Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TEV-DEM: Civaka navdewletî û NY berpirsên sûcên Tirkiyê yên li Şengalê ne

TEV-DEM’ê êriş û sûcên dewleta Tirk ên li Şengalê pêk tîne, şermezar kirin û diyar kir ku civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan, di serî de jî NY ku li hember van sûc û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî êzidiyan bên deng e, berpirsyar in.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/01/2020 - 10:20
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
TEV-DEM: “Li dijî dewleta dagirker a Tirk tekoşînê xurtir bikin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der bar hedefgirtina dewleta Tirk a Şengalê û fermandarên YBŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Şer û nakokî li herêmê bi awayekî lezgîn bi pêş dikevin. Her wiha herêm derbasî rewşeke xeternak bû ku bi sedema hesabên siyaseta dewletên dest di Sûriyê werdane, ev jî diyar dibe ku peymanên kûr û veşartî di navbera wan de hene.

Dewleta Tirk a dagirker a ku hêza xwe bi hêzên dewletên koalîsyonê re dipîve û hewl dide sûdê ji hebûna Amerîka û Rûsyayê li herêmê wergire, armanc dike ku xewnên xwe bi pêkanîna kîn û nefreta li hember gelan pêk bîne. Her wiha bi wê re jî bê navber derbeyên asîmanî li dijî hebûna gelê Kurd li her deverê bi hedefgirtina kesayetên fermandar ên nîştimanî yên kurdistanî li pêş çavên civaka navdewletî ku bê deng e, pêk tîne.

Lê belê bila dewleta Tirk baş bizane, êrişên li ser Şengalê vîna me naşikînin, berovajî wê israra me li ser berxwedan û têkoşînê ji her demê zêdetir û bilind dike.

Bi rasthatina ahengên cejna Batîzmê ku civaka êzidî li Rojava û Şengalê pîroz dike, dewleta Tirk derbeyên asîmanî bi firokeyên bêpîlot ku tevahî mîsaqên herêmî û navdewletî binpê kirin, li dijî YBŞ’ê bi awayekî hovane pêk anîn û di encamê de fermandarê giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî 3 hevrêyên wî şehîd bûn. Ev jî ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk li dijî gelê Şengalê van kiryaran pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze nasname û çandên gelên ber bi azadî û jiyana birûmet ve diherikin, qir bike. Her wiha bi plangeriyeke bimetod hewl dide van herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike û rewşeke bixof di nava pêkhateyên wê de biçîne û çete û terorîstan tê de bi cih bike. Lê mixabin, hikumeta Iraqê der heqê van kiryarên dewleta Tirk de tevî ku YBŞ’ê parçeyek ji forma leşkerên Iraqê ya itîrafkirî ye û roleke bingehîn di têkbirina DAIŞ’ê li Şengalê de lîst, bê deng e.

Ji lew re divê hikumeta Iraqê helwesteke eşkere der barê van binpêkirinan de bide û şandina wê ya komîteyeke leşkerî da ku cihê bombebarana dewleta Tirkiyê keşf bike, têrê nake û tenê spîkirina rûyê xwe ye.

Em wek TEV-DEM, civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî û di serî de jî NY’yê der heqê van sûcên dewleta Tirk ên kuştin, wêrankirin û binpêkirinên li dijî gelên ku parastina maf û pîroziyên xwe dikin, berpirsyar dibînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Dengek Ji Tilîliya Cenga Hebûnê

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 3 gerîllayên ku li Dersimê Şehîd bûbûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 3 gerîllayên ku li Dersimê Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîllayên ku li Dersimê Şehîd bûbûn eşkere kir

Ciwanên Kerkûkê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Ciwanên Kerkûkê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Manşet

  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.