Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Di 24 saetên dawî de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dron hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 24 saetên dawî de li Zap û Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên “serketî” li dar xistine û 41 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 drone jî hatine xistin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/04/2022 - 17:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Di 24 saetên dawî de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dron hatin xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

HPG-BÎM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dagirker nikarin pêşbînî bikin ku wê bi berxwedaneke mezin a gerîla re rû bi rû bimînin û “şok” bûne.

ŞOK BÛN

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Çalakiyên bi bandor ên hêzên me yên li dijî operasyona dagirkeriyê ya li ser herêmên Zap û Avaşînê, bi awayekî serketî û bi encam didomin. Dagirkerên ku nekarîn pêşbînî bikin ku ew ê bi berxwedaneke wiha ya gerîla re rû bi rû bimînin, şok bûn. Pevçûnên di navbera dagirkerên ku derbeyên giran xwarin û hêzên me de berdewam dikin. Her wiha bomberdûman û tevgera balafirên şer ên li ser herêmên me bênavber didome. Dewleta Tirk a dagirker ku bi derewên şerê taybet dibêje ku hêzên me gelek windahî dane, hewl dide windahiyên xwe veşêre. Tişta ku medyaya şerê taybet a Tirk derbarê windahiyên me de ragihandiye, bi tevahî derew e û rastiyê nîşan nade.”

41 DAGIRKER HATIN CEZA KIRIN

HPG-BÎM’ê diyar kir ku heta niha 5 gerîla şehîd bûne û di 24 saetên dawî de ji dagirkeran jî herî kêm 41 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin:

“Di şerê heta niha de 5 rêhevalên me şehîd bûne. Dema ku agahiyên derbarê nasnameyên hevalên me diyar bûn, wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Tenê di 24 saetên dawî de 41 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine cezakirin, 5 leşker birîndar bûne û 2 dron jî hatine xistin.”

ÇALAKIYÊN GERÎLA

HPG-BÎM’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî dan:

Li herêma Avaşînê;

– 18’ê Nîsanê saet 09:40’an de, dagirkerên ku xwestin ber bi herêma Werxelê ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve 5 caran li dagirkeran xistin. Di pevçûnên dijwar de 12 dagirker hatin cezakirin û 2 dronên li herêmê hatin xistin. Di heman saetan de bi çekên giran li komek dagirker jî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

– 18’ê Nîsanê danê nîvro, dagirkerên ku xwestin li herêma Werxelê bi pêş ve biçin, dîsa hêzên me li wana xistin. Di encama lêdanên bi bandor de 1 dagirker hat cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Di heman saetan de bi çekên giran li dagrikeran hatin xistin. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de, dagirker gavekê paşde vekişiyan.

Li herêma Zapê;

– 18’ê Nîsanê saet 03:00’an de, dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Ciwan ve bi pêş ve biçin, piştî ku ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin, ji nêz ve bi taktîka vedizînê (sizma) li wan hate xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

– 19’ê Nîsanê di saetên sibehê de, dagirkerên ku xwestin li derdora Girê Şehîd Ciwan bi cih bibin, hêzên me bi taktîkeke sûîqestê li wan xistin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin û karê çêkirina çeperên dagirkeran hatin sekinandin.

– 18’ê Nîsanê saet 14:40’î de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestine li herêma Girê Çiyayê Reş dakevin, xistine. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Saet di 17:45’an de hêzên me dîsa bi taktîkên sabotajê û çekên giran li dagirkerên ku xwestin bikevin tevgerê xistine. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

– Di 18’ê Nîsanê saet di navbera 11.00-11.40’an de dagirkerên ku xwestine li herêma Kurojahro tevbigerin, 3 caran bi taktîkên sabotajê li wan hatiye xistin û 4 dagirker hatine cezakirin.

– Di 18’ê Nîsanê saet 14.00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Harûn ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatin derbkirin û 1 dagirker hate cezakirin.

– 18’ê Nîsanê saet di navbera 08:30-09:00’an de li dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Şemdîn ve bi pêş ve biçin, 4 caran bi taktîkên sabotajê li wan hatiye xistin. Di encama çalakiyên ku hatin lidarxistin de 5 dagirker hatin cezakirin.

– Dagirkerên ku roja 18’ê Nîsanê saet 14:30’î li qada Girê Şehîd Şemdîn çalakî li dar xistin, piştî ku hêzên me yên YJA Starê ew xistin bin kontrola xwe, bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan hatine armanckirin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran xistin û 2 dagirker ceza kirin.

– 18’ê Nîsanê saet di navbera 12.00-13.00’an de 3 caran bi taktîkên sûîqestê û çekên ferdî li dagirkerên li Girê Şehîd Ciwan hatiye xistin. Di encama çalakiyên ku hatin lidarxistin de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

– Di 18’ê Nîsanê de hêzên me li dagirkerên ku di navbera Girê Xeregol û Girê Şehîd Delîl de di nava tevgerê de bûn xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û dagirkeran de berdewam dikin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li girtîgehan tundî didome – Sirgûn, lêgerîna tazî, îşkence…

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehba’yê daxuyanî dan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehba’yê daxuyanî dan

Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehba'yê daxuyanî dan

LEZGÎN – Artêşa Tirk xwest ku li Şeladizê de êrîş bike lê HPG’ê pêşiya êrişê lê da: 2 dagirker dîsa…

LEZGÎN - Artêşa Tirk xwest ku li Şeladizê de êrîş bike lê HPG'ê pêşiya êrişê lê da: 2 dagirker dîsa...

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.