Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji pênûsa gerîlayekî şehîd Roboskî

Ji rojnivîska Roboskî ya gerîlaya YJA Starê şehîd Zîlan Roboskî: Di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de dema ku gundê me hate bombekirin, min fêhm kir ku ji bo me Kurdan jiyan nîne, eger em nebin gerîla jiyan li me heram e.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/12/2021 - 10:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji pênûsa gerîlayekî şehîd Roboskî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Televîzyonan û rojnameyan nûçeyên lezgîn li pey hev diweşandin: “Di êrişa hewayî de gundiyên Kurd hatin kuştin”, “Cenaze bi traktoran rakirin”, “Qeçaxçî weke milîtan dîtin û kuştin”, Di êrişa hewayî ya Tirk de Kurd hatin kuştin”, “Hêzên Hewayî yên Tirk bombe li gundê Kurdan barandin, 34 sivîl hatin kuştin.”

Artêşa Tirk a dagirker 28’ê Kanûna 2011’an êrişeke hewayî bir ser gundê Roboskî yê Şirnexê û komkujiyek kir. Zarok jî di nav de 34 Kurd di encama vê êrişê de kuştin.

Gerîlaya YJA Starê şehîd Zîlan Roboskî (Saniye Encu) Komkujiya Roboskî di 11’ê Kanûna 2012’an bi vî rengî li rojnivîska xwe nivîsî bû:

“Roboskî… Gundê me qadeke bedew a xwezayê ye. Bi nivîsê nayê vegotin, divê mirov lê bimîne. Divê mirov li wir bibeze, li wir mezin bibe. Her tiştî tînim ber çavên xwe. Li derdorê çiya, li jêrê çiya newal, li nava newalê bexçe, mal, darên gwîzê li dora malan û ew çemên bêhempa…

Sûlavên bedew, çemên li nava taxan, şikeftên heybet ku di zarokatiyê de me li wan dilîstin.

Û herî zêde jî rastiya gelekî ku bi çanda xwe dijî. Axaftina bi zimanê xwe, jiyana bi çand û kevneşopiya xwe.

Vê potreya li ber çavên xwe hîn jî dijîm. Biçûkbûna wê, xwezayîbûna wê, pakbûna wê; mîna bêhna Kurdistanê ye.

MAFÊ ME YÊ ZAROKBÛNÊ TUNE BÛ

Çûyîna dibistanê dest pê kir; di 7 salî de zor û zehmetiya fêhmkirinê dest pê kir. Ew zor û zehmetiya bi serê her zarokekî Kurd tê. Wijdan, lêpirsîn, hesabpirsîn… Em çima bi zimanê Tirkî hîn dibin, çima neçar in ku bi Tirkî biaxivin? Çima bi lêdan û tundiyê zimanekî cuda hînî min dikin? Ev pirs timî di bîra min de bûn.

Wê wextê min fêhm nekiribû. Du alternatîf danîbûn pêşiya me; ya em ê hîn bibûna yan jî em ê li mala xwe rûniştibûna. Ji bo jiyanê alternatîfeke cuda tune bû. Bi qasî ku derkevin derveyî van herdu alternatîfan em mezin nebûbûn. Jiyan bi zimanê Kurdî tune bû. Me bi derengî ev yek fêhm kir.

Piştî ku gihîştim çiyê min jiyan hîs kir. Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de dema ku gundê me hate bombekirin, min fêhm kir ku ji bo me Kurdan jiyan nîne, eger em nebin gerîla jiyan li me heram e. Bîlal, Mehmet, Erhan, Savaş, Mahsûn, Husnu… Mîna doh hemû di bîra min de ne. Lîstikên ku me pê dilîstin, henekê ku me bi hev dikir, çûyîna me ya bi hevre ya dibistanê, fikarên me yên ji bo lênihêrîna li malbata xwe.

Mafê me tune bû ku em bibin zarok, hîn di 10 salî de em mezin bû.

