HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Sûriyê li bajarê Heseke “1’emîn Konferansa Kadroyên Ciwanên Neteweya Demokratîk” lidarxistin. Konferans li xwarîngeha Marbella bi amadebûna endamên ji gelek bajaran pêk hat. Konferans, ji şehîd Ronahî Amanos re hat diyarî kirin, bi boneya salvegera 1’emîn a şehadeta wê.
Konferans bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê, Şervîn Heseke bi axaftinekî konferans da vekirin. Şervîn diyar kir ku bê ciwanan guhertin û şoreş nayên avakirin. Her wiha, da diyar kirin ku di vê pêvajoyê divê ciwanan tevlîbûna QSD zêde bikin, da ku destê Rêber Apo xurt bikin û projeya netewa demokratîk li Sûriyê û tevahî herêmê bi serbixînin.
Piştre dîmenên perspektîfên Rêber Apo ji bo kadroyên netewa demokratîk û portreya şehîd Ronahî Amanos hatin pêşkêşkirin.
Mijara yekemîn a konferansê, rola ciwanan di pêkanîna Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de bû. Ciwanan dan diyar kirin ku divê ne tenê li Rojava, lê belê li tevahî Sûriyê ciwanan werin bi rêxistinkirin.
Piştî wê gavên pêwîst ên rêxistinî ji bo avakirina netewa demokratîk li Sûriyê hatin nîqaş kirin.
Ciwanan şehîd Ronahî bibîranîn û qala naveroka konferansê kirin.



