Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Milîtanê pêşeng ê PKK’ê Dozdar Hamo bi êrîşa hewayî şehîd bû’

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê: Fermandarê PKK'ê, kadroyê milîtan ê pêşeng Abdulrahhman Hamo (Dozdar Hamo), Mijdara 2019'an bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/09/2020 - 10:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
‘Milîtanê pêşeng ê PKK’ê Dozdar Hamo bi êrîşa hewayî şehîd bû’

ANF Images

ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir, “Ji ber şehadeta hevrê Dozdar êşa me gelekî giran e. Bi hilgirtina karên wî, bi pêkanîna armancên wî, di meş û têkoşîna vê oxirê de em dikarin vê êşê sivik bikin. Bi mezinkirina tola ji dijmin, bi hilweşandina faşîzmê û bi azadiya Rêberê xwe û Kurdistanê em dikarin êşa xwe sivik bikin.”

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan ragihand, “Fermandarê hêja yê partiya me, kadroyê milîtan ê pêşeng û komunal, nûnerê zindî yê nirxên dîrokî Dozdar Hamo (Abdulrahman Hamo), Mijdara 2019’an bi êrîşa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Di şexsê malbata heval Dozdar de, serê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, yê partiya me, hevrêyê me û gelê me sax be” û domand, “PKK, partiya pêşeng a gelê Kurdistanê, têkoşîna azadiyê ya sedsalê didomîne. Ev têkoşîn ji Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, bi lez li tevahiya Kurdistanê berbelav bûye, li welatên cihê yên cîhanê jî bi lez xwe gihandiye Kurdan, bûye partiya pêşeng ku gelê Kurdistanê lê xwedî derketiye.

BI JIYAN, TEVLÊBÛN, PRATÎKA XWE BÛ PÊŞENGÊ JIYANA AZAD

Ji ber sedema ku PKK tekane hêz e ku Kurdên azad dide jiyîn, parastin  û nûneriya vê dike û bi vî rengî bûye partiya pêşeng a gelê Kurdistanê û bûye gel, li nav gelê Kurdistanê milîtanên bi dilê xwe mezin ku xwe bi gelê xwe re kiriye yek, afirandiye. Xeta PKK’ê, mînakên pir hêja yên mirovan, kesayatên dîrokî yên civakî derxistiye holê. Her wiha kesayatên dîrokî û civakî şehîdên me, bi pratîk, jiyan, helwest û bi keda xwe ya li nav partiyê, bûne hêzên ku partiyê heyî dikin, mezin dikin û domdar dikin. Gelê Kurdistanê yê berxwedêr, bi dîroka xwe ya qedîm a berxwedêr, bi civakîbûna xwe, bi yekbûna bi PKK’ê re, nirxên mirovahiyê yên serdemê jî bi zêdekirina li civakîbûna xwe, bi wê îdiayê ye ku pêşengiya jiyana azad a mirovahiya cîhanê bike. Ev îdîa û hêza PKK’ê, bi Rêber Apo û şehîdên me ye . Hevalê me Dozdar Hamo bi jiyan, tevlêbûna, pratîka xwe bûye yek ji van hevrêyan ku ev îdîa jiyaye.

