Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Edîtor: Axin Mahir Dicle
20/12/2025 - 9:44
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 16 mins read
A A
Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Karasu bi gotina, “Her hevalekî/ê, di şexsê wê de mezinahiya PKK’ê û rastiya Rêbertiyê, bedewî û nirxên xeta azadiya jinê ya ku Rêbertî afirandiye dît” şehîd Berfîn Nûrhaq vegot û wiha got: “Barê me bi rastî giran e. Pêkanîna armanc û hesretên wan, sedema jiyana me û wateya wê ye. Jiyana me bi xwe ye. Em ê heval Berfîn bi wan bedewiyên wê bidin jiyandin. Em ê wan nirxên wan di nava hemû civakê û hemû hevalan de belav bikin. Bi vî rengî, em ê Kurdistana azad û civaka azad a ku wan xeyal dikir, pêk bînin.”

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, kesayetiya “taybet û yekta” a Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demir) ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a 13’ê Kanûna 2021’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û tiştên ku wê li tevgerê zêde kirine, ji ANF’ê re vegot:

“Ez heval Berfîn Nûrhaq û Sema Roza yên ku di 13’ê Tebaxa 2021’an de li Garê şehîd bû, bi minet û rêz bi bîr tînim. Heval Berfîn, hevaleke ku min baş nas dikir bû. Helbet me bi hezaran hevalên jin û mêr nas kirin, bi hezaran hevalên me yên ku me nas dikirin şehîd bûn. Ji vê aliyê ve dîroka me, her wiha dîroka şehîdbûna hevalên me yên ku em pê re jiyan û me wan baş nas dikir e. Ev dîrok, di heman demê de dîroka ku kesayetiya me ava dike ye. Ji ber ku me bi van bi hezaran hevalan re jiyan kir, me bi hev re têkoşîn kir, me bi hev re ev rêxistin bi rêve bir, me di nav vê rêxistinê de xebat kir. Lê bi hezaran hevalên me di nav têkoşînê de şehîd bûn. Ez hemû şehîdan bi minet û rêz bi bîr tînim.

Ez di salên 2003-2004’an de bi heval Berfîn re xebitîm. Me xebateke pir nêz meşand. Wê demê em li xebatên Tirkiyeyê dinêrt. Hevaleke ku me dişopand û didît bû. Bi taybetî dema ku sala 2003’an di xebatên Tirkiyeyê de em bi hev re bûn, min ew pir baş nas kir. Hevaleke pir taybet û yekta bû.

Helbet hemû şehîdên me ji bo me bi nirx in, hemû hevalên me bi nirx in. Hevalên ku çanda Partiyê digirin û di perwerdeya Rêber Apo re derbas dibin, helbet bi nirx û bi rûmet in. Di vê têkoşînê de şehîd ketin, ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin, ji bo azadiyê jiyana xwe danîn holê û li ber her cure zoriyan rabûn. Rastiyeke me ya şehîdan a wiha, rastiyeke me ya mîlîtanan a wiha heye. Rastiyeke PKK’tiyê ya wiha heye.

Mîlîtanên PKK’ê pir cuda ye. Naşibe mîlîtaniya li tu derê cîhanê, naşibe endamtiya rêxistinê û şervaniyê. Ji ber ku şoreşa Kurdistanê, şoreşeke “herî zor” e. Têkoşînek e ku di şert û mercên herî giran de tê meşandin. Dîsa, rastiyekê Kurd û Kurdistanê heye ku di bin bandora hêzên navneteweyî, paşverûtiya herêmî û paşverûtiya Kurd de ye, ku rastiya civakî ya Kurd di bin mêtingeriya qirker de hatiye tepisandin. Helbet di nav hawirdoreke wiha de têkoşîn kirin ne hêsan e.

HEMÛ ALIYÊN BEDEW ÊN DI HEVALAN DE HENE DI XWE DE ŞÊNBER KIRIBÛ

Têkoşîneke wiha bi mîlîtanên ku Rêber Apo afirandine pêk hatiye. Bi nasnameya PKK’ê ya ku partiya Rêber Apo afirandiye pêk hatiye. Ji vê aliyê ve hemû hevalên me, şehîdên me di perwerdeyê re derbas bûne û xwe guhertine, veguherandine û kesayet û nasnameyeke nû bi dest xistine.

