Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Saziya jinên Efgan RAWA ji ber diyariya ‘Xelata Sakîne Cansiz’ spasiya jinên Kurd kir

"Jin li Efganistanê bi şev û roj di nava şertên herî giran de mîna li dojehê dijîn. Piştî 15'ê Tebaxa 2021'ê bi serweriya Talîbanê re rewşa jinan li Efganistanê pir dijwar bû. Ji mafên esasî û mirovî bêpar mane."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/01/2022 - 10:42
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Saziya jinên Efgan RAWA ji ber diyariya ‘Xelata Sakîne Cansiz’ spasiya jinên Kurd kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) doh li Silêmaniyeyê bi merasîmekê, Komeleya Şoreşgerî ya Jinên Efganistanê (RAWA) hêjayî ‘Xelata Sakîne Cansiz’ dît.

Komeleya RAWA jî bi peyamekê spasiya jinên Kurd kir, ku hêjayî xelatê dîtine.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Em spasiya jinên Kurd ên têkoşer dikin ku xelata giranbuha ya Sakîne Cansiz diyarî xwişkên xwe yên Efgan kirine. Bêguman Sakîne Cansiz û hevalên wê bi fedakarî, zanistî û lehengiya xwe ji bo me jinan mînak û modeleke. Ji bo hemû jinên cîhanê mînak in ku ji bo azadî û wekheviyê li her devera cîhanê têdikoşin.”

‘LI EFGANISTANÊ JIYAN LI JINAN KIRINE MÎNA DOJEHÊ’

Di peyamê de rewşa jinên Efgan, bi taybetî jî zext û zordariya bi serweriya Talîbanê re dest pê kir, wiha hate vegotin:,

“Jin li Efganistanê bi şev û roj di nava şertên herî giran de mîna li dojehê dijîn. Piştî 15’ê Tebaxa 2021’ê bi serweriya Talîbanê re rewşa jinan li Efganistanê pir dijwar bû. Ji mafên esasî û mirovî bêpar mane. Keçên ciwan ên Efgan ji mafê xwe yê xwendinê bêpar hatine hiştin û li malê hatine asêkirin. Çi li nava saziyên dewletê çi jî li karên taybet, jin ji kar bêpar hatine hiştin. Zanîngeh li piraniya ciwanên Efganistanê, çi keç çi jî xort hatine girtin. Nifşek ji ciwanên Efganistanê bêderfetê xwendinê hatine hiştin û mîna ku li zindanê ne dijîn. Azadiya ragihandin û nûçegihaniyê pir kêm bûye. Mixabin Efganistan her tim welatekî welê bû ku azadiya ragihandin û karên siyasî tune bû. Lê belê bi serweriya Talîbanê re piraniya saziyên ragihandinê û çapkirinê hatin girtin. Çalakvan, rojnamevan, nûçegihan û mirovên xwedî fikrên cuda rojên xwe bi tirs derbas dikin. Piraniya mirovên bi vî rengî neçar mane ku mal û welatê xwe biterikînin. Her wiha bejarî van çend mehên dawî gelekî tirsnak bûye. Bi taybetî jinên ku hevjîn û mirovê xwe di şer û bombardûmanê de ji dest dane, nizanin ku çawa û bi çi rêyê pariyek nan ji bo zarokên xwe peyda bikin.

Piranî xelkê Efganistanê xwedî her kar û pîşeyî, êdî mafê wan ê karkirinê nemaye û zemînê kar ji holê hatine rakirin. Efganistan di nava qeyrana herî mezin a aboriyê ya dîroka xwe de ye. Li aliyekî bi şev û roj gel hejar û bêçare û bêewlehî ye, li aliyê din jî Talîban her roj zextê li ser gel zêde dike.”

‘JINÊN EFGAN BAWERIYA XWE PÊ ANIYE, KU TENÊ BI TÊKOŞÎNÊ DIKARE LI BER PAŞVERÛTIYÊ RABIN’

Daxuyaniya saziya RAWA wiha dewam kir:

“Mînak di qanûna herî dawî ya Talîbanê de tê gotin, ku jin mafê wan nîne bi tenê hatin çûn bikin û divê yek ji mehremê wê an mêrek pê re be. Yan xwendina nimêja cemaetê îcbare. Yanê di mizgeft û mekanê mezhebî de divê her kes hazir be û ger hazir nebe divê hinek pere wek ceza bide. Ji bo gel hatî gotin ku guhdarkirina li muzîkê, lêdana mûzîkê û her merasîmên kêf û şadî wek zewac û salrojan qedexe û herame. Û pir qanûnên din ku tenê di civakên çaxa navîn û fikrên paşverû yê hêzên wek Talîban dikare tê fikrandin.

‘HÊZÊN DERVE TI CARÎ NIKARE AZADÎ Û XWEŞHALIYÊ LI WELATÊ ME PÊK BÎNE’

Lê tişta baş ew e ku tevî cara duyemîn a hatina ser kar ya Talîbane,  jinên Efganistanê ne yên 20 sal beriya niha ne. Jinên Efganistanê hîn bi zane û bi fedakarî amade ne ku dengê xwe li dijî Talîbanê bilind bikin. Jinên Efganistanê gihîştine wê hişyariyê ku ti hêzeke derve, hêzeke emperyalîst mîna Emerîka û NATO ku Efganistan 15 salan di destê wan de bû û ax û xwînê kirin yek, ti carî nikare ji bo welatê me azadî û xweşhaliyê pêk bîne. Jinên Efganistanê gihîştine wê zanebûnê ku tenê û tenê bi têkoşîn û hewldanê divê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe li dijî paşverûtiyê xurtir bikin.”

‘CÎHANÊ JINÊN EFGAN JI BÎR KIR, LÊ JINÊN KURD LI KÊLEKA ME SEKINÎN’

Di dawiya peyamê de jî wiha hate gotin, “RAWA careke din spasiya jinên têkoşer ên Kurd dike ji ber dayina Xelata Sakîne Cansiz. Ji bîr nake ku di rewşekê de ku cîhanê Efganistan û jinên Efgan ji bîr kiriye, hûn li kêleka me sekinîn. Em hêvîdarin ku mil bi mil, yek deng û yek dest bi were têkoşîna ji bo avakirina civakeke wekhev û rizgariya mirovan ji dagirkerî û despotîzmê, dewam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Cizîrê 2 kes ji aliyê polîsên faşîst ve hatin revandin

Nivîsa Pêş

Rojava roj bi roj dagirkeran paqij dibe!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Rojava roj bi roj dagirkeran paqij dibe!

Rojava roj bi roj dagirkeran paqij dibe!

Malbata Şenyaşar: Dayikek dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe

Malbata Şenyaşar: Kesên komkujiyê pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.