Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Mexmûr di hedefa êrîşan de ye

"Asayîşa PDK’ê bûye polîs û tîmên taybet ên tirk li dijî mexmûriyan ketine nava liv û tevgerê. Di vê rewşê de ne diyare bê ka wê ziyanê vê bûyerê çiqasî ji mexmûriyan bê girtin, lê li gorî rewşê wisa dixuyê ku wê berdêl bide. Ji bo vê jî divê welatiyên Mexmûrê û wargehê di her alî de hestiyar be û li gorî xeta xwe ya têkoşînê helwesteke zelal nîşan bide. Nexwe wê bibe qûrbanê siyaseta qirêj a bi destê rejîma AKP’ê û PDK’ê li herêmê tê kirin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/07/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Mexmûr di hedefa êrîşan de ye
ParvekeTweet

“Piştî êrîşa 17’ê tîrmehê ya li xwaringeha HoQQabaz a Hewlêr ku tê de Berpirsiyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose yê ku dewleta tirk weke dîplomatekê dan nîşandan hate kuştin û şûnde, di serî de rêveberiya PDK’ê û Asayîşa PDK’ê zext û dorpêça li ser Penaberên Mexmûrê zêde kir.

Ji wê rojê û vir ve bi ser malên gelek ciwan û karkerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê de girtin û biçavkirin. Dîsa ambargoyeke şidandî ya derketina ji wargehê hatiye danîn. Ketiye pey welatiyên Mexmûrê ku ji bo debara xwe bike kar dikin, ji cihên kar didin derxistin û dişînin wargehê. Her wiha ne tenê vê li ser Mexmûriyan didin ferzkirin, heman demê welatiyên Bakurê Kurdistanê yên welatparêz ku ji ber zilma rejîma AKP’ê û MHP’ê neçar mane ji Bakurê Kurdistanê derketin û li Başûr sitirîne zextê dike ku derbasî Tirkiye bike. Ev tê wateya wan welatiyan radestkirina rejîma AKP’ê ye.

Di her fersendê de li ser rêya kesên ku êrîş kirine rast e rast wagehê dikin hedef û rê li ber êrîşan dide vekirin. Bi taybet çapemeniya aligirên PDK’ê tim vê dike rojeva xwe û ji bo rewakirina êrîşan zemîn dide çêkirin. Ji çapemeniya Tirkiyeyê zêdetir vê bûyerê dike rojeva xwe û li ser vê êrîşî PKK’ê û bi taybet penaberên Mexmûrê dike hedef.

Ji xwe ev jî kirin; şeva 18’ê Tîrmehê bi 19’ê Tîrmehê ve dide girêdan balafirên şer ên Tirkiye bombe li sivîlên Mexmûrê barandin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û ziyanek mezin gihişte damî û deravên penaberan. Ji bo êrîşekî hê mezintir li ser penaberan bidin kirin û rewşa wan ji penaberiyê derbixin bi çapemeniya PDK’ê Mexmûrê dikin hedefekî vekirî ya ji êrîşan re. Tevî ku ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve tu eleqeya xelkê Mexmûrê bi vê bûyerê ve nîne, di rewşeke wiha de kirina hedef, mirovan dide fikirandin. Gelo planeke bi PDK’ê re hatiye kirin ku wargehê bide valakirin. Yan jî bi vê bike ku Tevgera Azadî û xelkê Mexmûrê li beramberî hev bide rakirin. Her wiha ji bo gelê Başûr bide famkirin ku Tevgera Azadiya Kurd dixwaze aramiya Kurdistanê bide têkbirin. Ev hemû dema mirov bigire dest, hê baştir derdikeve holê ku helwesta rejîma AKP’ê û PDK’ê çi ye binirxîne.