Şehîdên me bi vî rengî bi nirx in, lê bi rastî heval Berfîn û hin hevalên bi vî rengî pir taybet û yekta dibin. Çawa? Hevaleke ku xwedî taybetmendiyên pir cuda bû, hema bêje hemû bedewî di xwe de kom kiribûn. Aliyekî bedew ê hevalekî heye, aliyekî din ê bedew ê hevala din heye, aliyekî erênî yê hevalekî heye. Ev heval û hin hevalên mîna wê, hemû aliyên bedew ên di hemû hevalan de hene di xwe de şênber kiribûn. Yanî abîdeyekê nirxên bedew, sembolekê nirxên bedew, kesayetiyekê nirxên bedew ava kiribûn.

Di vê mijarê de helbet bandora perwerdeya Rêbertî û dersên Rêbertî pir diyarker e. Dîsa nirxên ku di nav têkoşîna pratîkî ya PKK’ê de hatine qezenckirin hene; heval Berfîn bi vî rengî şêwe girtiye. Kesayetiya xwe bi vî rengî ditiye, kesayetiya wê ya bingehîn wiha ava bûye. Lê divê mirov vê jî bibêje: Ev qas nirxên bedew di xwe de şênber kirin, şênberkirina aliyên bedew ên perwerdeya rêbertî û nirxên bedew ên partiyê, ji aliyekî ve jî ji hawirdora wê ya mezinbûnê tê gelo hawirdora malbatê ye yan bandorên cuda ne ew taybetmendiyên bedew hene. Ew taybetmendiyên bedew dema bi partiyê re, bi dersên Rêbertî re rû bi rû man, bûn kesayetiyeke pir cuda. Heval Berfîn kesayetiyeke wiha bû. Hevaleke pir bi nirx, pir bedew û hevrêyeke pir baş bû. Dibêjin “hevrêya hevrêyan bûn”, “hevrêya tam a Rêbertiyê bûn”; bi rastî kesayetiya xwe wiha guhertibû û veguherandibû.

HER HEVALEKÊ/Î DI ŞEXSÊ BERFÎN’Ê DE BEDEWIYA RASTIYA PKK’Ê DÎTİYE

Pir sade bû. Hevaleke ku tu kompleksên wê tune bûn û her tim enerjiya pozîtîf dida bû. Ez bawer dikim her hevalê/a ku ew naskiriye, enerjiya pozîtîf jê girtiye. Her hevalekî/ê ciwan ku ew dîtibe, di dema dîtina wê de bêtir bi têkoşînê, bi PKK’ê û bi rêbertiyê ve hatiye girêdan. Di wê de taybetmendiyên bedew ên rastiya rêbertiyê, kesayetiya jinê ya ku rêbertî dixwest biafirîne, kesayetiya mîlîtan û kesayetiya partiyê ya ku rêbertî dixwest biafirîne, dîtine. Wê bi rawestana xwe ya wiha bandor kiriye. Bandor li ciwanan kiriye, bandor li derdora xwe kiriye û enerjiyeke pozîtîf belav kiriye.

Di şexsê wê de hevalên nû, hevalên ciwan yan jî her hevalekî/ê mezinahiya rastiya Rêbertiyê, mezinahiya PKK’ê, bedewiya rastiya PKK’ê û bedewî û nirxên xeta azadiya jinê ya ku Rêbertî afirandiye, dîtine. Min bixwe wisa dît. Ez jî kadroyekî kevin ê vê Partiyê me, hevalekî kevin im lê dema min Berfîn didît, min fêm dikir ku ev partî hîn bi nirxtir e.

Min hîn çêtir didît ku ev partî û ev Rêbertî çawa mirovên wisa diafirîne û ez bi vê serbilind im. Wekî endamekî, kedkarekî û mîlîtanekî vê partiyê ez bi rastî serbilind im. Çima? Ji ber ku Partî mirovên wiha diafirîne, mirovên wisa bedew diafirîne.

