Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên di 13'ê Çileya 2016'an de li Xakûrkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi şehadeta xwe re berxwedana di dîroka azadiya gelê me de hatiye pêşxistin, mezintir kirin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/01/2022 - 11:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Avaşîn Faraşîn, Sîpan Tendûrek, Mahîr Jiyan, Rêzan Kiçî û Cesur Colemerg ên di 13’ê Çileya 2016’an de li Xakûrkê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“13’ê Çileya 2016’an li qada Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Avaşîn, Sîpan, Mahîr, Rêzan û Cesûr bi îradeyeke mezin şer kirin, bi çalakiyên xwe derbên giran li dijmin xistin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Avaşîn Faraşîn
Nav paşnav: Leyla Urun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Muzeyyen-Omer
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Çileya 2016 / Xakurkê
Nasnav: Sîpan Tendurek
Nav paşnav: Vahyettîn Gullîçîmen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Dîlkes-Celalettîn
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Çileya 2016 / Xakurkê
Nasnav: Mahîr Jiyan
Nav paşnav: Adem Bûrankaz
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Mahfûze-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Çileya 2016 / Xakurkê
Nasnav: Rêzan Kiçî
Nav paşnav: Çetîn Ebem
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Reşît
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Çileya 2016 / Xakurkê
Nasnav: Cesûr Colemêrg
Nav paşnav: Îshak Sayin
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gullî-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Çileya 2016 / Xakurkê

AVAŞÎN FARAŞÎN

Hevrêya me Avaşîn li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hîn di temenê zarokatiyê de polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd dît. Hevrêya me Avaşîn ku bi taybetî bi polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî jin û ciwanan hesiya, serî li ber van polîtîkayan netewand, timî têkoşiya û kete nava lêgerînê. Hevrêya me Avaşîn, pîvana partiya me ya ku bi mezinkirina têkoşînê bersivê dide şehadetê, pejirand û piştî şehadeta xaltîka xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêya me Avaşîn sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû û ji roja destpêkê ve sekneke bi biryar nîşan da, li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo her roj hewl da xwe bi pêş bixîne û şareza bibe. Her ku bi pêş ket hîn bêhtir bi potansiyela xwe hesiya û hewl da perwerdeyên îdeolojîk ên wergirtî bixe meriyetê û xwe bike fermandar. Weke gerîlayeke jin, bi sekna xwe ya bi pîvan û durust a li nava jiyanê tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir û di dilê her hevrêyên xwe de cih girt.

SÎPAN TENDUREK

Hevrêyê me Sîpan ê li Wanê ji dayik bû, hîn di ciwantî de bala xwe çû ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û her tim xwest bibe gerîla. Hevrêyê me Sîpan ti carî serî li ber polîtîkayên qirêj ên dijmin ên li ser gelê Kurd netewand, bawer dikir ku divê li dijî dijmin têkoşîneke dijwar bê meşandin. Bi lêkolînkirinê hîn dibû û xwe li ser vê bingehê bi pêş xist. Hevrêyê me Sîpan têgihişt ku berxwedana herî mezin û bi wate bi têkoşîna gerîla dibe û biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe. Ji roja ku ev biryar da û pê ve bi gavên ji xwe bawer meşiya û nehişt ku ti zor û zehmetî wî ji vê rêyê vegerîne û zehmetî ji bo xwe kir bingeha pêşketinê. Hevrêyê me Sîpan li nava refên gerîla di demeke kurt de gihîşt asta hînbûyî û hînkariyê û bi vî rengî bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Sîpan di perwerdeyan de daxwaza xwe ya hînbûnê her tim nîşan dida û yên ku hîn dibû jî hewl dida bixe pratîkê. Hevrêyê me Sîpan bi coş û kelecaneke mezin wezîfeyên xwe yên milîtaniya Apoyî bi cih anî û bû milîtanekî bi mînak.

