Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dewleta ku êsîran dikuje

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/12/2021 - 0:08
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dewleta ku êsîran dikuje
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aslan ASLAN nivîsand
Serê çend rojan carekê, em qetilkirina girtiyekî siyasî ji girtîgehên Tirkiyê dibihîsin. Pirraniya wan girtiyan jî demên dirêj girtî ne. Hinek ji wan qederê 30 salan di hepsê de ne.
Serê çend rojan carekê, em qetilkirina girtiyekî siyasî ji girtîgehên Tirkiyê dibihîsin. Pirraniya wan girtiyan jî demên dirêj girtî ne. Hinek ji wan qederê 30 salan di hepsê de ne. Ango wextekî hindik maye werin berdan û beyî ku werin berdan şehîd dibin. Hinek ji wan girtiyên nexweş in û li ber mirinê ne. Li ser vê mijarê divê em behsa sedema bûyeran bikin. Yanî dewleta Tirk ji ber çi berê xwe daye êsîrên di destê xwe de û wan dikuje.

Ji bo vê yekê, divê em li serî vegerin. Mesela di destpêka salê de ango meha Sibatê Artêşa Tirk li herêma Garê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Beriya vê tevgerê jî Erdogan qala mizgîniyekê kir. Hedefa wan ew bû ku li herêma Garê derbeke giran li gerîla bixe û hin rêveberên PKK’ê jî têxe destê xwe. Lê dît ku nikare bike, vê carê jî berê xwe da êsîrên di destê gerîla de. Ew devera ku êsîrên şer lê girtî bûn, bombe kir û ew êsîr qetil kirin. Dewleta Tirk esker û polîsên xwe bi destê xwe qetil kirin. Kuştina êsîran bi vî rengî dest pê kir.

Dewleta Tirk li Garê derba xwe ya herî giran a salên dawî xwar. Ew dewleta ku digot me gerîla tine kiriye, derba xwe ya herî mezin ji gerîla xwar. Ev yek ne bes bû, vê carê jî xwe li Zap, Avaşîn û Metîna ceriband. Di 23’ê Nîsanê de tevgereke mezin a dagirkeriyê da destpêkirin. Li gorî hesabê wan, di nava çend rojan yan jî mehekê de wanê encam bi dest bixista. Lê hesabê wan neçû serî. Di destpêka tevgera dagirkeriyê de derb xwarin. Li ser vê yekê çekên kîmyewî, gazên jehrê û sîlehên qedexekirî bi kar anîn. Artêşa Tirk tiştek nema ku bi kar neanî. Lê dîsa jî encam bi dest nexist. Ji qadên gerîla dest vala vegeriya. Ewqas derewên çapemeniya Tirk û qareqarên Erdogan li hewayê man. Îro tam 8 mehên wê tevgera dagirkeriyê diqedin û Artêşa Tirk hê jî qala wê dike. Ma operasyoneke ku 8 mehan dewam dike, heye gelo ? Tineye, lê bi derewên dewletê dewam dike.

Dewleta Tirk dît ku ji qadên gerîla nikare ti encamê bi dest bixe, vê carê jî berê xwe da zindanên Tirkiyê. Ji bo ku heyfa xwe ji hevalên wan gerîlayan hilîne li zindanan dest bi komkujiyan kir. Dewleteke ku ewqasî ketiye tengasiyê û berê xwe dide êsîrên di destê xwe de. Ewqasî ketiye ku tenê dikare bi êsîran. Ji bo vê yekê ev çend roj in, em agahiya şehadetan ji girtîgehan dibihîsin. Meseleya dewletê hilanîna heyfê ye. Wekî din ti sedem tineye. Mesele jî ne tenê girtiyên nexweş in. Tevahiya girtiyên siyasî di hedefa dewletê de ne.

Em qala dewletekê dikin ku êsîrên di destê xwe de dikuje. Ji bo vê dewletê ferq nake ku ew êsîr kî ne. Dewletek ku ti qanûn û pîvanan nas nake li hemberî me ye. Êsîrekî ku 30 sal in di destê wan de ye, dikuje. Êsîrekî ku nexweş û li ber mirinê ye, dikuje. Bi vê yekê hewl dide heyfa xwe ji PKK’ê hilîne. Sedema ewqas êrişan, encama têkçûnê ye. Îro em encama wê li her warî dibînin.

Îro ev dewlet ji aliyê siyasî, eskerî û aborî ve xitimiye. Devereke ku qala serketina wê bê kirin, tineye. Ya ku ev encam derxistiye holê, berxwedana gerîla ye. Ew gerîlayên ku di tunelên şer de li ber xwe dan. Ew gerîlayên ku li dijî çekên kîmyewî li ber xwe dan. Ew gerîlayên ku bedena xwe li dijî gazên jehrê kirin mertal. Heger ne ew fedekarî bûya, ev dewlet îro nedihat asta hilweşînê. Çi zû û çi dereng, dawiya vê desthilatdariya faşîst hatiye. AKP û MHP di rojên xwe yên dawî de ne. Ji ber ku dawiya wan hatiye, ewqasî êrişkar bûne û ketine. Ti rê nemaye ku xwe pê xelas bikin. Li her derê xelas bûne. Devereke ku lê serketî bin, tineye. Lewma jî çiqasî pîsîtî hebe, dixwazin bikin. Ne hilbijartin, ne jî şer ji wan re nabe derman.

Her kesî têkçûna wan dîtiye. Ev desthilatdarî wê biçe û li pey xwe jî nenêre. Dawiya her tengasiyê firehî ye. Îro jî em di wan rojan de ne…

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

14 TÎRMEHÊ GAVEKE MEZIN BÛ

Nivîsa Pêş

TAYBET – Cih û warê berxwedanê – ZAP

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Cih û warê berxwedanê – ZAP

TAYBET - Cih û warê berxwedanê - ZAP

Ji pênûsa gerîlayekî şehîd Roboskî

Ji pênûsa gerîlayekî şehîd Roboskî

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.