Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Leyla Guven: Yên li pêş HDP’ê lêborîna we dixwazin û diçin

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven li Amedê di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku çalakiya li pêş avahiyên wan provokasyon e û got “2 dayikan lêborîna xwe xwestin û ji wê derê rabûn çûn.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/09/2019 - 15:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Leyla Guven: Yên li pêş HDP’ê lêborîna we dixwazin û diçin
ParvekeTweet

AMED – Çalakiyên HDP’ê yên li dijî tayînkirina qeyûman di roja 24’an de berdewam kir. Rêxistinên HDP’ê 24 rojin li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê nobetê digirin. Îro jî Rêxistina HDP’ê ya Amedê Li kolana Lîseyê kom bû û çalakiya xwe berdewam kir. Dîsa polîsan girse dorpêç kir. Girsê di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên jin, hunermend, Parlamenterên HDP’ê, Nûnerên rêxistinên civakî û gelek kesên din amade bûn.

Li Kolana Ziya Gokalp Lisesî dîsa kursî hat avakirin û axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de pankarta “Dest nede vîna min” vekirin. Dîsa polîsan xwestin mudaxale bikin û demekê rageşî derket. Rêxistinên Kedê jî bi pankarta xwe hatin qadê. Rêxistinên Kedê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û endamên meclîsê li vir civîn li dar xist. Beriya civînê Endamê Meclîsa HDP’ê û Berdevk Mehmet Akdogan axaftina destpêkê kir. Li vir Hevşaredar Selçuk Mizrakli jî axivî û got: “Hevolno ez hekîm im. Min sonda Hipokrat xwariye. Ez cudahiyê naxim nava ziman, bawerî û nijadan. Ev partî û ev xet, xeta wan kesan e yên ku sonda Hipokrat xwarine”

UCA: LI MEXMÛRÊ NEXWEŞ NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî bal kişand ser dorpêça Kampa Mexmûrê û wiha got: “Dorpêça kampê didome. Li dijî vê dorpêçê dayikên aştiyê li ber xwe didin. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Dayikên ducanî yên nekaribûn biçin nexweşxaneyê zarokên xwe winda kirin. Ger ku Kurd nebin yek wê her dem rastî pêkanînên bi vî rengî bên. Divê em pirsgirêkên xwe ên şexsî dînin aliyekî û têkoşîna xwe bilintir bikin.

GUVEN: DU DAYIKÊN LÊBORÎNA XWE XWESTIN

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: “Çalakiya rûniştina li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji me re hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan. Niha AKP-MHP di rewşa dijwar de ye. Niha li pêş avahiya HDP’ê provokasyon heye.”

Çalakgerên Nobeta Demokrasiyê piştî axaftinan 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn. Wê sibê li heman qadê çalakiya xwe berdewam bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cend wêneyên balkêş ji Meşa Dirêj a ciwanan

Nivîsa Pêş

Li Girê Spî meşeke bi heybet li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate li darxistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Girê Spî meşeke bi heybet li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate li darxistin

Li Girê Spî meşeke bi heybet li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate li darxistin

Cend wêneyên balkêş ji Meşa Dirêj a ciwanan

Meşa Dirêj a ciwanan di roja 3'emîn de bi coş didome

Manşet

  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.