Jixwe kesê hatî kuştin dijmin e û destê wî di xwîna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û du gerîlayên li gel bû heye. Ji bo vê her kesê destê wî di xwîna kurdan de hebe ji xwe çi zû an dereng wê hesabê xwe bide. Ji bo vê ye nabe PDK li ser keseke dijmin evqas propagandayeke tewş a di berjewendiyên dijmin de be bike û zemînê êrîşê li ser kampeke ya penaberan bide çêkirin. Ev bi kêrî wan nayê. Ev rast e rast piştevaniya dijminiyê ye. Cihgirtina li gel dijmin e. Ji ber ku ew ne dijminê PKK’ê bû, ne ji bo wê hatibû wezîfedarkirin. Ew ji bo dijminahiya li kurdan bi taybet xebatê sîxûrî û têkbirina kurdan a li Başûr hatibû wezîfedarkirin. Nedîtina vê û piştguhkirina vê nezaniya herî mezin e. Ya niha tê kirin mixabin vê dide nîşandan. Di vî warî de erka herî zêde dikeve ser milê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Ji ber ku îro ew yekan e rêveberên asta herî jor ên başûrê Kurdistanê û nûnerê vî gelî ne. Ji bo vê ye gel yê hesab jê bixwazin yekane wê ew bin. Ji bo vê divê bingehê ji têkbirina kurdan re neke û nebin sebebê ku di dîrokê de navê wan bi nuqteyên reş bên bibîranîn.

Dijminê kurdan her yek e, nabe îro dijminê gelekê dostê kurdên parçeyekê be. Ev ne mimkûn e. Kî vê wiha bifikire ew ketiye xefletê. Her wiha îro kurd bindest be û warê wan di bin dagirkeriyê de be, ne mimkûn e ku beşek din azad bijî û bêje em azad in û aram in. Îro cihê herî ne aram başûrê Kurdistanê ye. Bila kes bi gotinên kirasên gulgulî lê hatî kirin nexape. Îro gefa çeteyên DAÎŞ’ê li ser heye. Her wiha ji xwe dagirkeriya tirk tu demê li ser Başûr kêm nebûye. Jiyana xelkê başûr li ber çav e. Kî dikareb bibêje başûrê Kurdistanê aram e û PKK naxwaze başûrê Kurdistanê aram be. Yên herî zêde dixwazin aramî pêk bînin PKK ye. Ma ne ji bo wê aramiyê pêk bînin li çiyan têdikoşin. Yê herî vê bizane jî xelkê Başûr e. Ji bo rejîma Seddam hilweşînin wan li çiyan şer kir û têkoşîn kir. Îro çapemeniya Başûr di nûçeyên xwe de dixwazin civakê bixapînin û ji bo berjewendiyên xwe gel bikar bînin. Ev nerast e û ne adil e. Ya rêveberiya Başûr dike û çapemeniya wê dike rast e rast xizmeta dijmin e. Divê her kes vê bibîne.

Divê rê neyê dayîn ku penaberên Mexmûrê yên ji warê xwe koçber bûne bibin qûrbaniyên berjewendiyên serweran. Di rewşa niha de Mexmûr di bin dorpêçeke mezin de ye. Li nûqteyên asayîşên PDK’ê der barê welatiyên Mexmûrê de agahî tên berhevkirin û li van nûqteyan jî MÎT û Istixbarata Tirk hatine bicihkirin. Ji xwe pêla girtin û binçavkirinê her dewam dike. Gelek kesên berî bûyerê hatibûn girtin hê jî tu agahî li ser nîne. Dîsa çend kesên piştî bûyerê hatine girtin jî agahî li ser nîne. Asayîşa PDK’ê bûye polîs û tîmên taybet ên tirk li dijî mexmûriyan ketine nava liv û tevgerê.

Di vê rewşê de ne diyare bê ka wê ziyanê vê bûyerê çiqasî ji mexmûriyan bê girtin, lê li gorî rewşê wisa dixuyê ku wê berdêl bide. Ji bo vê jî divê welatiyên Mexmûrê û wargehê di her alî de hestiyar be û li gorî xeta xwe ya têkoşînê helwesteke zelal nîşan bide. Nexwe wê bibe qûrbanê siyaseta qirêj a bi destê rejîma AKP’ê û PDK’ê li herêmê tê kirin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Awyer Botan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Ji Çiyan Nêrîn

Nivîsa Pêş

Artêşa dagirker a tirk û çeteyên xwe gundê Merenaz ê Şerayê topbaran dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan xwe xeniqand

Artêşa dagirker a tirk û çeteyên xwe gundê Merenaz ê Şerayê topbaran dikin

Operasyona QSD’ê li DAÎŞ’ê: 30 çete hatin girtin

Operasyona QSD'ê li DAÎŞ'ê: 30 çete hatin girtin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.