BI HELWESTA XWE YA MILÎTAN BÛ PÊŞENG

Heval Dozdar, 1969’an li Efrînê jidayik bûye. Efrîn weke ku tê zanîn, navendeke çandê ye ku nirxên azadiyê yên Kurd, nirxên şoreşa çandiniyê, nirxên baweriya aryenîk lê têne parastin û mezinkirin. Efrîn bi serê xwe Kurdistan e. Çanda civaka exlaqî û polîtîk ku bi parastina wê, jiyandina wê û bi PKK’ê re bi yekbûnê, bi nirxên berxwedanê mayinde kirî, Kurdên azad ên ku di civakîbûna Efrînê de derketî holê, aniye asta ku bibe mirovên mînak ên serdemê. Hevrê Dozdar, bi van nirxên civakî mezin bûye, ji kûr ve bi ser axa xwe ve girêdayî, nirxên civakî di ser her tiştî re girtiye, yekbûna bi hemû parçeyên Kurdistanê bi asta herî jor jiyaye, bi helwesta xwe ya milîtaniya pêşeng, tevahiya jiyana xwe bûye fermandarê mînak. Hê bi ciwanî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê dîtiye û ji bo azadiya Kurdistanê biryar li ser têkoşînê daye û 1990’an tevlî nav refên PKK’ê bûye. Piştî tevlêbûnê çûye qada Rêbertî, ji Rêber Apo perwerdehiya jiyan û têkoşînê standiye, israr û îdeaya têkoşînê geş kiriye. Bi coşî, moralê ku ji perwerdehiya Rêbertî standî û bi azweriya têkoşînê 1992’an hatiye çiyayên Kurdistanê. Bi salên dirêj di şertên herî giran de şervanî kiriye, li gelek qadên welêt maye, hê bi ciwantî di kesayat û helwesta xwe de fermandarî pêk aniye. Bi salên dirêj li qada xebata leşkerî cih girtiye, fermandarî kiriye, tevlî bêhijmar çalakiyan bûye û bi qasî ku ji her ciwanê Kurd re bibe mînak ji dijmin tol hilandiye. Mohra xwe li serketinên mezin daye, di serî de bi kesayatê, piştre li hemû qadên jiyanê, bi baweriya tevlê bûye. Bi vê kûrahiya hişmendiyê rêveberî û pêşengiya gelek xebatan kiriye.

BI SALÊN DIRÊJ RÊVEBERIYA XEBATÊN RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê KIRIYE

Hevrê Dozdar hem fermandarekî zîrek ê pêşeng, hem jî hostayekî zîrek ê ramanê bû. Bi nivîs, helbest, analîzên xwe yên siyasî, bi hêza mezin a propagandayê, mirov, jiyan û cîhan weke ku pirtûkek be dixwend û tiştên ku dixwend jî bi hostayî dikarîbû vebêje. Bi salên dirêj di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de rêveberî kiriye, di serdemên krîtîk de bi rolên girîng rabûye. Li gel vê, di xebatên civakê de, di xebatên propaganda, dîplomasiyê de cih girtiye, bûye xwedî helwest ku dema partiyê hewce dîtiye li her deverê ji her peywirê re hazir e. Hevrêyekî me yê wiha ye ku di kesayata xwe de bi qasî ku nirxên civakî yê Kurdên azad rojane bike, her wiha li ser pevgihandina nirxên hevpar ên Kurd, Tirk û Ereban jî xwe mezin kiriye, bi vî rengeî jî bûye mirovê mînak ê neteweya demokratîk a Rojhilat Navîn. Ji pêkhatina şoreşa Rojava kelecaniyeke mezin standiye, keda xwe ya zêde li vê şoreşê heye. Bi nasnameya Rojhilata Navîn a ku bi xwe re afirandî, ji bo ku rengê şoreşê derkeve holê, di geşbûna hêza avakirina şoreşê de bûye xwedî kedeke girîng. Hevrêtiya wî ya bi hevalên jin re, ew di nav civaka hevrêyan de kiriye hevrêyekî ku nirxdar, bi vî aliyê xwe asteke mezin a hevrêbûna bi Rêbertî re zevt kiriye. Hevrê Dozdar, kesayateke civakî ye ku bi devlikeniya xwe, bi diyaloga ku bi her kesî re, bi têgihiştina civakiya pozîtîf hem bi hevrêyên xwe re û hem jî bi gel re karîbûya têkiliyê deyne û par ve bike.

