NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengtiya Kongra Star a bajarê Qamişloyê meşek girseyî bi dirûşma “Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk, Emê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn” tê li darxistin. Şêniyên 4 bajarên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatjê Sûriyeyê Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs bi wêneyên Rêber Apo û alên Kongra Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û beşdarî meşê bûn.
Meşê ji çerxerêya Sonî dest pê kir, dê meş li çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajêr veguhere mitîngê. Di mitîngê de dê li ser navê rêxistinên jin û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin bên kirin.

