Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ferzkirina sîxuriyê dewam dike

Li Amedê du ciwanên HDP'î yên ku polîsan bi tahde û gefxwarinê sîxurtî li wan ferz kirin, serî li ÎHD'ê dan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/01/2022 - 10:24
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ferzkirina sîxuriyê dewam dike
ParvekeTweet

AMED – Ciwanên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji zû de ye bi zextên polîs û darazê re rû bi rû dimînin. Ev zext û çewisandin piştî Kongreya Asayî ya 3’yan a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku di 27’ê Kanûna 2021’ê de bi dirûşmeya “Dem dema ciwana ye” li Amedê hat lidarxistin, zêde bûn.

Du ciwanên HDP’î ku polîs tim bi telefonê wan enrihet dikin û wan didin sekinandin, gef li wan tên xwarin û sîxurtî li wan tên ferzkirin. Her du ciwan ji ber van zextan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dan û doza alîkariya hiqûqî kirin.

GAZÎ WAN KIRIN

Ji van ciwanan yek jê Alî Şeker ê 18 salî ye. Şeker, anî ziman ku bi zextên polîsan re rû bi rû dimînin. Şeker, bilêv kir ku demek berê telefonî wî kirine û jê re gotine divê were midûriyeta polîsan îmzeyê bavêje.

Şeker, diyar kir ku derbarê wî de tu biryareke kontrolê tune ye û bi tena serê xwe çûye midûriyeta polîsan. Şeker, anî ziman ku gava çûye li ber derî du polîsan ew pêşwazî kiriye û di cî de wî birine baxçe û hevdîtine nefermî pê re kirine. Şeker, detsnîşan kir ku hevdîtinê de polîsan bi pereyan sîxurtî teklîfî wî kirine.

GEF LÊ XWARIN

Şeker, diyar kir ku ji ber ku bi tenê bûye fikar lê peyda bûne, lewma gotiye “temam” û ji midûriyeta polîsan derketiye. Şeker, anî ziman ku di 4’ê Çileyê de, êvarî cardin polîsan telefonî wî kiriye û jê xwestine li kafeyekê hev du bibînin. Şeker, anî ziman ku wî jî gotiye dê tevî parêzerê xwe bê û piştî wis agotiye polîsan jê re gotiye “Hê te em baş nas nekirine, em ê berbangekê bavêjin ser mala te, çi ehwce be em ê bikin.”

Şerker, anî ziman ku ji ber van gefan serî li ÎHD’ê daye û got: “Dixwazin me bitepisînin, lê ciwanên kurd qethiyen dê serî netewînin.”

SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN

Mûstafa Ekîncî yê 23 salî j, di 4’ê Çileyê saet li dor 8’ê êvarî gava tevî hevalên xwe li Taxa Hûzûrevlerî meşiyaye polîsan pêşiya wî û hevalên wî girtiye. Polîsan nasnameya wî û yên hevalên wî kontrol kirine û paşê ji wan re gotine dikarin bi rêya xwe de biçin. Piştî biq asî 100 metreyî diçin polîs cardin pêşiya wan dibirin û ji wan re dibêjin dê komek polîsan a din were û Ekîncî û hevalên wî dane sekinandin.

Ekîncî, bilêv kir ku piştî saetekê polîs biw esyaîteke sivîl hatine û du kesên sivîl ên ji wesayîtê daketine wî ji hevalên wî hebikekî dûr xistine û jê xwestine sîxurtiyê bike.

Ekîncî, destnîşan kir ku van kesan jê re gotiye “Em dizanin tu çi dikî, em dizanin tu diçî cem kê. An tu yê dev ji van karan berdî yan jî tu çi bikî tu yê werî ji me re bibêjî.”

Ekîncî, diyar kir ku piştî ku ev teklîf red kiriye polîs çûne, lê belê ew û malbata wî tev de ji zû de ye bi van zextan re rû bi rû dimînin û polîs tim davêjin ser mala wan. Ekîncî, anî ziman ku ji ber van zextan û binpêkirinan serî li ÎHD’ê daye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mazlum Ebdî: Pêşengê Şoreşa Rojava Ciwanen Şoreşger e

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên li Xakurkê weşand

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.