Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

DFG: 6 rojnamevan hatin destgîrkirin û êrîş li 4 rojnamevanan hate kirin

DFG‘ê “Rapora xwe ya Binpêkirinên Mafan a li ser Rojnamevanan” a meha Adarê bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn û 6 malperên înternetê hatin astengkirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/04/2022 - 17:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
‘Rojnamevan wê ji rêya xwe venegerin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firan (DFG) “Rapora xwe ya Binpêkirinên Mafan a li ser Rojnamevanan” a meha Adarê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê diyar kir ku di meha Adarê de jî êrîşa li ser rojnamevanan û destgîrkirin, gef û mûameleya xerab û astengkirina organên weşan û çapemeniyê berdewam kir. DFG’ê da zanîn ku di nava mehê de 6 rojnamevan hatin destgîrkirin û êrîş li 4 rojnamevanan hate kirin.

JI 13 ROJNAMEVANAN RE 32 SAL CEZA BIRÎN

 DFG’ê bi lêv kir ku ev pêkanîn binpêkirinên mafan ên cidî ne li ser jiyan û ewlehiya rojnamevanan û got: “Dîsa di meha Adarê de lêpirsîn, doz û cezayên li dijî rojnamevanan jî kêm nebûn. Ji 13 rojnamevanên hatin darizandin re 32 sal ceza hat birîn. Hêj bi dehan rojnamevan girtî ne û tevî hemû bangan jî nayên berdan. Ev yek bêhiqûqiya tê kirin radixe li ber çavan.”

6 MALPER HATIN ASTENGKIRIN

DFG’ê anî ziman ku bi hinceta “Parastina pergala cemaweriyê û ewlehiya netewî” 6 malperên înternetê hatine astengkirin û wiha berdewam kir: “Hêj duh an ku roja ewil a meha Nîsanê malpera yekana ajansa nûçeyan a jinan Jinnewsê careke din ji xwegihandinê re hate astengkirin. Tevî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bilind, nêzikatiya organên çapemenî û weşanê dide nîşandan ku welat bi pergaleke zextker tê birêvebirin. Nûçeyeke ku neçe xweşiya rayedarên desthilatê malpereke mûxalîf ku dixwaza weşaneke azad bike bi awayekî pir hêsan dikare were astengkirin û girtin. Ev mînaka bêhiqûqiyê ye. Em rojnamevan vê bihûqîqiyê qebûl nakin.”

DFG’ê destnîşan kir ku ev pêkanînên li ser saziyên çapemeniyê di heman demê de darbeyeke li “mafên gel ê nûçe wergirtinê” ye.

DFG’ê bang li desthilata AKP’ê kir ku dest ji van zext û pêkanînan berde û rapora xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Eger qanûnek ji aliyê Meclîsê ve were derxistin, divê ev qanûn bibe qanûneke ku parastina rojnamevanan, azadiya raman û îfadeyê û azadiya çapemeniyê bi temamî ewle dike. Li dijî astengkirina rojnamevanan, qedexeya weşanê, pêşîgirtina li êrîşan divê qanûnek bê derxistin. Bi van hemû daxwazan em careke din dibêjin ‘Çapemeniya azad civaka azad e’ û dixwazin meha Nîsanê û hemû mehên li pey wê ji bo rojnamevanan pêvajoyeke azadtir bi xwe re bîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Kesên rojiyê digirin mecbûr in ku adil bin

Nivîsa Pêş

Ciwanên PYD’ê li Kobanê civînek li darxist

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên PYD’ê li Kobanê civînek li darxist

Ciwanên PYD'ê li Kobanê civînek li darxist

Lîstikvanên faşist ên Fenerê xwestin êrîşê lîstokvanên Amedî bikin – Dersa xwe girtin!

Lîstikvanên faşist ên Fenerê xwestin êrîşê lîstokvanên Amedî bikin - Dersa xwe girtin!

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.