Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bombebarana Tirkiye û Iranê li ser herêma Başûrê Kurdistanê

Demeke dirêje xaka Başurê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tê bin pê kirin û hema bêje her roj bombebaran dike, talan dike. Dewleta Tirk bi dagirkirinê re zererekî mezin digihîne gund, çiya û bi giştî xwezayî Herêma Kurdistanê. Piştî dagirkirina Tirkiyê, rejîma Îranê jî dest bi topbarana deverê kiriye û zirarekî mezin di gihîne can, mal û milkên gundiyên herêma Biradost û Balakayetî. Heya niha ji ber topbara rejîma Îranê welatiyek jiyana xwe ji dest daye, ji heman malbatê du kes birîndar bune.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/07/2019 - 11:43
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker gundên Çomanê bombebaran kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Bi êrîş û dagirkeriya Tirkiyê re, rejîma Îranê jî êrişên xwe li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk û Îranê di 10 rojan de bi dehan car êrişî gund û çiyayên Herêma Kurdistanê kirin. Di êrişên rejîma Îranê li herêma Bradost û Balekayetî de welatiyek jiyana xwe ji dest da û ji heman malbatê 2 kes bi giranî birîndar bun. Ji ber êrişan, xwezaya Kurdistanê û gundiyên herêmî zererekî mezin dîtin.

Bi êrîş û dagirkeriya Tirkiyê re, rejîma Îranê jî êrişên xwe li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk û Îranê di 10 rojan de bi dehan car êrişî gund û çiyayên Herêma Kurdistanê kirin. Di êrişên rejîma Îranê li herêma Bradost û Balekayetî de welatiyek jiyan xwe ji dest da û ji heman malbatê 2 kes bi giranî birîndar bun. Agahiyên ku ji herêmê tên diyar dikin ku, êrişên rejîma Îranê li nêzî deverên sivîl berdewam dikin û gundiyên herêmê ketine nav tirsekî mezin de.

Di nava 10 rojan de êrişên Tirkiyê û Îranê li ser xaka herêma Kurdistanê wiha ne;

-Dewleta Tirk ya dagirker di 1’ê hezîranê de bi avêtina topan agir berda zeviyên devera Kanîmasê. Her wiha gundên Sipêndarê, Kirî, Bêdoh, Berojê Kanîmasî û Dêrîşkê hatine qedexekirin û nikarin biçin gundên xwe. Dîsa artêşa Tirk bi balafiran çek û cebilxane ji bo leşkerên li herêmê datînin.

-Balafirên şer yên Tirk di 2’yê Tîrmehê de derdora gundê Sêgirê ya dikeve devera Nihêla ya ser bi Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir.

-Helîkopterên dewleta Tirk ya dagirker di 2’yê Tîrmehê de, devera Çiya Dêl a bajarokê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Deverên ku hatîn bombebaran kirin nêzî gundiyanin û baregehên PDK’ê jî nêzî deverê hene. Ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ketiye.

-Balafirên şer yên dewleta Tirk, di 5’ê Tîrmehê de çiyayê Sadir yê nêzî gundê Qeletukan a dikeve ser bajaroka Jarawa ya herêma Pişderê bombebaran kir. Têkildarî zirer û ziyanên madî û canî ti agahiyek bidest neketiye.

-Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker di 9’ê Tirmehê de, pişta gundê Şeraniş a Mesihiyan ku dikeve ser bajaroka Derkarê bombebaran kir. Çavkaniyên herêmî diyar kirin her wiha çiyayê Xantûr ye dikeve jora gund jî hatiye bombebaran kirin.

-Rejîma Îranê di 10’ê Tîrmehê de gundên Telan, Şikene û Male Mela yên herêma Biradost a girêdayî Hewlêrê topbaran kirin. Di vê bombebaranê de, top li ber malekê ket û ji heman malbatê kesek şehîd bû û 2 kes birîndar bûn.

-Rejîma Îranê, dîsan di 10’ê Tîrmehê de gundên Alan girêdayî bajarokê Çoman, Kendeşîn, Berdesoran, Binarê Çixê Derê, Gomê Çiledar ên herêma gundên Gunderoj û binarê çiyayê Helgurt yên ser bi herêma Balekayetî topbaran kirin.

-Rejîma Îranê, îro careke din dest bi topbarana deverên gundên Wezî, Berdesoran, Alane û Xelane ên ser bi bajaroka Çoman a Hewlêrê tên topbaran kirin.

Bombebarana Rejîma AKP’ê Û Îranê Ziyanek Mezin Gihandiye Xwezaya Herêmê

Demeke dirêje xaka Başurê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tê bin pê kirin û hema bêje her roj bombebaran dike, talan dike. Dewleta Tirk bi dagirkirinê re zererekî mezin digihîne gund, çiya û bi giştî xwezayî Herêma Kurdistanê. Piştî dagirkirina Tirkiyê, rejîma Îranê jî dest bi topbarana deverê kiriye û zirarekî mezin di gihîne can, mal û milkên gundiyên herêma Biradost û Balakayetî. Heya niha ji ber topbara rejîma Îranê welatiyek jiyana xwe ji dest daye, ji heman malbatê du kes birîndar bune.

Berdevkê parastina şaristanî ya Soran Beyar Mehyedîn beriya niha ragihandibun ku, ‘’ji ber topbarana artêşa Tirk, ziyanek mezin gihandiye xwezayê. Bi giştî ji ber bomberanê heya niha 239 milyon û 100 hezar dînar zerer çêbûye.”

Tirkiye û Îran Topbaran Dike, Hukumeta Herêmê Mafdar Dibîne

Tenê ji despêka 2019’an heya niha bi sedan car gund û çiyayên herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û rejîma Îranê ve hatiye topbaran kirin. Heya niha gelek welatiyan jiyana xwe ji dest daye û ziyanekî mezin ya maddî ditine. Lê her carê li hemberî êrişan Hukumeta Herêma Kurdistanê, zerera can û malê xelkê herêmê ji nedîtî ve tê û êrişkaran mafdar dibîne.

Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku piştî 283 rojan di 10’ê Tîrmehê de ava bû, têkildarî topbarana rejîma Îranê ya herêma Biradost û Balakayetî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hêzên Kurdistanî hatin sucdar kirin û hat ragihandin ku, “Em careke din dibêjin ku Hikûmeta Herêmê li herêmê faktoreke pêkanîna aramiyêye û rêz dide sînorên cîranê xwe. Em rê nadin û bi ti awayî qebûl nakin herêma me ji bo êrîşkirina li ser cîranan û têkdana ewlekariya wan were bikaranîn.’’

ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Parve Bikin19TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Asayîşa PDK’ê li Hewlêrê îskence li çalakvanê Mertalê Zindî Eyûb Xelîl dike

Nivîsa Pêş

Civînên dagirkeriyê yên Tirkiyê û Îranê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Civînên dagirkeriyê yên Tirkiyê û Îranê

Civînên dagirkeriyê yên Tirkiyê û Îranê

HPG’ê du gerîlayên ku li Xelfetî şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê du gerîlayên ku li Xelfetî şehîd bûn bi bîr anî

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.