Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 3 şehîdên 2016’an bi bîr anî

"Hevrêyên me Mazdek, Aram û Botan bi têkoşîna xwe ya li ser xeta lehengiyê hêviya serketinê û baweriya bi azadiyê ya gelê me timî xurt kirin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/12/2021 - 10:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê 3 şehîdên 2016’an bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “28’ê Kanûna 2016’an di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Mazdek, Aram û Botan heta nefesa dawî bi lehengî şer kirin, ji daxwaza azadiyê û baweriya serketinê tawîz nedan û şehîd bûn.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Van hevrêyên me yên leheng ji bo jiyana bi rûmet a gelê me bênavber têkoşiyan û ber bi şehadetê ve meşiyan. Di salvegera şehadeta wan de em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wan a ‘Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad’ teqez pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Mazdek Kurdistan
Nav paşnav: Ramîn Zendpûr
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Şehnaz-Sedîq
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Kanûna 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Aram Rênas
Nav paşnav: Nayîf Elmas
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Cemîle-Mehmet Mahsûm
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Kanûna 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Botan Gever
Nav paşnav: Hamza Salîm
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zumrut-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Kanûna 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

MAZDEK KURDISTAN

Hevrêyê me Mazdek li yek ji navendên xeta berxwedanê ya pîroz a bi sedan salî ya gelê me li Sineyê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a ku her tim piştgirî da têkoşîna ji bo azadiya gelê me, mezin bû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewletên dagirker ên li ser gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê bi xwe yekser dît û di temenekî ciwan de li Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me li dijî êrişên dagirkeran xeta têkoşînê her tim xurt kir û sala 2012’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi vî rengî hebûna xwe fedayî bicihanîna armanca serketinê ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê kir. Hevrêyê me li gelek herêmên cuda ma, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê zêde kir û bû milîtan û fermandarekî şareza yê xeta serdema nû. Li Şengalê, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê ji bo qirkirinê êriş bir ser gelê me, tevî hevrêyên xwe tevlî şerê parastina gelê me bû. Li refên herî pêş derbên mezin li çeteyên dijminê mirovahiyê xist. Hevrêyê me Mazdek ji xwe re kiribû pîvana bingehîn ku hem di şer de hem jî di nava jiyanê de li refên herî pêş be. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û ji dil, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar her tim li pêş bû. Hevrêyê me ruhê yekîtiya neteweyî di şexsê xwe de şênber kir û ji xwe re kir armanc ku li her bihosta xaka Kurdistanê li dijî dagirkeran şer bike û armancên azadiyê yên gelê me pêk bîne. Armancên hevrêyê me Mazdek wê ji bo me hevrêyan bibe armanc û em ê bi serketineke mezin van armancan tacîdar bikin.

ARAM RÊNAS

Hevrêyê me Aram li warê serhildanan li Mêrdînê ku hestên welatparêziyê lê gelekî xurt e, ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a ji dayik bû, ku gelek endamên malbatê tevlî nava refên têkoşînê bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û bûyer ji nêz ve şopand. Ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî nava refên şoreşê bibe kete nava lêgerînan. Di demekê de ku êrişên li ser gelê me giran bûbû, baweriya xwe bi wê rastiyê anî ku civakek heta nebe xwedî rêxistiniya xweparastinê nikare hebûna xwe biparêze, sala 2014’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû ku yekane hêza parastinê ya gelê me ye. Ji roja ku xwe gihand çiyê û pê ve bi xurtî tevlî bû; ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş xist, di demeke kurt de xwe gihand xeta gerîla ya şareza. Li her cihê ku lê ma bi rengekî xurt tevlî bû, bi biryardarî û xwestek, tempoya xwe timî xurt kir, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bi rengekî bêdawî bi xeta Partiyê û rastiya şehîdan ve hate girêdan û ji bo bicihanîna daxwaza azadiyê ya gelê me bêteredût ber bi şehadetê ve meşiya. Ji bo biichanîna armanca serketinê, pratîkeke serketî pêk anî. Hevrêyê me Aram bi meşa xwe ya bi biryar a li ser xeta têkoşîna şoreşgerî wê rêya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ronî bike.

BOTAN GEVER

Hevrêyê me Botan li Colemêrgê ya ku xwedî kevneşopiya berxwedanê ya xurt û hişmendiya welatparêz, ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û êrişên înkar, asîmîlasyon û îmhayê yên dagirkeran ên li dijî gelê me yekser dît, li dijî dagirkeran bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me berê xwe da armanca serketinê û her ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, têgihişt ku gelê me tenê bi têkoşîna xurt û bi biryar dikare azad bibe. Tevlî têkoşîna bênavbera a gerîlayên Kurdistanê bû û biryar da ku di meşa serketinê ya gelê me de bibe mlîtanekî pêşeng. Sala 2015’an dema ku êrişên dagirkeriyê ji nû ve giran bû, ji bo pêkanîna vê armanca xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li gel temenê xwe yê ciwan li ser bingeha hevrêtiya xurt a jiyana gerîla bi kelecan û daxwazeke mezin tevlî bû, di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil û bi moral li her cihê ku ma li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji bo xeta Rêber Apo liher qada jiyanê serwer be timî hewl da tiştên hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û xwe ji pêşketina hevrêyên xwe berpirsyar dît. Ji xwe re kir karê esasî ku pêwîstiyên milîtaniya pêşeng her tim bi cih bîne. Hevrêyê me Botan di demeke kurt de bi têkoşîna xwe li herêma Zapê mÎrateyeke xurt a şoreşgerî li pey xwe hişt. Wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.

Hevrêyên me Mazdek, Aram û Botan bi têkoşîna xwe ya li ser xeta lehengiyê hêviya serketinê û baweriya bi azadiyê ya gelê me timî xurt kirin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berdevkê Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê: Gel û Ciwanên Kobanê dê tu awayî paş ve gav neavêjin

Nivîsa Pêş

Hevalên me hedef girtin, em ê heya dawî li ser şopa wan bimeşin û tola wan hildin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Hevalên me hedef girtin, em ê heya dawî li ser şopa wan bimeşin û tola wan hildin

Hevalên me hedef girtin, em ê heya dawî li ser şopa wan bimeşin û tola wan hildin

Dayîka Emîne û lawê xwe ve car din pêşiya qaşo Edliyê, dû edaletê ne

Nobeda malbata Şenyaşaran di roja 295'an de didome

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.