Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: AKP-MHP’ê wê teqez bê darizandin û hesab bide

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dewleta Tirk a ku li hemberî gelê Kurd û mirovayetiyê sûc dike wê were darizandin û hesab bide.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/09/2021 - 9:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk 5 meh in li dijî gerîla çekên kîmyewî û gaza jehrî bi kar tîne, lê Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û DYE bêdeng e. Hevserokatiyê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser gerîlayan banga serhildanê kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wisa ye

5 MEH IN LI DIJÎ GERÎLAYAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN

“HPG nêzî 5 meh in ji raya giştî re eşkere dike ku dewleta Tirk li dijî qadên gerîla çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Di vê mijarê de hin dîmen jî hatin weşandin. Mêtingeriya qirker her ku tengav dibe û zehmetiyan dikişîne li dijî gerîla çeka kîmyewî bi kar tîne. Çekên kîmyewî û gazên bi jehr diavêje nava şikeftên ku berê tespît kiriye. Di vî şerî de ku 5 meh in li dora tunelên şer diqewime, ji bo gerîla îmha bike û xwe bigihîne tunelên şer her cûre çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne.

NY, EWROPA Û DYE NAXWAZIN VÎ TIŞTÎ BIBÎNIN

Tevî ku HPG daxuyaniyan dide û bi israr radigihîne ku artêşa Tirk çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne, bi vî rengî sûcê şer dike jî, dewletek û saziyeke pêwendîdar a navneteweyî neketiye nava liv û tevgerê. Hêzên siyasî yên mîna Ewropa û DYE, saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, dema ku welatên dijber dibe mijara gotinê hingî çekên kîmyewî û gazên bi jehr dixin rojevê. Lê belê dema ku mijar hevalbendên wan be, hingî sûcdariyên bi vî rengî ji nedîtî ve tên; bi ti awayî li hemberî wan nakeve nava hewldanan. Bi vî rengî nîşan didin ku di mijara dijberiya li çekên kîmyewî û gazên bi jehr de ji dil nînin, hevgirtî tevnagerin.

DEWLETA TIRK JI WAN CESARET DISTÎNE

Neteweyên Yekbûyî, Ewropa, DYE û gelek welat dema ku mijar dibe Tirkiye tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Tirkiye Kurdan qir dike, zext û zilmeke giran dike, li gelê xwe dîktatoriyê ferz dike; ev ji bo wan ne girîng e, hebe nebe ya girîng ji bo wan berjewendî ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a mêtinger qirker sûdê ji vê helwestê digire û bi her awayî zilmê li Kurdan dike, kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Di asteke welê de Kurdan digire ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Hema bêje, her kesekî ku ji xwe re dibêje; Ez Kurd im û li ber Tirkkirinê û asîmîlasyonê radibe, wê bixe binê zindanan! Ji xwe gelek parlamenter, hevşaredar û endamên meclîsa şardariyê tevî ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin jî, ji ber ku jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê Kurd dixwazin hatine girtin. Qadên destgîrkirinê veguherîne cihên zext, êşkence û destavêtinê. Bi zext û zilmê, bi gefa zindanîkirinê sîxurî û xiyaneta li gelê xwe li gelek mirovan tê ferzkirin.

EWROPA, DYE Û NY HEVKARÊN SÛC IN

Desthilatdariya AKP-MHP tevî ku bi her awayî sûcê li dijî mirovahiyê dike jî Ewropa û DYE hîn jî vî welatî weke welatekî demokratîk ê asayî muxatab dibînin û piştgiriya leşkerî, siyasî û dîplomatîk didin. Desthilatdariya AKP-MHP jî xwe dispêre vê piştgirî û nêzîkatiya Ewropa û DYE’yê û zilma li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê girantir dike. Her wiha gefa dagirkirinê li Rojava û Şengalê dixwe û bombeyan li wan deveran dibarîne. Li ser kampa Mexmûriyan ku ji zilma dewleta Tirk reviyane, zilma xwe dewam dike. Di sûcên dijî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê de, di dagirkerî û komkujiyên bi êrişên balafiran têne kirin de Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî hevkarê sûc e. Divê gelê Kurd jî, gelên cîhanê jî, hêzên demokrasiyê jî bi vê rastiyê zanibin.

NIRXÊN MIROVAYETIYÊ BIN PÊ DIKIN

Artêşa Tirk her roj bi balafirên şer, helîkopter, tank û topan agir berdide daristanên Kurdistanê, xwezaya Kurdistanê talan dike; lê mîna ku ev yek mafê dewleta Tirk e, tenê lê tê temaşekirin. Mîna ku bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr li dijî gerîlayên PKK’ê serbest e; mîna ku mafê dewleta Tirk e ku bi kar bîne, dengê xwe lê ranakin. Bi rastî jî êdî ji bo Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî cihê bidawîbûna gotinê ye. Ev welatên navborî ji bo xatirê berjewendiyan her cûre nirxên mirovahiyê binpê dikin; yên ku binpê dikin jî teşwîq dikin.

Fermandariya HPG’ê beriya çend rojan ragihand ku li dijî tunelên şer ên li Girê Sor çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û 3 gerîla şehîd bûne. Ya rast, gerîla bi maskeyên gazê û tedbîrên cuda pêşî li şehadetê digirin. Naxwe heta niha wê bi sedan gerîla di van êrişan de şehîd biketa. Herhal Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku gerîla hemû bi gazên bi jehr bêne kuştin. Eger ne bi vî rengî bûya wê daxuyanî bidan û helwest li dijî dewleta Tirk nîşan bidan. DYE, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bi wesîleyên cuda diyar kiribûn ku bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr xeta wan a sor e, di vê mijarê de hesasiyeta xwe nîşan dabûn û hişyarî dabûn hin hêzan. Lê belê niha helwesteke berevajî van daxuyaniyên xwe nîşan didin. Hişyarkirin û destwerdan li aliyekî, piştgiriya siyasî didin dewleta Tirk a ku van çekan bi kar tîne.

Eger hesabên xwe yên bi vî rengî hebe, divê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, şewitandina daristanan, zilma li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê. Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî bi nerazîbûna li zilm û neheqiya tenê li çend kesan tê kirin nikare durûtiya xwe, nikare bêexlaqiya xwe û bêwijdaniya xwe binixumînin.

DIVÊ DEWLETA TIRK WERE DARIZANDIN

Em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê yên li Ewropa, DYE û li tevahiya cîhanê, demokratên xwedî wijdan ên li Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla rabin ser piyan û dewleta Tirk a ku sûcê li dijî mirovahiyê dike darizîne. Em di wê baweriyê de ne ku Tribunal a Navneteweyî (Dadgeha Gelan a Daîmîr) wê di vê mijarê de gavên girîng biavêje. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li dijî gelê Kurd û mirovahiyê sûc dike wê teqez bê darizandin û hesab bide.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan bi rêya cîhaza bang li hêzên gerîla kir

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk li gundên Şehbayê bombe kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk li gundên Şehbayê bombe kirin

Dewleta Tirk li gundên Şehbayê bombe kirin

Êrişa çekdarî li Zanîngeha Perm li Rûsyayê; Herî kêm 5 kes mirin

Êrişa çekdarî li Zanîngeha Perm li Rûsyayê; Herî kêm 5 kes mirin

Manşet

  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.