Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Saleke din qediya

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/12/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Saleke din qediya
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aysel AVESTA nivîsand 
Piştî çend rojên din em sala 2021’ê jî li dû xwe dihêlin. Beriya ez dest bi vê nivisê bikin gelek fikirîm da ku bi tişteke xweş dest pê bikim, lê min nedî.
Piştî çend rojên din em sala 2021’ê jî li dû xwe dihêlin. Beriya ez dest bi vê nivisê bikin gelek fikirîm da ku bi tişteke xweş dest pê bikim, lê min nedî. Dîsa şer, tecrîd, koçberî,şîdet û kuştinên mirovan bûn rojevên sereke. Li gel şewba ji ber Vîrusa Koronayê, gelan û bi taybetî gelê Kurd bi êrişên pergala faşîst dest bi salê kir.

Tevahiya salê li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ji her demê zêdetir jin bûn hedef, destdirêjî û şîdet li wan hat kirin û ew hatin kuştin. Têkoşîna jinan li hemberî êrişên jî gelek dijwar û pirralî bû. Ji Kurdistanê heta Efxanistanê, ji Şîliyê heta Arjantînê jinan bi yek dengî li dijî pergala mêr-dewletê îsyana xwe anî ziman.

Tevgera jina Kurd têkiliya xwe bi tevgerên jinên cîhanê re geş kir. Bi têkoşîna xwe ji bo tevahiya jinan bû çavkaniya îlhamê. Jinên Efxan ji bo ku xwe ji zilma çeteyên Talîbanê biparêzin, daxwaza piştgiriyê ji jinên Kurd kirin. Jinên Kurd jî ji bo wan bûn palpişt, tecrûbeyên xwe bi wan re parve kirin û hêz dan wan.

Têkoşîna li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala 2021’ê gihîşt asteke gelekî girîng. Ev 22 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke mutleq de ye. Lê cara pêşî ye ku di asta cîhanî de li dijî tecrîdê ewqas xeleka berxwedanê mezin û berfereh bû. Ji Emerîkaya Latîn heta Ingilîstanê bi sedan kesayetên navdar, sazî û dezgeh, tevî gelê Kurd li dora Rêbertiyê civiyan û wan got, êdî dema azadiyê ye.

Ji destpêka salê ve şerê li Kurdistanê jî bê navber dewam dike. Bi êrişa li dijî Garê re pîlana qirkirinê dest pê kir. Artêşa Tirk destpêka salê bi îdîayeke mezin berê xwe da Garê û êriş bir ser hêzên gerîla. Lê gerîla bersiveke ku dewleta Tirk ne li bendê bû, dayê û artêşa Tirk li Garê têk bir.

Vê binketinê pergala dewleta Tirk belav kir û hemû hesabên wan ser û binî hev kirin. Artêşa dagirker ji bo tola Garê hilîne, vê carê berê xwe da herêmên Metîna, Zap û Avaşînê. Ji 23’ê Nîsanê ve li hemberî gerîlayan rêbazên şerê taybet hemûyan, teknîka xwe ya pê bawer, xist dewrê, lê nekarî berxwedana gerîlayan bişkîne.

Herî dawî li dijî gerîla çekên qedexekirî bi kar anîn. Gerîlayan bi taktîkên serdema nû û şerê tunelan bersiv da van êrişan. Dengê berxwedêrên ji tunelên şer ên Mam Reşo û Zendûra rêya têkoşîna li hemberî dagirkeriyê nîşan da. Bi ruhe van berxwdêran li Kurdistan û cîhanê têkoşîneke bê eman hat kirin û hîna jî dewam dike. Gerîlayên YJA Starê jî ku xwedî mîrateyeke xurt a azadiyê ne, di vê pêvajoyê de bi erkên xwe yên dîrokî rabûn.

Bi rengekî afirîner, hilberîner, jêhatî û dînamîk tevlî pêngavan hemûyan bûn.

Mijareke din a ku mohra xwe li vê salê xist jî têkoşîna ji bo Edaletê bû. Ev berxwedan ji 9’ê Adarê ve li ber deriyê Edliya Rihayê didome. Têkoşîna Malbata Şenyaşar ango ya Dayika Emîne bi dirûşma ‘Edalet di bin axê de be jî em ê derxin’ dest pê kir. Ev çalakî her çendî destpêkê weke çalakiya du kesan hatibe destpêkirin jî bi demê re bû daxwaza bi hezaran. Ji ber ku neheqî ne tenê li malbata Şenyaşar hat kirin. Heman bê edaletî kêlî bi kêlî li Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve li hemberî bêşên civakê hemûyan, li her warê jiyanê tê kirin. Niha bi heman daxwazê li Amed, Wan û

Sêmalkayê jî nobetên edaletê hatine destpêkirin. Bi van çalakiyan zilm, faşîzm û bêedaletiya dewleta Tirk û hevkarên wê tê teşhîrkirin.

Li gel pirsgirêkên civakî û aborî, zext û polîtîkayên li dijî jinên Kurd ên siyasetvan jî didomin. Kuştina Garîbe Gezer a li hepsê, li gel rewşa tenduristiya wê jî bernedana Aysel Tugluk, cezayê ku li Ayşe Gokkan birrîn, mînakên dema nêz ên berbiçav in.

Tevahiya salê faşîzm li ser kar bû. Dîsa dayik giriyan. Bi dehan dayikan bi hesreta azadiyê û dîtina zarokên xwe koça dawî kir. Qîrîna dayika Emîne kevir helandin. Rondikên çavê wê bûn çem û herikîn. Lê ji bo dîtin û bihîstina vê daxwezê çav kor bûn, guh kerr bûn û ziman lal bûn. Lê têkoşîn jî ranewestiya. Wer diyar e, sala nû jî wê gelek dijwar derbas bibe. Bi hêviya ku sala 2022´yan bibe sala aştî û edaletê sersala wê ji dil û can pîroz be.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kesayetên Ku Li Xeyalên Xwe Yên Zarokatiyê Xiyanet Nekirine Kesayetên Bihêz in

Nivîsa Pêş

Berdevkê Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê: Gel û Ciwanên Kobanê dê tu awayî paş ve gav neavêjin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Berdevkê Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê: Gel û Ciwanên Kobanê dê tu awayî paş ve gav neavêjin

Berdevkê Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê: Gel û Ciwanên Kobanê dê tu awayî paş ve gav neavêjin

HPG’ê 3 şehîdên 2016’an bi bîr anî

HPG'ê 3 şehîdên 2016'an bi bîr anî

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.