EZ HER TIM JÊ BANDOR BÛM

Têkoşîn, bi keda û têkoşîna hevalên me yên bi nirx û bedew ên wiha tê vê astê. Jixwe Rêbertî got; “PKK partiya şehîdan e”. Van şehîdên me, bi şehadeta xwe wan bedewiyên xwe û nirxên xwe yên bedew wekî mîras ji hemû hevalan re dihêlin û lê zêde dikin.

Bi vî rengî her hevaleke jin, hinekî dibe Berfîn Nûrhaq, ji Berfîn Nûrhaq bandor dibe. Em hemû ji kesayetiya Berfîn Nûrhaq bandor dibin. Ez bi rastî her tim bandor bûm; ji wê bedewiya wê, sadekariya wê, sekna wê ya bêkompleks, ji hezkirina wê ya hevaltiyê, ji dilsoziya wê ya bi Partî û Rêbertiyê re. Dema min ew didît min bi rastî moral digirt. Min digot “Çiqas xweş e”, “Mirov di vê partiyê de be, bi hevaleke wisa re bibe heval çiqas xweş e”. Min bi rastî ew her tim wisa hîs kir, min ew her tim taybet û yekta dît.

Ez dikarim vê bibêjim: Hin heval, bi taybetmendiyên kesayetiya xwe jî nirxên pir mezin li vê têkoşîna azadiyê zêde dikin û zêde kirine.

Erê, hewldana wê çêbûye: Li vir mîlîtantî kiriye, li wir rêveberî kiriye, erkên wiha girtine ser xwe, helbet keda şehîdên me heye. Lê her wiha bi wan sekn û kesayetiyên xwe jî piştgirî û tevkariyeke mezin dane têkoşînê. Ji ber ku ew yektayî û kesayetiyên wan bandor li mirovan kiriye.

XWENDEKARÊN KU PERWERDE KIRIN BI SEKNA XWE BANDOR KIR, ENERJIYA POZÎTÎF DA

Heval Berfîn li Rojhilat ma, heta kûrahiya Îranê çû û mîlîtantî kir, li Şengalê ma, li gelek qadan xebat meşand. Herî dawî di Fermandariya Akademiyên Apollon a HPG’ê de cih girt. Mîlîtan perwerde kirin, şervan gihandin, gerîla perwerde kirin. Gerîlayên ku wê perwerde kirin bûn fedaî, şer kirin û şehîd bûn. Ji ber vê yekê heval Berfîn, li Akademiyên Apollon jî perwerde da û bi wan perwerdeyan re ew heval kirin mîlîtan. Ew heval kirin partiyên baş, şervanên baş, gerîlayên baş û hevalên baş. Dilsoziya bi têkoşînê re û hêrsa li dijî mêtingeriya qirker zêde kir. Ji vê aliyê ve bi rastî van hevalan bi kesayetiyên xwe ve li cihê ku lê rûdiniştin, li cihê ku lê digeriyan, li ser hevalên ku didîtin bandor hiştine.

Di perwerdeyan de jî bi rastî nirxên pir mezin zêde kirine. Perwerde ne tenê gotina rastiyan e. Divê perwerdekar bi taybetî ji xwe û ji kesayetiya xwe jî tiştekî bide. Nexwe tenê bi vegotina tiştan perwerde nabe. Divê perwerdekar her wiha enerjiya pozîtîf bidin kesên ku perwerde dikin. Divê kesayetiyê bidin wan.

Ez bawer dikim xwendekarên ku heval Berfîn perwerde kirine, dema heval Berfîn dîtine, hin kêmasiyên xwe temam kirine. Taybetmendiyên wekî hevaltiya Berfîn, paqijî, hestiyarî, bêkompleksbûn û dilsoziya bi rêxistin, rêbertiyê û gel re bi dest xistine. Wê bi sekna xwe bandor li wan kiriye. Wan jî seknek, nasnameyek û kesayetiyek bi dest xistine. Ev pir girîng e.

