Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Hesabê wê dikin ku êrîşê bînin ser Qendîlê

KCK: Hesab dikin ku êrişê bînin ser Qendîlê. Ji bilî vê yekê tu wateya bicihbûna PDK'ê li Wertê nîne. PDK bi vî rengî xizmetê ji hesabên dewleta Tirk re dike, ku dewleta Tirk dixwaze PKK û PDK'ê li ber hev rake.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/04/2020 - 13:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
KCK: Hesabê wê dikin ku êrîşê bînin ser Qendîlê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên li ser Mexmûr û Zînî Wertê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk di heman rojê de êriş bir ser kampa penaberan a Mexmûrê û qada gerîla Zînî Wertê ku PDK bi hêza leşkerî lê bi cih bûye. Ji ber êrişên bi balafirên şer 3 jin ên sivîl û 3 gerîla şehîd bûn.”

‘JI BO BELAVKIRINA KAMPA MEXMÛRÊ POLÎTÎKAYEKE HEVPAR DIMEŞÎNIN’

KCK’ê diyar kir, dewleta Tirk û PDK ji bo belavkirina kampa Mexmûrê polîtîkayeke hevpar dimeşînin” û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ji ber dilsoziya Mexmûrê ya bi Rêber Apo û PKK’ê êrişê dibe ser wir. PDK jî bi gotina ‘bandora PKK’ê li wir heye’ hincetê ji van êrişan re dibîne. Ji xwe dewleta Tirk jî van êrişên xwe dispêre van gotinên partiyeke Kurd û bi vî rengî rewa dike.

Kampa penaberan a Mexmûrê kampeke ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, ku li qadeke di bin berpirsyariya Iraqê û Federasyona Başûrê Kurdistanê de ye. Heta niha gelek caran balafirên şer ên Tirk êriş birin ser wê derê, lê ne Neteweyên Yekbûyî, ne Iraq, ne jî PDK li ber van êrişan rabûn. Di êrişa dawî de dewleta Tirk li ber êrişê rabû û helwesta diviyabû nîşan bida, nîşan da.”

‘PDK XWE LI DILSOZIYA GELÊ MEXMÛRÊ YA BI RÊBER APO RE RANEGIRE’

Daxuyaniya KCK’ê wiha dewam kir:

“Gelê Mexmûrê di sala 2014’an de bi berxwedana xwe ya dijî DAÎŞ’ê deriyê Hewlêrê parast. Lewma ev helwesta PDK’ê ya li dijî vî gelî ji aliyê ti Kurdî û her kesên xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. PDK xwe li dilsoziya gelê Mexmûrê ya bi Rêber Apo re ranagire û dixwaze gel teslîmî polîtîkayên wan bibe. Gelê Mexmûrê di wê baweriyê de ye; ji ber ku zext û zordariya PDK’ê qebûl nake, dibin hedefa dewleta Tirk. Dibêjin ku ambargo û dorpêçiya 10 mehan ji ber vê yekê didome. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze ku PDK vê ambargoya li ser Mexmûrê rake û li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

‘EŞKERE DIBE KU AGAHIYA LI SER ŞEHÎDXISTINA 3 GERÎLAYAN JI KAMPA PDK’Ê HATIYE DAYIN’

Li Zînî Wertê ku PDK bi avakirina baregeheke pêşmergeyan dixwaze qada gerîla dorpêç bike, di êrişa balafiran de 3 gerîlayên me şehîd bûn ku yek ji wan Rojhilatî ye, yek Rojavayî ye, yek jî Bakurî ye. Yekîneya ji 3 gerîlayan pêk dihat çû kampa pêşmergeyên PDK’ê û ji wan re got ku mayina wan a li wir ne rast e û ji wan xwestin ku ji wir biçin. Yekîneya gerîla ya ji 3 kesan ji devera pêşmergeyên PDK’ê çûn û li cihekî nêz bi cih bûn. Rojek piştî ku ji cem PDK’iyan çûn balafirên şer nuqteya lê bûn bombe kirin. Dİ vê êrişê de her sê gerîla jî şehîd bûn. Ev êriş di encama îxbarê de hate kirin. Li nuqteya gerîla ya ku bû hedef ne wargehek heye ne jî zomek. Lewma eşkere dibe ku agahiya li ser cihê gerîla ji nava kampa PDK’ê hatiye dayin.

