin. Me êrişên dagirker û qirker heta niha şikand, ji niha û pê ve jî em ê bişikînin. Me heta niha hesab ji nokerî û xiyanetê pirsî, ji niha û pê ve jî em ê bipirsin. Heta ku faşîzm, mêtingerî, dagirkerî, qirkerî, nokerî û xiyanet hebe, wê têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê ya dîrokî jî hebe û her tim li ser xeta serketinê dewam bike. Hêzên me yên gerîla yên leheng wê wezîfeya xwe ya hesabpirsîna dîrokî û pêkanîna edaletê bi rengekî serketî bi cih bînin. Berxwedana me ya gel a bi pêşengiya gerîla wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û serketinê teqez misoger bike.

Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, diyar dikin ku şerê me yê gerîla yê bi pêşengiya Zap, Avaşîn û Metînayê bi rê ve diçe li her qadên Kurdistanê û Tirkiyeyê hîn xurtir bibe; di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê xurtir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Nivîsa Pêş

Di çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 15 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Hevaltî xwe bi rastiya çiyan dipêçîne

Di çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 15 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin

TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.