Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Cizîrê gel li dijî bihabûnê meşiyan

Li Cizîrê bi sedan kesan bihabûna elektrîkê û desthilatdariya AKP û MHP’ê protesto kirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/02/2022 - 17:39
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Li Cizîrê gel li dijî bihabûnê meşiyan
ParvekeTweet

ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sedan welatî li Kuçeya Hunerê li dijî bihabûna elektrîkê û zemên tên kirin kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Beriya daxuyaniyê kolan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku kolan bi barîkatan girtin, ser welatiyan kontrol kirin û paşê hiştin welatî derbas bibin.

Li vir welatiyê bi navê Abdî Bulbul (70) bertek nîşanî fatûreyên biha yên ceryanê û DEDAŞ’ê da û got: “Ev çi ye? Ne serdema Kenan Evren û ne jî ya Tansu Çîler ne wiha bû. Bila bên me bikujin. Ez ê çi bikim? Ez xizan im. Werin me bikujin. Xwedê heqê me nehêle.”

Piştî van gotinan Bulbul kincên li ser xwe qetandin û ji ser hişê xwe ve çû. Esnafekî li wir jî bi tund DEDAŞ’ê şermezar kir û got:” Li Şirnex û navçeyên wê DEDAŞ her çendî elektrîka qaçax tuneye, dîsa jî bi hezar lîreyan cezayê li welatiyan dibire. Bi polîsan re davêje ser mal û taxên me. Em DEDAŞ’ê rexne dikin. Yên ku DEDAŞ’ê bi rê ve dibin jî dê hesab bidin vî gelî û civakê.”

‘LI TU DERÊ ZILMEKE WISA TUNE’

Esnafek din jî got: “Ez 2 hezar û 800 lîre meaş distînim, lê fatûreya elektrîka min 3 hezar û 185 lîre hatiye. Ez avê venaxwim, nan naxwim û cil û berg nakirim. Ma wê wisa bi rê ve biçe? Li tu derê zilmeke wiha nehatiye dîtin. Ez dixwazim li Cizîrê bihayê ceyranê çi bibe, li Uşakê jî bi heman awayî be. Bila li Tirkiyeyê wekhevî hebe, wê demê em ê fatureyên xwe bidin.”

Karkerekî înşaetê jî diyar kir ku zarokê wî bi pençeşêra pişikê ketiye û nikare fatûreya ceryanê bide û got: “Kurê min 2 sal in bi nexweşiya pençeşêra kezebê ketiye. Li fakulteya Amedê tedawî dibe. Tu debara min tune ye. Ez dest vala diçim malê. Em di av û donê xwe de diqijilin. Em ne li malê bûn, lê DEDAŞ’ê ev meqbûz da min. 12 hezar û 830 lîre cezayê pere li min hatiye birîn. Ez ê nikaribim bidim. Lê mixabin ji ber ku me muxatab nedît, gotin ger tu ranezînî wê elektrîka te bê qutkirin. Û kurê min makîneya oksîjenê an bi kar tîne. Heger elektrîkê qut bikin wê kurê min bimire. Sebebê wê jî ew in.”

POLÎSAN DESTÛR NEDA GEL BIMEŞE

Welatiyeke jin jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Di mala min de kesekî ku bixebite tune ye. Ez ê ji wan re 3-4 hezar pere ji ku bibînim?”

Piştre girseyê xwest heta avahiya DEDAŞ’ê bimeşe. Lê polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda. Girse li dijî vê bi berzkirina dirûşmeyên wekî “Rêveber îstifa”, “Diz DEDAŞ”, “Bimre DEDAŞ” heta kolana Orhan Dogan meşiya. Li vir polîsan mudaxeleyî girseyê kir. Tevî hemû mudaxeleyan girseyê meşa xwe berdewam kir. 2 jinên ku fatûreyên elektrîkê bi tililiyan şewitandin, polîsan li wan xist û ew destgîr kirin.

Ji jinên hatin destgîrkirin yek jê hat berdan, lê ya dinê ji ber ku ji ser hişê xwe çû ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Her wiha polîsan nehişt rojnamevan dîmenên jinên hatin derbkirin bigirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger li Qamişlo li dijî komployê çalakiya konvedanê ya 3 rojan dane destpê kirin

Nivîsa Pêş

QSD: Artêşa Tirk a dagirker bi nûçeyên derew rastiya xwe berovajî dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
QSD: “Êrişên dagirkeran bênavber didomin”

QSD: Artêşa Tirk a dagirker bi nûçeyên derew rastiya xwe berovajî dike

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li şehbayê li dijî komloyê panelek lidar xistin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li şehbayê li dijî komloyê panelek lidar xistin

Manşet

  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.