Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlayeke Cenga Heftanînê: Du Çîrok, Yek Helwest!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/09/2020 - 11:08
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlayeke Cenga Heftanînê: Du Çîrok, Yek Helwest!
ParvekeTweet

HEFTANÎN 

Dem cuda, nav cuda lê belê helwesta ku li hemberî dagirkeran hatiye raber kirin wek hevdûye. Dû Jinên Kurd, herdû jî bi berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Yek Rindexan yek jî Zelal Sîdem. Zelal û Rindexan bi helwesta xwe çawa bûn rêhevalê hevdû? Gav bi gav çîroka Rindexan û Zelal bi vî rengî ye;

Teslîm nabim destê neyar…

Piştî serhildana Şêx Seîd têk diçe, di sala 1926’an de mala Eliyê Ûnîs li hemberî komara tirkiyê serî radikin, bi tu awayî ne wan nasdikin ne jî bac didin wan. Di havîna sala 1935’an de qolordiya leşkerên komarê yên Amedê tên heremê. Li hember van êrîşan bi salan jin û mêrên Mala Eliyê Ûnis mil bi mil bi dagirkeran re şer dikin. Yek ji wan jî keça Mihemedê Elî Rindexanê ye. Rindexan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe li herêmê dibe efsane. Di vê navberê de her diçe şer gûrtir dibe.

Qirkirinek pêk tê, hejmarek diyar nîn be jî, lê ji deh hezarî zêdetir kes têne kuştin.  Rindexanê ji destpêkê heta dawiya têkçûyîna şer, di rêza pêş de şer dike û ew bixwe pêşengiyê dike. Di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê mat dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim” Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye.’’ Piştî ku fermandar qebûl dike û heta pira Malabadê tên. Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê ez dixwazim herî dawîn li axa bavê xwe binêrim û destûra ku çuyîna ser Pira Malabadê dixwaze. Rindexan dertê ser Pira Malabadê û giran giran dimeşe, li ber xuşexuşe ava çemê Batmanê, bi rika li hember vê dîroka kambax û xiyanetê û rastiya dijmin, ji bona ku nebe dîlê dijmin, mîna bazeke birîndar baskên xwe li hev dide û xwe ji Pira Malabadê davêje hembêza çemê Batmanê. Gorî dengbejan gotinên dawî yê rindexan evin;

Ez im rinda Rindexan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar…
Bi cesaret û fedakartîya xwe hêz da hevalê xwe

Sal û zeman derbas bû. Sal bû 2020, nevîyên turanîya dîsa li Çiyayê Kurdistanê ne. vê carê jî li pêşberî wan Rindexanê nûjen hene. Ji despêka Cenga Heftenînê heya niha Gerîlayên jin mohra xwe li vê cengê xistin û bi welatpareziya Rrindexan şerkirin. Bi Îrade, bi hêz û bi şerê xwe rota dan Cenga Heftenîn ê û mezin kirin. Yek ji van gerîlaya jî fermandar Zelal e.Zelal Sîdem ango bi navê rast Rojbîn Varlı di sala 1992 li Amed ê çavê xwe li dinya yê vekir. Xwedî malbateke Welatparêz bû. Di salên 90’i cihê ku herî zêde ji qirkirina dewleta tirk bandor bû yek jê jî Amad bû. Kûştinên faili meçhul, Hizbullah, koçberî, sermalagirtin û li gel van cihê ku herî zêde çalakî lê çêdibin yek ji wan devera bû.   Gengaz bû ku li Amadê carna tenê di nav rojêkê de her cûreyê êrîşa Dewelata Tirk pêk bihata. Di heman demê de jî tevgera ciwanên xwingerm û gelê welartparêz yê Amadê jî her dem hebû. Ji alîyê siyasî de rojên tevlîhev û tarî ye. Zelal Sîdem di rewşek wiha de zarokatî ya xwe derbas dike. Ji ber welatparêziya malbatê teşa ya xwe ya şoreşgeri ya despêkê ji malbata xwe digre. Şahidiya serhildana 2006’an dike û ruxmê ku hîn ciwanê fêm dike ku êdî nikare êşa gelê xwe temaşe bike. piştî Serhildanê bi 2 sala di 2008’an de Zelal Sîdem bi temenê xwe yî ciwan tevlî refê Gerîla dibe. Gerîlatiya xwe ya yekem û bingeha xwe li Zagrosa asî digre. Heya 2013’an de li Zagrosa dimîne. û dibe evîndarê Zagrosa. Pir cara di nav bûyêrên dîrokê de cihê xwe digre. Dema êrîş li ser Kerkûkê çêdibe yek ji wan Gerîlaye ku li hemberî DAİŞ’ê disekinê. Di gelek karê şoreşê de cihê xwe girt. Bû kedkarek çapemeni yê.

Ber bi Heftenînê ve Sal 2018’an rêwîtiya Gerîla Zelal ya Heftanînê despê dike. beyî ku bizanibê wê qasî Zagrosa evîndarê Heftenînê jî bibe gava xwe diavêjê xaka Heftenîn ê. Di nav sê sala de gelek ked dide Heftanînê. Qasê ku ew ji Heftanîn ê hezdike, Heftanîn jî wê bê bersiv nahêle û ew jî fermandara xwe hembêz dike. Zelal Sîdem di heman deme de jî helbestvanekî hestiyare. Her kêlî dema xwe bi saya pênûsa xwe bêmirin kir. Pênûsa wê ji Heftanînê hezkir. Rupelê wê bi bedewya Heftanîn ê tije kir. Berxwedana Gerîlayên Heftanînê nivisand.
Di heman demê de jî di despêka operasyonê heya roja ku Şehîd ket di her kêliyê operasyonê de jî cîhê xwe girt. Şeşdara yek ji wan ciha bû ku şer herî zêde lê dijwar bû. Zelal Sîdem jî li eniya Şeşdara peşengtiya şer kir. Bi cesaret û fedakartîya xwe hêz da hevalê xwe. Di gelek pevçûnên dijwar de jî cihê xwe girt. Roja ku gihişt Şehadetê jî hewlêdanê wê ya herî mezin sax nekêvê destê dijmin. Di her kêliyê de amadebû ku bombeya xwe bi xwe bi teqîne. Çawa Rindexan dersek dîrokî da dijmiinê xwe heman helwestê di 2020’an de Gerîla Zelal li hemberî dijminê xwe raber kir û canê xwe fedakir. Rindexan û Zelal herdû jinên Kurdistanê bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê têde deng dan û bi şerê xwe li herêmê bûn efsane. Kî dizanê belkî jî peyvê dawî ya Zelal jî wekî ya Rindexanê bû;  “Ey Tirkê Tacik, Karê we çi ye li van Çiyan… Teslîm nabim destê neyar…”

ROPERÎ HARÛN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 02’Ê ÎLONA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Di meha Tebaxê de 23’ê jê bi guman 50 jin hatin qetilkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di meha Tebaxê de 23’ê jê bi guman 50 jin hatin qetilkirin

Di meha Tebaxê de 23’ê jê bi guman 50 jin hatin qetilkirin

Sîxûrê MÎT’ê yê ku li Ewistûryayê hatî girtin li xwe mikur hat

Sîxûrê MÎT'ê yê ku li Ewistûryayê hatî girtin li xwe mikur hat

Manşet

  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.