Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: Ji Çiyan Nêrîn

Jiyana gerila dibe ku herkes meraq dike û lêgerînên gelek kesan hene, lê belê ya girîng ew e ku mirov pey lêgerînên xwe bikeve û devjê bernede. Lêgerînên bê armanc tenê mirov dikare jê re bibêje serpêhatî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/07/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Ji Çiyan Nêrîn
ParvekeTweet

Dunya Cemîl

“Jiyana gerila dibe ku herkes meraq dike û lêgerînên gelek kesan hene, lê belê ya girîng ew e ku mirov pey lêgerînên xwe bikeve û devjê bernede. Lêgerînên bê armanc tenê mirov dikare jê re bibêje serpêhatî. Serpêhatî ruhekî hestewer e, gava ku ev ruh neyê avdan bi zeman re wê ziwa bibe, ji ber vê yekê tişta ku vî ruhî avbide û zindî bihêle, gerilayetî û şoreşgertî ye. Şêweyê jiyana gerila, mekanê ku tê de jiyandike û şertên wê herdem serpêhatiya mirovan xwedî dike. Bi vê mijarê ve girêdayî ez dikarim bibêjim dîtine ziraviyên jiyanê bi nêrandina mirovan re girêdayî ye. Her ku ez li çiyan kevn dibim, mejiyê min fereh dibe, ez rastiyan dibînim û hinek hestên ku min ti carî jiyan nekirî ez dijîm. Çima ez vê yekê dibêjim? Min 15 salan jiyaneke ku pergala desthilatdar dida meşandin, jiyankir. Exlaqê ku min ji civaka xwe girtî heye, lê belê di heman demê de pergala desthilatdar bi rêya sazî û çapemeniya xwe destê xwe avête mejî û dilê min. Min kînge ev rastî dît û derxiste zanebûne, piştî ku ez hatim çiyan. Hatine çiyan û gerilayetî kirin; gava ku hinek ciwan dibihîsin, li ber çavên xwe gelekî zor dibînin û bawerî nadin xwe ku tevlî bibin. Raste li çiyan jiyankirin zor û zehmete, lê belê pêwîste mirov bipirse, di kîjan hêlê de zor e? Ji ber ku min ev derûnî jiyankir, ezê bersiva vê pirsê bidim. Heyanî ku fîzîka min fêrî çiyan bû, min zorî kişand, lê belê ji wê girîngtir min di milê kesayet de zorî kişand. Pîvanê hevaltiyê, ji xwe razîbûn, hevalên xwe biçûk dîtin, ji rastiya gelê xwe dûrbûn, û li gorî xwe nêzîkatî, ez gelekî astengkirin. Bi taybet di mijara emir û talîmat de min gelekî zorî dikişand. Dibe ku hûn bibêjin çima ev zor û zehmetî? Ezê bibêjim hinek taybetmendî û exlaqên ku min ji pergala desthilatdar girtibûn, min begem dikirin û zerara wan nedidîtin. Çima tu hevalên xwe biçûk bibîne? Tiştekî min ji yê hevalê min baştir nîne, yan jî min qehremantiyeke mezin nekiriye ku ez bibêjim, ez ji hevalên xwe çêtirim. Pîvanê vê rêxistine eve; tu çiqasî xizmeta Rêber, gel, rêxistin, heval û jiyanê bike tu ew qasî miroveke welatparêz e. Ji bona ez bibim miroveke welatparêz û xizmeta ciwanên Kurd bikim, ez niha dixwazim rastiya jiyana çiyan bi we bidim naskirin. Her ku min rastî didîtin û ez kevndibûm, min ji xwe re digot “ min çima 15 salên xwe vala jiyankirin, pêwîst bû ez zûtir tevlî nava refên gerila bûbame.” Gelo hûn jî meraq nakin vî hestî jiyanbikin?

Cudahiya Di Navbera Hevaltiya Çiyan û Pergalê De

Dibe ku hûn ji vê pirsê biyanî nînbin, û we hevaltiya PKK ê bihîstibe. Li gorî nêrîna we tenê bihîstin têrêdike ku mirov hinek rastiyan hisbike û moral jêbigire? Li gorî nêrîna min têrê nake, zarokeke ku di hembêza dayîka xwe de xewnekiribe û ji nêzde pê re jiyan nekiribe, nemumkine ku tu nirxê wê dayîke hisbike. Mirovekî ku di bexçekî de hewl û ked nedabe; dibe ku bedewbûna wî bexçî hisbike, nemumkine. Ma ne wisa ye? eger ku tu hevaltiya PKK ê jiyan neke; dibe ku tu nirxê wê hisbike? Bila bersiva vê pirsê ji we re bimîne. Bê ked tu nikare hevaltiya PKK ê hisbike. Ji ber vê yekê cudahiya di navbera hevaltiya PKK ê û pergalê de heye. Di civakê de çiqasî têkiliyên te sexte be, kesek te lêpirsîn nake û hesab ji te naxwaze, lê belê di nava partiyê de tu dengê xwe li ser hevalê xwe rabike, ji te re nayê pejirandin. Lêgerînên ciwanan pêwîste wan ber bi jiyaneke weha ve bibe, wê demê lêgerîn dibin xwediyê wate.”

Parve Bikin26TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Tevkujiya Çandî û Ziman ji ya Fîzîkî Xirabtir e

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Mexmûr di hedefa êrîşan de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Mexmûr di hedefa êrîşan de ye

ANALÎZ - Mexmûr di hedefa êrîşan de ye

Li Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan xwe xeniqand

Artêşa dagirker a tirk û çeteyên xwe gundê Merenaz ê Şerayê topbaran dikin

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.