EZ Ê JI BO HILANÎNA TOLA ROBOSKÎ ŞER BIKIM

Erhan Encu: Zarokê yekane yê malbatê bû, bi rengekî hêja û narîn mezin bûbû. Ji bo debara malbata xwe bike bi saetan dimeşiya, bi saetan dixebitî. Di dilê xwe yê biçûk de cîhan vedihewand. Evîndarekî têkoşînê bû. Bêyî ku tiştên dixwest bijî kete tora cinawiran. Bû hedefa yên ku xwîn dirijandin.

Mehmet Encu: Mehmet… Ji bo wî çi bêjim, çi binivîsînim kêm e. Aşiqê Kurd û Kurdistanê bû. Kincên neteweyî li xwe dikir, gelekî xweş bi Kurdî diaxivî. Bi xwezayê, bi heywanan re mijûl dibû. Cîhana xwe bi xwe ava kiribû. Mirov zû fêhm dikir. Digot ku dibistan gefeke mezin e li ser çanda me û qet xwe nedida ber. Jiyana xwe hemû bi biryardariya ‘ez ê rojekê tevlî têkoşînê bibim’ dijiya. Û ji bo dîtina hevalan timî diçû û dihat. Di rojeke bi vî rengî ya bi coş de bû heedefa bombardûmana xayin.

Bîlal: Dilê wî ewqasî mezin bû ku kes jê aciz nedibû, ji her kesî hez dikir. Di temenekî gelekî biçûk de bavê xwe ji dest da. Ji ber vê yekê jî barê xwedîkirina malbatê ketibû ser milê wî. Û di zarokatiya xwe de jî gelek kar kir.

Savaş: Mîna navê xwe bû. Hişmendiya xwebûnê bi wî re gelekî kûr bû. Zarokên li taxê li hev kom dikir, ew bi rêxistin dikir, qalê dikir ku divê ji bo çi şer bikin. Djimin ev hunera wî ya rêxistinî û şerkirinê dîtibû. Li gundê xwe yê bedew jiyana xwe ji dest da.

Mahsûn: Bi kelecanî û bi jiyanê tijî bû. Coşa wî gelekî zêde bû. Heq ji jiyanê dihat. Gelekî wêrek û serketî bû. Mîna ku henekê xwe bi jiyanê dikir. Hem gelekî cidî bû hem jî gelekî henek dikir. Di jiyana xwe de cara yekemîn bi xizmên xwe bi rê ket, ji bo debara malbata xwe. Ew rê ji bo wî bû gor.

Husnu: Dûrî gelek taybetmendiyên mêr bû. Dûrî desthilatdariyê, zordariyê, zextê bû. Di zewaca xwe de jî bi vî rengî bû. Ewqasî bi rêzdarî nêzî hevsera xwe dibû, ku her kesî xweziya xwe lê dikir. Ew jî li pey debara zarok û malbata xwe bû.

Belê di şeveke sar a 28’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan. Dewlet bêyî li ber xwe bikeve hewl da vê rewa bike.

Ez ê ji bo we şer bikim, ji bo hilanîna tola we ez ê li dijî artêşa dewleta Tirk a bêexlaq şer bikim.”

ÇAVKANÎ – ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Cih û warê berxwedanê – ZAP

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenên çalakiya Zapê parvekir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla TV dîmenên çalakiya Zapê parvekir

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenên çalakiya Zapê parvekir

HPG’ê nasnameya gerîlaya YJA Starê ku li Bagokê şehîd bûbû eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlaya YJA Starê ku li Bagokê şehîd bûbû eşkere kir

Manşet

  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir
  • YCWK: Jiyaneke bi rûmet bê parastinê ne mimkun e
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

Herî zêde hatine xwendin

  • Veysî Aktaş hate berdan

    Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanî çalakiyên xwe yên bîranînê didomînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Düsseldorfê: Werin em beşdarî Meşa Dirêj bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: li beramberî êrîş û xiyanetê xwedî helwest bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.