Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da

"Em bawer dikin ku hemû mirovahî wê li Desmont Tûtû xwedî derkeve û wê merasîma cenazeyê wî li gorî ku hêjayî kesayeta wî be were pêkanîn; Em her kesê ku tevlê merasîma cenazeyê bûne bi rêzdarî silav dikin.“

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
30/12/2021 - 21:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da. KCK’ê di peyama xwe de diyar kir ku weke Tevgera Azadiya Kurd ewê ji bo pêkanîna hesreta Desmont Tûtû û doza wî têkoşînê mezin bikin.

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Me bi xemgînî zanî ku aktorê girîng ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Afrîqaya Başûr û dostê Kurdan Papaz Desmont Tûtû wefat kiriye. Li ser navê gelê Kurd û Rêber Apo em sersaxiyê ji malbata wî, hemû dostên wî û gelê Başûrê Afrîqayê re dixwazin. Em dixwazin hesreta wî ya demokrasî, azadî û biratiya gelan li hemû cîhanê serwer bibe. Em weke Tevgera Azadiya Kurd soz didin ku em ê di vê mijarê de rola dikeve ser milê me bilîzin.

Desmont Tûtû weke dostekî Kurdan ji bo Kurd bibin xwedî jiyanek azad û demokratîk her tim çi ji destê wî hatiye kiriye. Di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kedeke girîng da. Desmont Tûtû ku di wê baweriyê de bû ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de diyarker e û di her firsendê de ev yek dianî ziman, dostê Kurdan bû. Dixwest li Îmraliyê bi komeke rewşenbîrên demokratîk ên navneteweyî re bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Lê belê hikûmeta AKP’ê ya li dijî Kurdan destûr neda vê yekê.

Desmont Tûtû di pêşxistina dostaniya Kurdan a li Afrîqaya Başûr û hevgirtina gelên Afrîqaya Başûr bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re rolek pir girîng lîst. Mînaka herî mezin a helwesta dostane ya gelê Afrîqaya Başûr û serokên siyasî yên li Afrîqaya Başûr, redkirina xelata Tirkiyeyê ji aliyê Mandela ve bû. Dewleta Tirk bi vê xelata ku wê bida Mandela, dixwest polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan birêve dibe veşêre. Lê Mandela û demokratên dostên Kurdan ev rastî dîtin û lîstika dewleta Tirk têk dan.

Desmont Tûtû ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd li Ewropa û hemû cîhanê piştgirî da û bi tevlêbûna xwe ya li van civînan dostaniya xwe ya kûr nîşanî gelê Kurd da. Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê em gelek deyndarê Desmont Tûtû ne. Gelê Kurd tu carî wî ji bîr nake û wê timî di mejî û dilê xwe de zindî bihêle. Niha doza azadiya gelê Kurd doza wî ye jî. Weke Tevgera Azadiya Kurd ji bo pêkanîna hesreta Desmont Tûtû û doza wî em ê têkoşînê mezin bikin. Desmont Tûtû wê di Kurdistaneke azad û demokratîk de her tim zindî bimîne.

Hezkirina Desmont Tûtû ya ji Rêber Apo re mezin bû. Nirx dida fikrên Rêber Apo. Hezkirin û hurmeta Rêber Apo jî ji Desmont Tûtû re mezin e. Ev hevaltî wê bikeve dîrokê. Wê di navbera gelê Kurd û gelên Afrîqaya Başûr de bibe pireke qawîm.

Di wê baweriyê de ne ku Desmont Tûtû wê di dîroka mirovahiyê de cihê ku heq dike bigire, kesayet û ramanên wî wê di gihandina mirovahiyê ji jiyana azad û demokratîk de rola xwe bilîze. Em bawer dikin ku hemû mirovahî wê li Desmont Tûtû xwedî derkeve û wê merasîma cenazeyê wî li gorî ku hêjayî kesayeta wî be were pêkanîn; Em her kesê ku tevlê merasîma cenazeyê bûne bi rêzdarî silav dikin.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê li dijî êrişa dewleta Tirk meşiyan

Nivîsa Pêş

ROJEVA 31’Ê BERFANBARA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê BERFANBARA 2021’AN

ROJEVA 31’Ê BERFANBARA 2021’AN

Dîmenên lêdana artêşa Tirk ya camiya Zirganê – Dijminê camiya ne!

Dîmenên lêdana artêşa Tirk ya camiya Zirganê - Dijminê camiya ne!

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.