BI HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ, BI AZADIYA KURDISTANÊ Û RÊBERÊ XWE EM DIKARIN ÊŞA XWE SIVIK BIKIN

Ji ber şehadeta hevrê Dozdar êşa me gelekî giran e. Bi hilgirtina karên wî, bi pêkanîna armancên wî, di meş û têkoşîna vê oxirê de em dikarin vê êşê sivik bikin. Bi mezinkirina tola ji dijmin, bi hilweşandina faşîzmê û bi azadiya Rêberê xwe û Kurdistanê em dikarin êşa xwe sivik bikin. Xwedîderketina li bîranîna hevrê Dozdar Hamo şikandina tecrîdê ye, hilweşandina faşîzmê ye, pêkanîna azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye, bicihanîna şoreşa neteweya demokratîk e. Xwedîderketina li bîranîna hevrê Dozdar Hamo xwedîerketin û parastina şoreşa Rojava ye, bi avakirina neteweya demokratîk re mezinkirina şoreşê ye.

Şehîdên me pêşengên rastî yên şoreşa me ne. Nirxên me yên nemirin k rojane me bi rê ve dibin, rê nîşan didin, wezîfeyên dîrokî yên gelê me kêlî bi kêlî vedibêjin. Hişmendiya şehîdan a ku Rêber Apo di nava partiya me de afirandiye, li gel wateya xwe ya mezin her wiha di sekn û têkoşînê de jî xwedî wateyeke mezin in. Lewma şehîdên me doh, îro û siberoja me ne.

ÎLHAM JI ŞOREŞA ROJAVA WERGIRT, PÊ BI COŞ BÛ, TEVKARÎ LÊ KIR

Mîna ku hevrêyên me yên şehîd ji Rêber Apo re gotine, em jî li hizûra malbatên şehîdan û gelê xwe vê dibêjin: Xema nexun, Bicihanîna paradîgmaya Rêber Apo li gelemperiya Rojhilata Navîn, azadkirina Kurdistanê û jiyana bi Rêberê azad re, wê yekane armanca me be. Em ê berxwedanê roj bi roj mezin bikin, mînakên mirovên azad û jiyana azad zêde bikin, hem bibin hêza tolhildana ji dijmin hem jî hêza avakirina civakîbûna xwe. Soza ku em didin şehîdan ew soz e ku em didin gelê xwe, Rêberê xwe û dîrokê.

Hevrê Dozdar îlhameke mezin ji şoreşa Rojava wergirtibû, pê bi coş bûbû û bi keda xwe tevkarî lê kiribû. Hişmendiya komunal a kûr a civakîbûna Efrînê di jiyana wî de diyarker bû. Gelekî dilsozê xak, çand û civakîbûna Efrînê bû. Bersiva li bîranîna hevrê Dozdar ew e ku tola Efrînê bê hilanîn, Efrîn bê azadkirin û ji nû ve veguhere qada herî bedew a jiyana azad.

Di şexsê hevrê Dozdar Hamo de em li pêşberî şehîdên xwe careke din bi rêzdarî, hezkirin û minet bejna xwe ditewînin, soza xwe ya ji bo Kurdistana azad û Rêberê azad careke din dubare dikin. Di serî de gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê em bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku li dijî faşîzmê têbikoşin, eniya têkoşînê mezin bikin, dawî li tecrîdkirina Rêbertî bînin, faşîzmê hilweşînin, tola şehîdan hilînin û bi Rêberê Azad re neteweya demokratîk li Kurdistana azad ava bikin.”

 

1 Ji 13
- +

1. ANF Images

2. ANF Images

3. ANF Images

4. ANF Images

5. ANF Images

6. ANF Images

7. ANF Images

8. ANF Images

9. ANF Images

10. ANF Images

11. ANF Images

12. ANF Images

13. ANF Images

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Li 24 gundên Bedlîsê ‘qedexe’ya derketina derve

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li 24 gundên Bedlîsê ‘qedexe’ya derketina derve

Li 24 gundên Bedlîsê 'qedexe'ya derketina derve

LEZGÎN – Ji YPS-JIN’ê li Izmîrê du çalakî

LEZGÎN - Ji YPS-JIN'ê li Izmîrê du çalakî

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.