‘EGER PLANA DAGIRKIRINA QENDÎLÊ NEBÛYA, PDK LI WERTÊ BI CIH NEDIBÛ’

Di demekê de ku agahî hatin wergirtin, ku TC û PDK di mijara dorpêçkirina herêma Qendîlê de li hev kirine û wê di demeke guncav de dewleta Tirk êriş bike, PDK li nuqteyeke qadên gerîla bi cih bûye. Ji xwe dewleta Tirk bêyî piştgiriya PDK’ê nikare êrişê bibe ser Qendîlê. Eger planeke êriş û dagirkirinê ya li ser Qendîlê nebûya, PDK’ê gava ji bo bicihbûna li Wertê nediavêt. Tê fêhmkirin ku di şer û aloziyeke dijî gerîla de wê PDK piştgiriya dewleta Tirk bike. Êrişa dijî komeke biçûk a gerîla ya piştî çûyîna kampa PDK’ê vê yekê radixe pêş çavan.

Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd her rê û rêbazê diceribîne. Li ku destketiyeke Kurdan hebe êrişê dibe ser wir. Raya giştî ya Kurd baş pê zane ku piştî referandûma 2017’an a li Başûrê Kurdistanê delweta Tirk helwesteke çawa nîşan da. Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, hewl dide tevgerên siyasî yên Kurd li ber hev rake û ev yek jî ji xwe re kiriye rêbazeke esasî. Di vê çarçoveyê de dixwaze PDK û PKK’ê bi hev bide şerkirin. Her wiha zextê li hin hêzên din ên siyasî dike ku li ber PKK’ê rabin.

Têkiliyên navbera Tirkiye û PDK’ê li gel helwesta dewleta Tirk a dema referandûma 2017’an salên dawî zêde bûne. Hewldana dagirkeriyê ya li dijî Xakurkê jî di çarçoveya vê têkiliyê de pêk hatiye. Niha jî li ser bingeha vê têkiliyê hesabên wê dikin ku êrişê bibin ser Qendîlê. Ji bilî vê yekê tu wateya bicihbûna PDK’ê li Wertê nîne. PDK’ê bi vî rengî li gorî hesabên dewleta Tirk ên ji bo rakirina li ber hev a PKK û PDK’ê, gav avêtiye.

BICIHBÛNA PDK’Ê LI QADEKE SERWER A LI QENDÎLÊ TEQEZ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Em naxwazin li dijî ti tevgereke siyasî ya Kurd şer bikin. Em di wê baweriyê de bûn ku şerê navbera partiyên Kurdan bi dawî bûye. Tevî ku gelek helwestên neyînî hatin nîşandan jî em li gorî vê hesasiyeta xwe tevdigeriyan. Lê belê bicihbûna hêza leşkerî ya PDK’ê li qadeke serwer a li Qendîlê wê teqez neyê qebûlkirin. Ji xwe YNK’ê jî di vê mijarê de nerazîbûna xwe nîşan daye. PDK bi bicihkirina hêza leşkerî li Wertê zexta ‘ji vir derkevin’ li gerîla kiriye. Eşkere ye ku ev yek daxwaza dewleta Tirk e. Ya rast, PDK bi bicihbûna li Wertê li dijî gerîla şer ragihandiye. 3 gerîlayên ku ji bo ji pêşmergeyên PDK’ê re bibêjin ku bicihbûna li Wertê nerast e çûn gel wan, bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Ev êriş jî vê yekê eşkere dike.

