Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên 2017’an parvekir

"6'ê Tîrmeha 2017'an li herêma Heftanînê di bombardûmana li qada Bektorya de hevrêyên me Denîz, Argeş û Amed şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng ku ji bo paşeroja azad a gelên xwe bêteredût bi lehengî şer kirin, di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/07/2021 - 13:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdên 2017’an parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“6’ê Tîrmeha 2017’an li herêma Heftanînê di bombardûmana li qada Bektorya de hevrêyên me Denîz, Argeş û Amed şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng ku ji bo paşeroja azad a gelên xwe bêteredût bi lehengî şer kirin, di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Denîz Pîran
Nav paşnav: Garîbe Çetîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Azîze-Mecît
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Tîrmeha 2017 / Heftanîn

 

Nasnav: Argêş Gever
Nav paşnav: Mûhammed Çakan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nadîre-Recep
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Tîrmeha 2017 / Heftanîn

 

Nasnav: Amed Amed
Nav paşnav: Ozkan Aydin
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Tîrmeha 2017 / Heftanîn

DENÎZ PÎRAN

Hevrêya me Denîz li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz e û li herêma lê ji dayik bû hêzên gerîla lê çalak bû, di temenê zarokatiyê de firsend dît ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Rêbaza jiyanê, têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bala hevrêya me Denîz kişand, zarokatiya xwe bi xeyalê bûyîna gerîla derbas kir û soz da xwe ku rojekê teqez bibe gerîla. Bi xeyalê gerîlatiyê hevrêya me Denîz her wiha nakokiyên civakî û polîtîkayên dijmin ên ji bo qirkirina gelê me, ji nêz ve dît. Bi taybetî tundiya li nava civakê ya li jinê dihate kirin ji bo wê bû nakokiya kûr, ti carî ev nêzîkatî qebûl nekir û biryar da ku jiyaneke bi vî rengî ti carî qebûl neke. Ji bo vê jî biryar da ku tevlî PKK’ê bibe ku tevgera azadiyê ya gelê me û jinan e. Bi vî rengî beşdarî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li gel zor û zehmetiyan jî da pey xeyala xwe û di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Her ku felsefeya Rêbertî nas kir, bêhtir bi Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ve hate girêdan û jê bawer kir. Li ser vê bingehê giranî da ser perwerdeya îdeolojîk, ji bo bibe jineke azad kete nava pêvajoyeke berfireh a kûrbûnê. Di ehman demê de weke gerîlayeke YJA Starê ji bo karibe gelê xwe û xwe biparêze, helw da ji aliyê gerÎlatiyê ve bibe pispor û di vê de jî bi ser ket. Hevrêya me Denîz bi sekna xwe ya leşkerî û îdeolojîk, bi têkiliyên xwe yên hevrêtiyê ji hevalên xwe hemûyan re bû mînak û bi dilê xwe yê zarokatiyê ku qet gemarî nebû, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin.

ARGÊŞ GEVER

Hevrêyê me Argêş li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me gelek keç û xortên xwe yên leheng da Têkoşîna Azadiyê ya Kuridstanê û bi têkoşîn û sekna xwe mînakeke li tevahiya welatê me. Ji ber welatparêziya derdora xwe, her wiha bi saya çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker, partiya me PKK nas kir.

Di demekê de ku êrişên dewleta Tirk a mêtinger gelekî giran bû, hevrêyê me Argêş tevlî nava refên gerîla bû û di demeke kurt de weke gerîlayekî şareza li herêmên Zagros û Qendîlê gerîlatî kir. Di vê pêvajoyê de bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar, bala hevrêyên xwe kişand ser xwe û bi keda xwe bû milîtanekî mezin. Sala 2015’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi teşwîqa dewleta Tirk êrişî Şengalê kir, cihê xwe di nava yekîneyên gerîla de girt ku bi hawara gelê me ve çû ku bi qirkirinê re rû bi rû bû. Bi vî rengî di pêvajoya dîrokî de bi rola xwe rabû. Li Şengalê di têkoşîna dijî çeteyan de hevrêyê me Argêş ji aliyê leşkerî ve tecrûbeyên mezin bi dest xist, ji bo van tecrûbeyên xwe li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk bixe pratîkê gelekî hewl da. Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Şengalê derbasî herêma Heftanînê bû, heman serketin li vir jî meşand û di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû. Bi kedkarî, durustî û nêzîkatiya xwe ya cewherî ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Hevrêyê me Argêş bi şehadeta xwe bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe hemûyan re.

AMED AMED

Hevrêyê me Amed li dilê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku qet serî natewîne û sekna doza azadiyê ya Kurdistanê ye li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Taybetmendiyên bajarê ku lê ji dayik bû bandor li kesayetiya wî kir. Ji ber derdora wî welatparêz bû û xelkê me yê Amedê li dijî dijmin timî radibe serhildanê, hevrêyê me Amed jî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê nas kir û jê hez kir. Ji ber vê yekê di temenê ciwantiyê de tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, cihê xwe di nava karên ciwanan de girt û li Amedê pêşengî ji gelek çalakiyên girseyî re kir.

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me, êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser xelkê me yê li Rojava û Şengalê kir ku hevrêyê me Amed hîn bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe. Ji ber vê yekê jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû gerîlayê azadiyê yê gelê me. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, timî hewl da bêhtir têbikoşe û ji bo têkoşînê ti sînor dananî ber xwe. Li ser vê bingehê xwest xwe perwerde bike û pîvanên gerîlatiya profesyonel a serdema nû di kesayetiya xwe de bide rûniştandin. Hevrêyê me Amed girîngî da pisporiya li gerîlatiyê û baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi yekîneyên gerîla yên pispor serketin dikare bê misogerkirin. Ji bo vê jî dîsîplîna leşkerî derxist asat heî bilind û bû gerîlayekî profesyonel.

Hevrêyên me Denîz, Argêş û Amed di jiyan û têkoşîna xwe de her tim bûn milîtanên Apoyî yên pêşeng. Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku wan radestî me kirine bi hişmendî bû berpirsyariyê em ê hildin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Colemêrgê wêneyên dagirkeriyê – Araqê vedixwin û sirûda mehter lêdixin’

Nivîsa Pêş

HRE nasnameya şehîdekî eşkere kir: Em rêheval Dilşêr Efrîn birêzdarî bibîr tînin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HRE nasnameya şehîdekî eşkere kir: Em rêheval Dilşêr Efrîn birêzdarî bibîr tînin

HRE nasnameya şehîdekî eşkere kir: Em rêheval Dilşêr Efrîn birêzdarî bibîr tînin

TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

LEZGÎN - Gerîlayên HPG û YJA Starê 17 leşkerên Tirk bêbandor kirin!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.