Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Nobeta edaletê berdewam dike – Hewldana 78’an çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar

Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê di encama êrişa parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya "Edaletê" ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 122'yemîn de didome.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/07/2021 - 15:29
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Nobeta edaletê berdewam dike – Hewldana 78’an çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar
ParvekeTweet

RIHA – Endamên Hewldana 78 çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 122 roj in çalakiya xwe ya “Edaletê” didomînin. Endamên hewldana piştgiriya xwe bi malbata Şenyaşar re ragihandin û daxwaza edaletê kirin.

Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê di encama êrişa parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya “Edaletê” ya di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 122’yemîn de didome. Weke hergav îro jî malbat di saetê serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dovîzên mîna “Ji bo herkesî edalet”, “Dayikek 122 roj e çalakiya nobetê didomîne” , “2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin” , “Ji ber ku di komkujiyê de parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya xwe kir.

‘Divê em zûtir bihata’

Serdanên piştevaniya malbatê îro jî berdewam kirin. Endamên hewldana 78’an ên Dîlok, Riha û Pirsûsê serdana malbatê kirin. Bi malbatê re parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî endamên hewldanê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina bi malbatê re li ser navê endaman Atiye Oktay axivî û wiha got: “Me beriya niha jî dixwest serdana malbatê bikin. Em ê bi Berdevkê xwe yê Tirkiyeyê Celalettîn Can re bihatina lê ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê em dereng man. Ji ber vê em ji malbatê lêborîna xwe dixwazin. Diviya ku em zûtir bihatina.”

‘Êdî bes e’

Di berdewamê de Atiye, ev tişt gotin: “Mixabin li Tirkiyeyê êşên gelek mezin tên jiyîn. Êşa herî mezin jî êşa dayik û birayekî ye ku 122 roj e dikişînin. Herdem êşa ku dikişînin bi bîra me dixin û kezeba me dişewitînin. Li tu devereke dinyayê êşeke wiha tune ye û rayedar li dijî vê êşê ker, kol û lal nabin. Li welatên demokratîk herkes li pêşberî qanûnan wekhev e. Li welatê me ku veguherandine Rojhilata Navîn qanûn ji bo alîgirên desthilatdariyê hene. Tu yê hem mirovên bêguneh bikujî hem jî ji xwe re rehet rehet bigerî û wê edalet cihê xwe nebîne. Ji roja ku komkujî pêk hatiye ve em bûyerê dişopînin. Êdî bes e kezeba milyonan peritiye. Herkesê xwedî wijdan dibêje êdî bes e. Bila herkes li pêşberî qanûnan wekhev be. Heyf e ku malbatee hilweşiya ye. Êdî bes e.”

‘Heta edalet pêk wer e dê têkoşîn bidome’

Piştî axaftina Atiye Ferît Şenyaşar jî axivî. Fertît, diyar kir ku bi piştevaniya ku ji wan re tê çalakiya xwe didomînin û wiha got: “3 mirovên me li Nexweşcxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêşberî qamerayên ewlehiyê bi lîncê hatin qetilkirin. Hê jî li ser dozê biryara nepeniyê heye. Roja duşemê ji bo dosyayê dozgerê 8’emîn hat tayînkirin. Me daxwaza hevdîtinê kir, bi awayekÎ kêfî ev daxwaz hat redkirin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em piştgiriya hiqûqî û piştevaniyê dixwazin.”

‘Hûn çima kujeran naşopînin’

Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polisên ku dema serdanê hevdîtin kişandin da û bi lorandinê ev tişt ji wan re got: “Hûn çima nakevin pey şopa kesên ku em qetil kirin? Me çi kiriye ji we.? Hûn çima li pey me digerin? Biçin kesên ku em qetil kirine bigirin. Hûn di malbata me de sûcdarek nabînin.” Emîne Şenyaşar, di van kêliyan de wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin; Adil, Celal û hevjînê xwe Esvet Şenyaşar hembiz kir û bi demeke dirêj lorik barandin.

Endamên Hewldana 78’an piştî ku demekê bi malbatê re nobet girtin ji ber edliyeyê veqetiyan.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Em li Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna ‘maf’ didin. Di dozeke mafdar de serkeftin jî teqez e. Wê ji vê zilma bi rêya darazê berdewam bike re rayedarekî bi wijdan bêje bisekine…”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hewreman tîma jinan a futbolê

Nivîsa Pêş

ROJEVA 9’Ê TIRMEHA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê TIRMEHA 2021’AN

ROJEVA 9’Ê TIRMEHA 2021’AN

“Şehîd Simko navê hevaltiya qenc û bêtirs”

"Şehîd Simko navê hevaltiya qenc û bêtirs"

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.