MAHÎR JIYAN

Hevrêyê me Mahîr ku bi eslê xwe ji Bedlîsê ye û li Stenbolê ji dayik bû, kevneşopî û çanda herêma Garzanê di kesayetiya xwe de bi cih kir. Malbata wî ji ber şerê qirêj ê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Her çend vê yekê zor da hevrê Mahîr jî pişte rastiya dijmin bêhtir fêhm kir û baweriya xwe pê anî ku tenê bi têkoşîna lid ijî dijmin azadiya gelê me dikare misoger bibe. Dît ku ev têkoşîn jî tenê bi şerê gerîla dibe, jiyana ne ya xwe, terikand û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mahîr piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, xwe gihand jiyaneke hîn bi wate û li dijî xeta xiyanetê, di kesayetiya xwe de xeta berxwedanê şênber kir. Hevrêyê me Mahîr her tiştên li çiyayên Kurdistanê û li nava jiyana gerîla hîn bû, her kêliya jiyanê ji bo xwe bi wate dît. Fêhm kir ku her wezîfeya ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd çiqasî hêja ye. Giraniya vî barî ji bo wî ti carî nebû pirsgirêk û ji xwe re kir pîvanê esasî ku her karî bi ser bixîne. Hewl da guhertinê di kesayetiya xwe de bike û pêşketin ji xwe re timî kir armanc. Hevrêyê me Mahîr bi wêrekî û fedakariya xwe bû milîtanekî pêşeng ku ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate dîtin.

RÊZAN KIÇÎ

Hevrêyê me Rêzan li bajarê Şirnexê yê herêma Botanê ku cihê destpêkirina têkoşîna me ya gerîla ye, ji dayik bû û bi hişmendiya welatparêziyê ya malbat û derdora xwe mezin bû. Hevrêyê me Rêzan polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me ji nêz ve dît, di demekê de ku li dijî mêtingeriyê şerekî bêhempa dihate meşandin li xwe neanî ku di nava sîstema mêtinger de bimîne. Weke ciwanekî Kurd zilma dijmin a li gelê me ti carî qebûl nekir û beşdarî nava refên gerîla bû. Di nava jiyana gerîla de herî zêde ruhê hevrêtiyê ya gerîla bandorê li hevrêyê me Rêzan kir û bi rengekî fedayî tevlî nava jiyanê bû. Ji roja ku beşdarî nava refên gerîla bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Roj bi roj xwe bi pêş xist, di çarçoveya pîvana pêşketinê de her tim hewl da têkoşîna gerîla mezin bike.

CESÛR COLEMÊRG

Hevrêyê me Cesûr li Colemêrgê li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Cesûr ku ji eşîra Pinyanîşê ye, kevnşeopiya welatparêziya Kurd a ji eşîr û malbata xwe wergirtî, beriya tevlî nava refên gerîla bibe jî li nava karê ku dikir hewl da bi cih bîne. Hevrêyê me Cesûr ku demeke dirêj li dibistanên mêtingeriyê xwend, fêhm kir ku ev dibistan bi kêrî wî û gelê me nayê û sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cesûr azadiya Rêber Apo û gelê me ji xwe re kir armanca sereke û di kesayetiya xwe de guhertinên mezin kir, bû têkoşerekî mezin. Hevrêyê me Cesûr bi perwerdeyên li nava partiyê wergirtî bû milîtanekî şareza. Li qada leşkerî xwe bi pêş xist û her tiştên ku nû hîn dibû xist pratîkê. Di pratîkê de pê hesiya ku îradeya mirovan dîwarekî qewîne ku naheje û ji xwe re kir wezîfe ku zor û zehmetiyan ji holê rake, lewma bi ser zehmetiyan ve diçû. Hevrêyê me Cesûr di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû milîtanekî mînak.

Hevrêyên me Avaşîn, Sîpan, Mahîr, Rêzan û Cesûr bi şehadeta xwe berxwedana gelê me ya ji bo azadiyê mezintir kirin û bûn hinceta xurtkirina têkoşînê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz û bi rûmet re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ferzkirina sîxuriyê dewam dike

Nivîsa Pêş

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên li Xakurkê weşand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên li Xakurkê weşand

Meclîsa Ciwanan a HDP: AKP kujerê Enes e

Meclîsa Ciwanan a HDP: AKP kujerê Enes e

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.