Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em piştevanî û rêxistiniyê xurt bikin!

KCK'ê sersaxî ji malbatên kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane xwest û bang li gelê Kurd û dostan hemûyan kir ku li her devera lê ne rêxistinbûn û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî her şêweyên zor û zehmetiyan têbikoşin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/04/2020 - 13:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – KCK’ê sersaxî ji malbatên kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane xwest û bang li gelê Kurd û dostan hemûyan kir ku li her devera lê ne rêxistinbûn û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî her şêweyên zor û zehmetiyan têbikoşin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Covîd-19 di serî de Ewropa li her devera cîhanê belav bûye. Desthilatdariya AKP-MHP ji bo xwe serketî nîşan bide û desthilatdariya xwe bidomîne, bi gotina ‘vîrûs li gel me nîne’ 2 mehan hişt ku vîrûs belav bibe. Ji ber vê yekê şewb li Tirkiyeyê zû belav dibe. Bi taybetî li bajarên mezin ên ku Kurd lê ne û li metropolan dibe sedema mirina mirovan. Di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane de Kurd gelek in. Em ji malbat û xizmên mirovên Kurd, Tirk, Çerkes, Laz, Ereb û Xiristiyan ên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin.

Tê dîtin ku ev şewb bandoreke gelekî neyînî li jiyana Kurdan dike bi taybetî li Kurdên li metropolan. Di nava vê şewbê de gelek malbatên Kurd ên li Kurdistanê û metropolan ketine halekî welê ku bûne hewcedar. Ji ber vê yekê piştgiriya bi gelê Kurd ê li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Desthilatdariya AKP-MHP di dema vîrûsa koronayê de jî dest ji polîtîkayên xwe yên cihêkar û alîgir bernedaye, lewma piştgiriya di nava Kurdan de gelekî girîng e. Ji ber vê yekê em kampanyên piştevaniyê di serî de kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ girîng dibînin. Gel û civakbûn bi piştevaniya di demên wiha zehmet de tê dîtin.

Belavbûna Covîd-19 li Ewropayê bandoreke pir neyînî li gelê Kurd ê li wir jî kiriye. Di serî de li Fransa û Îngilistanê bi dehan welatparêzên me yên li gelek welatan jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji malbatên Ewropiyên jiyana xwe ji dest dane, malbatên qurbaniyan û gelê xwe re dixwazin.

Welatparêzên me yên hêja hene ku li Ewropayê bi dehan salan bi her rengî tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Bi keda bi dehan salan rastiya civakeke Kurd a demokratîk li Ewropayê afirandin. Di vê şewbê de jiyana xwe ji dest dabin jî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de wê her tim bên bîranîn.

Gelê me yê Suryanî yê li Ewropayê jî tevkariyeke girîng li têkoşîna me ya azadiyê kirine. Ji malbatên van welatparêzên jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya civaka Suryanî re em sersaxiyê dixwazin.

Gelê Kurd ê li Ewropayê veguheriye civakeke demokratîk. Lewma em pê bawer in ku di vê dema nexweşiya şewbê de gelê me bi piştevaniyeke urt pirsgirêkên xwe çareser dikin. Gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê li herêmên lê ne ne tenê tevlî civaka demokratîk û piştevaniyê bûne. Gelê me yê li Ewropayê di her dema zor û zehmet de piştgiriya madî û manewî bi gelê me yê li Kurdistanê re kirine. Di vê mijarê de helwesteke mînak nîşan dane. Di dema şewba vîrûsa koronayê de jî bi kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ berpirsyariyên xwe bi cih tînin. Ji ber vê helwesta wan em gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê pîroz dikin.

Gelê me li Ewropayê û li her deverê divê bi vê zanibe; rêxistinî û piştevanî karên bingehîn ên xurtkirina têkoşînê ne. Civakên ku rêxistinî û piştevaniya xwe xurt e, her zor û zehmetiyê ji holê radikin û têkoşîneke xurt dimeşînin. Piştevaniya xurt jî bi rêxistiniya xurt dibe. Têkoşîna xurt jî bi rêxistinbûneke xurt dibe. Ji ber vê yekê divê gelê me di vê pêvajoyê de li her cihî rêxistiniya xwe xurt bike.

Atmosfera ku vîrûsa koronayê afirand, pêwîstiya bi avakirina komunan, avakirina meclîsan, meşandina jiyanê bi vî rengî careke din raxist pêş çavan. Lewma gelekî girîng e ku li her cihî komun û meclîs bên avakirin û jiyana civakî bêyî ku xwe bispêre cihekî bê dewamkirin. Gelê me bi vî rengî hem di her qada têkoşînê de hem jî di demên wiha de yên sıstema modernîteya kapîtalîst afirandiye, dikare bersivê bide pêwîstiyên xwe. Gelê me ji xwe girîngiya civaka rêxistinbûyî li Rojava, Ewropa û Mexmûrê bi rengekî şênber dibîne.

Em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku li her devera lê ne rêxistinbûn û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî her şêweyên zor û zehmetiyan têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kesên nenas li Eyn Îsayê bombeyên destan avêtin mala sivîlekî

Nivîsa Pêş

KCK: Hesabê wê dikin ku êrîşê bînin ser Qendîlê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: Hesabê wê dikin ku êrîşê bînin ser Qendîlê

KCK: Hesabê wê dikin ku êrîşê bînin ser Qendîlê

Êrîşên dagirkeriya tirk û hevkariya KDP’ê li Silêmanî hatin şermezar kirin

Êrîşên dagirkeriya tirk û hevkariya KDP’ê li Silêmanî hatin şermezar kirin

Manşet

  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.