ŞEHADETA WÊ JI BO HEMÛ HEVALAN GIRAN BÛ

Ji ber vê yekê helbet şehadeta wan giran bû. Bi rastî ji bo hemû hevalan giran bû. Min ji Fermandariya HPG’ê re got, “Ma hûn daxuyaniyekê nadin?” Hê sala 2022’an bû. Hevalan got: “Em hîn nikarin bawer bikin! Me hîn şehadeta wê qebûl nekiriye ku em eşkere bikin.” Bi rastî hevaleke wisa bû. Mirov nikare şehadeta wê jî ragihîne. Em ê çawa bikin? Em ê çawa bibêjin “Berfîn Nûrhaq şehîd bû”? Ev ji devê me dernakeve. Hevalan got, “Em ê weşandineke wiha çawa bikin?”. Ji vê aliyê ve hevaleke pir bibandor bû.

Li ser min jî bandoreke pir mezin kir. Dema min şehadeta wê bihîst, ez bi rastî pir û pir bandor bûm.

Min jî her tim nirx dida wê. Dema min didît, em li ser mijaran diaxivîn û me nîqaş dikir. Kesayet û nasnameya wê bû sedem ku ez nirx bidim wê û pê re nîqaş bikim.

Beriya ku şehîd bibe, nameyek ji hevala me Raperîn Mûnzûr a di Koordînasyona PAJK’ê de ye re nivîsandiye. Ji ber ku perwerdeyê dide; di nameya xwe de behsa hûrguliyên perwerdeyê yên li ser Partiyê û mijarên cuda dike û dibêje “Ez pir dixwazim bi heval Karasu re nîqaş bikim”. Piştî şehadeta wê, heval Raperîn ev ji min re ragihand. Jixwe ez pir bandor bibûm. Dema wisa got, ez hîn bêtir bandor bûm. Helbet hemû şehîd hevalên me ne, em ji hemûyan bandor dibin. Lê xuya ye gava mirov hinekî nêztir nas dike û taybetmendiyên wisa dibîne, ji bîr nake. Bi hin taybetmendiyên wê, wê her tim tîne ber çavên xwe.

HEVAL BERFÎN KÛRAHIYA ZULMÊ FAM KIR

Di qezenckirina taybetmendiyên wiha yên heval Berfîn de, bandora hawirdora ku lê mezin bûye, derdor û herêma wê jî heye. Ji ber ku piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, cihê ku qirkirina çandî herî zêde lê hate meşandin, rojavayê Firatê ye. Ew bixwe Elbistanî ye. Ez jî ji wê herêmê me. Plana “Şark Islahat”ê bi rastî plana tirkkirina tevahiya rojavayê Firatê ye. Û ev polîtîka di asteke girîng de bibandor bûne. Di serî de qirkirina çandî kiriye, afirandina civakeke ku ji rastiya Kurd qut bûye û jê dûr ketiye hatiye armanckirin. Di sala 1978’an de jî bi Komkujiya Gurgumê re, mirovên wê herêmê ji axa wan hatin qutkirin û ber bi metropolan û cîhanê ve hatin belavkirin.

Nexwe hevalên ku ji nav rastiyeke civakî ya wiha tên, dema gihîştin hişmendiya mêtingeriya qirker, dema fêm kirin ku polîtîkaya tirkkirinê û tinekirina nasnameyê li ser wan tê meşandin, dema fêm kirin ku tê xwestin ji koka xwe, çanda xwe bên qutkirin û bibin tiştekî din û dema ketin nav vê têkoşînê, helbet hêrsa wan hîn bêtir zêde dibe.

Ji ber ku ji çanda xwe, nasnameya xwe û axa xwe tê qutkirin. Tevahiya dîroka wê, dîroka bi hezaran salan, dîroka kal û bavên wê, çanda wan tê tunekirin. Gava mirov digihîje hişmendiya vê, helbet welatparêzî jî kûr dibe. Hêrsa li dijî mêtingeriya qirker kûr dibe. Ez jî ji heman herêmê me û van tiştan hîs dikim. Di mîlîtantî, welatparêziya kûr û kesayetiya heval Berfîn de hêrsa li dijî mêtingerê qirker jî mezin e. Û bi vî rengî dixwaze bibe “xwe”. Dixwaze dîsa bi çanda xwe, nasnameya xwe, dîroka xwe re rû bi rû bibe, xurt bibe û bi cewherê xwe bijî.

