Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê şehîdên Xerzanê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Hevrêyên me bi berxwedana xwe bûn mînakê şervaniya rûmetê û fedaîtiya Apoyî."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/07/2020 - 13:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê şehîdên Xerzanê bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Di daxuyaniya 8’ê Hezîranê de me ragihandibû ku 4’ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li gundê Siyanîs ê navçeya Hawêl a Sêrtê dest bi operasyonê kiriye û di vê operasyonê de 2 hevalên me yên bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sînan Garzan

Nav paşnav: Fîkret Şahîn

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Turkan-Sabrî

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Hezîrana 2020’an / Sêrt

Nasnav: Xemgîn Ronî

Nav paşnav: Serhat Çakir

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Herdem-Gurgîz

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Hezîrana 2020’an / Sêrt

Di daxuyaniya 23’ê Hezîranê de me diyar kiribûn ku 19’ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li gundê Siyamîr ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dest bi operasyonê kiriye û di vê operasyonê de ku heta 22’ê Hezîranê dewam kir, hevalên me Çekdar û Dersim ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çekdar Canfeda

Nav paşnav: Abdulkahar Çoban

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Mevlude-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2020’an / Bedlîs

Nasnav: Dersim Çekdar

Nav paşnav: Recep Yaşar

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Fahriye-Abît

Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2020’an / Bedlîs

Mêtingerî û dagirkeriya li Kurdistanê bi êrişkariyeke faşîzan tê meşandin ku mînaka wê li dinyayê nîne. Hêzên emperyalîst û nokerên wan ji bo berjewendiyên xwe bi salan e mafên gelê Kurd ji kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a faşîst re hiştine. Ji dema avabûna dewleta faşîst û vir ve kiryarên komkujî û asîmîlasyonê bênavber dewam kiriye. Yên ku desteka herî zêde dan dewleta dagirker û kiryarên qirkirinê teşwîq kirin hêzên modernîteya kapîtalîst bûn. Hêzên kapîtalîst ku di kêliya dawî ya zîhniyeta faşîst de ew rizgar kirin, piştî her kiryara qirkirinê xelat da vê zîhniyeta faşîst û hêz da ku komkujiyên nû bike. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li dijî koalîsyoneke emperyalîst a bi vî rengî têdikoşe û lehengên pêşeng ên vê têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê, li dijî nebaşiyê bi biryardarî û îradeyeke xurt têdikoşin. Felsefeya Rêber Apo û berxwedana şehîdên me herikîna dîroka mirovahiyê guherandin û veguherandin tevgerekê ku bûye hêvî ji gelên bindest re. Lehengên her serdemê ev berxwedan gaveke din nêzî serketinê kirin û ala berxwedanê radestî şopdarên xwe kirin. Hevrêyên me Çekdar, Dersim, Sînan û Xemgîn bûn lehengên pêşeng ên vê serdemê.

Hevrêyên me Çekdar, Dersim, Sînan û Xemgîn bi welatparêziya Kurdistanê mezin bûn û ji bo dawî li dagirkeriya zîhniyeta faşîst bînin tevlî nava refên gerîla bûn. Ji bo têkoşîna şehîdan mezin bikin û bigihînin serketinê, ked û ebrxwedaneke mezin nîşan dan. Hevrêyên me bi sekna xwe ya fedayî û daxwaza xwe ya têkoşînê, bûn tirsa dilê hêzên dagirker.

Li dijî hewldanên komên çete noker ên dewleta faşîst, bi îrade û biryardariya xwe cihê xwe di dilê gelê me yê Garzanê de girtin. Hevrêyên me Çekdar, Dersim, Sînan û Xemgîn di operasyonên dewleta dagirker de yên bi rêbazên tirsonekî û xiyaneta nokeran de bi berxwedana xwe destana lehengiyê nivîsandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me bi berxwedana xwe şervaniya rûmetê û fedakariya APoyî temsîl kirin. Wê ji komplogeran tola hevrêyên me bê hilanîn û berxwedana wan bê biserxistin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê tola hevrêyên xwe yên bi komployeke tirsonekî hatin şehîdxistin ji nokeran hilînin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dagirkeran bi SÎHA’yan li Dirbêsiyê bombe li cihekî sivîlan barand

Nivîsa Pêş

Parêzer ji bo Rêber Ocalan bibînin serlêdan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Parêzer ji bo Rêber Ocalan bibînin serlêdan kirin

Hevgirtina Ciwanên Êzidî ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kir

Hevgirtina Ciwanên Êzidî ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kir

Manşet

  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.