VEKIŞÎNA JI CIHÊ KU ZEVT KIRINE WÊ DI BERJEWENDIYA GEL DE BE

Bi daxuyaniyên maqûl me xwest ku bi PDK’ê bidin fêhmkirin gava ku avêtine ne rast e, dibe ku rê li ber rageşî û şer veke. Me diyar kir divê her hêz biçe ser pozîsyona xwe ya berê. Lê guh nedan vê nêzîktêdayina me ya bi berpirsî û bihistyarî her wiha rê li ber şehîdbûna 3 gerîlayan vekirin. Mane PDK’ê ya li Wertê ne di berjewendiya Kurdan de ye. Tenê wê rawesta li ser helwesteke wiha be ku pê dijminên Kurd kêfxweş bibin. Ji ber vê, vekişîna ji cihê ku zevt kirine wê di berjewendiya Kurdan de be. Gelê me, raya giştî ya Kurd û hemû dostên Kurdan ji PDK’ê vê hêvî dike.

SAZIYÊN KURD DIVÊ NÎŞAN BIDIN KU EW VÊ REWŞA KU WÊ RÊ LI BER ŞER VEKE QEBÛL NAKIN

Daxwaza PDK’ê ya mayina li Wertê ya bi rengê ku Qendîlê dorpêç bike û bibe parçeyek ji êrîş û polîtîkayên tasfiyekirinê ya dewleta Tirk, hemû jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd têkildar dike. Êdî gelê Kurd û raya giştî ya Kurd a bîrewer heye. Ji bo vê guhdana li vê vînê ya hemû hêzên siyasî yên Kurd bi hewceyeke helwesta welatparêz û demokratîk e. Ji ber vê gelê Kurd, rewşenbîr, hunermend û hemû raya giştî ya Kurd divê diyar bikin ku ew vê rewşa ku wê rê li ber rageşî û şer veke qebûl nakin. Di rewşên wiha de mudaheleya herî baş wê helwesta gelê me û raya giştî ya Kurd be.

EV GAV TENÊ DI BERJEWENDIYA DEWETA TIRK Û DIJMINÊN KURDAN DE YE

PDK bi rengekî aşkere pêşmerge şandine ser Tevgera Azadiyê. Aşkere ye ku ev gav tenê di berjewendiya dewleta Tirk û dijminên Kurdan de ye. PDK ji bo gelê Kurd dikeve rewşa şaşî û xefleta dîrokî. Dixwaze Tevgera Azadiya Kurd jî bikişîne nav şaşiya xwe. Ji vî alî ve pir girîng e ku gelê Kurd, dostên Kurdan û raya giştî bi lezgînî helwesta xwe nîşan bide.

Bêguman em hê jî li bendê ne ku PDK nêzîktêdayineke maqûl û bi çarçoweya êqil nîşan bide. Heta niha helwesta me bi vî rengî bûye. Em hêvî dikin ku ev rageşî biqulibe ser rewşeke baş û nebe sedema rûdanên ku dijminên Kurdan kêfxweş bike. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku şehadeta gerîla jî nebe sedema rageşî û şer lê bibe sedema rewşeke baş.

Ji bo ku encameke wiha derkeve em bawer dikin ku hemû hêzên siyasî yên Kurd, gelê me, raya giştî ya demokratîk û dostên me wê bi rola xwe ya esasî rabin. Em sersaxiyê didine malbatên yên ku li Mexmûrê û Wertê şehîd bûne û sersaxiyê ji bo hemû gelê Kurd dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Em piştevanî û rêxistiniyê xurt bikin!

Nivîsa Pêş

Êrîşên dagirkeriya tirk û hevkariya KDP’ê li Silêmanî hatin şermezar kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Êrîşên dagirkeriya tirk û hevkariya KDP’ê li Silêmanî hatin şermezar kirin

Êrîşên dagirkeriya tirk û hevkariya KDP’ê li Silêmanî hatin şermezar kirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona

Heya niha nêzî 150 hezar kes bi Koronayê mirine

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.