Dema ez heval Berfîn dinirxînim, ev tişt jî tên bîra min. Ji ber ku girîng e. Tenê bi xwendina hin tiştan mirov nabe mîlîtanekî/ê baş. Hêrs girîng e. Hêrsa li dijî nemafiyê girîng e. Hêrsa li dijî zulm û zextê girîng e. Famkirina kûrahiya wê zulm û zextê girîng e. Ji vê aliyê ve heval Berfîn ev fam kiriye, ev fêm kiriye. Jixwe di diyalogên bi Rêbertiyê re, dema li cem Rêbertiyê ma, hewl da bigihîje vê rastiyê. Gotiye “Ez di zûtirîn dem de herim Kurdistanê, bigihîjim çiyan, têkoşîn bikim”, xwestiye bi çiyayên Kurdistanê re bibe yek. Jixwe li Osmaniyeyê mezin bûye, ji Gurgumê jî hatiye qutkirin; rastiyeke wiha heye.

Ji vê aliyê ve hezkirina xak, hezkirina welat û hezkirina gel jî pir û pir girîng e. Ji vê aliyê ve, famkirina wê ya li ser vê rastiyê jî, yanî gava mirov ji Başûrê Rojavayê be, ji rojavayê Firatê be û vê rastiya qirkirinê fam bike, ji bo min pir bi nirx bû. Gihîştina wê hişmendiyê, bi hişmendiyeke wiha hemêzkirina têkoşînê pir bi nirx û watedar bû. Ji wê axê şîn bûn û bûn mîlîtaneke wiha, bûn Apoyiyeke wiha, bi vî rengî girêdana bi Rêbertî û Partiyê re û têkoşîna fedaî, bi rastî dibe nirxeke girîng.

EM Ê HEVALA BERFÎN BI WAN BEDEWIYÊN WÊ BIDIN JİYANDIN

Helbet em ê van şehîdan bidin jiyandin, em ê bîranînên wan bidin jiyandin. Erê em bandor dibin, lê di heman demê de em berpirsiyariya pêkanîna têkoşîn, hesret û armancên wan digirin ser milê xwe. Ji vê aliyê ve van hevalan vê berpirsiyariyê jî didin ser milê me. Em dikarin vê bibêjin: Barê me bi rastî giran e. Pêkanîna armanc û hesretên wan, sedema jiyana me û wateya wê ye. Jiyana me bi xwe ye. Ji vê aliyê ve em ê hemû şehîdên xwe, heval Berfîn jî bi wan bedewiyên wê bidin jiyandin. Em ê wan nirxên wan di nava hemû civakê û hemû hevalan de belav bikin. Bi vî rengî, em ê Kurdistana azad, civaka azad û rastiya jinê ya azad a ku wan xeyal dikir, pêk bînin; helbet jin wê bi têkoşîna xwe vê pêk bînin. Hevalên me yên jin wê hesretên heval Berfînan teqez pêk bînin.

Ji bo heval Berfîn ez dikarim van tiştan diyar bikim. Ez bawer dikim ku hevalên wê yên jin wê heval Berfîn hîn çêtir binirxînin. Wê taybetmendî, yektayî û bedewiyên wê derxin holê. Û bi wan bedewî û yektayiyên wê ve em ê Berfîn hîn çêtir nas bikin. Tevahiya avaniya rêxistina me, gelê me û jin wê hîn çêtir nas bikin. Ev jî wê hêz û lezê bide têkoşîna me hemûyan. Wê bibe sedem ku têkoşîna me hemûyan bi rastî bibandor bibe.

Bi vê boneyê, ez van hevalan careke din bi rêz û minet bi bîr tînim. Helbet ez heval Sema jî bi bîr tînim. Ew jî keçeke Kurd e, ji malbateke welatparêz tê. Kedkar e, fedakar e, dilsoz e. Ji hawirdoreke wiha, ji malbateke wiha tê. Ji vê aliyê ve li gel heval Berfîn, ez wê jî bi minet û rêz bi bîr tînim. Ez sersaxiyê ji malbatên wan û ji hemû gelê Kurd re dixwazim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Axin Mahir Dicle

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.