Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Li dijî hevkarî û bazarên qirêj: Kongreya Neteweyî

Bêguman hêzên dewleta TC’ê ya mêtinger û qetlîamker tena serê xwe ev êrîş pêk neanîn. DYA’yê ji bo êrîşan destur da. Ji ber heta ji DYA’yê destur neyê xwestin ne mimkun e hewaya paralelên navbera 32’emîn û 36’emîn bên bi kar anîn û êrîş pêk bên. Rêveberiya başûrê Kurdistanê û serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo êrîşan destur dan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/07/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Li dijî hevkarî û bazarên qirêj: Kongreya Neteweyî
ParvekeTweet

“Parêzeran herî dawîn di 18’ê hezîranê de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Piştre parêzeran ji bo hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan, bes daxwaz nehat qebûlkirin. Her wiha malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din piştî hevdîtina cejna dîsa ji bo hevdîtinan serlêdan kirin û serlêdanên wan jî nehatin qebûlkirin. Dê li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzaran û malbatan re dewam bike ne diyar e.

Rêber Apo li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin di hevdîtina xwe ya 22’ê gulanê de balkişandibû ser mijarê û gotibû dê piştî geşedanên 23’ê hezîranê diyar bibe. Tiştên ku di 23’ê hezîranê de qewimîn nîşan da ku Rêber Apo di vê mijarê de çiqas mafdar e.

Piştî ku di êvara 23’ê hezîranê de encamên hilbijartina şaredariya Stenbolê diyar bûn hefteyekê bênavber Heftenîn, Zap, Avaşîn, Xakûrkê, Qendîl û gelek deverên başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Balafirên şer bênavber li ser van herêman firiyan gelek bombeyên qazanê, roket û fuze avêtin xwarê. Li asîmanên başûrê Kurdistanê balafirên şer yên biçek û bêçek kêm nebûn. Li aliyê din herêmên li nêzî sînor bi balafirên şer, tank, top û obusan hatin bombebarankirin.

Di encama van êrîşan de li Kortek-Qendîlê, li Goşîn-Sidekanê sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn. Baxçe û zeviyên gundiyên xîzan tarûmar bûn, daristan hatin şewatindin û hewyan hatin kuştin. Êrîş hê jî dewam dikin.

Bêguman hêzên dewleta TC’ê ya mêtinger û qetlîamker tena serê xwe ev êrîş pêk neanîn. DYA’yê ji bo êrîşan destur da. Ji ber heta ji DYA’yê destur neyê xwestin ne mimkun e hewaya paralelên navbera 32’emîn û 36’emîn bên bi kar anîn û êrîş pêk bên. Rêveberiya başûrê Kurdistanê û serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo êrîşan destur dan. Di encama van êrîşan de derket holê ku hevkarên dewleta tirk in.

Hevkariya qirêj a navbera rêveberiya başûrê Kurdistanê û dewleta tirk ji sînorên heyî derbastir kirine. Hevkarî hatiye wê astê ku di warê leşkerî de bi hev re tevdigerin. Di vê çarçoveyê de agahiyên îstîxbaratî didin dewleta tirk. Bi hev re xebatên keşif û îstîxbaratê dikin. Li deverên ku leşkerên tirk nîn in, endamên îstîxbarata PDK’ê û nûnerên dewleta tirk bi hev re droneyan radikin û li herêmên ku gerîla lêne xebatên keşfê dikin. Çapemeniya PDK’ê mîna çapemeniya faşîst-nîjadperest a dewleta tirk weşangeriyê dikin û şerê psîkolojîk dimeşînin. Heta mirov dikare bibêje ku propagandaya reş ku di çarçoveya şerê psîkolojîk de dimeşînin û ev yek di dema weşandina nûçeyên qetilkirina sivîlên li Kortek-Qendîlê de hat dîtin û ev weşanên wan ji kirinên dewleta tirk xirabtir bûn. Bombebarana hewayî ya dewleta tirk înkar kirin. Weşaneke wisa kirin ku qey dibêjî li Qendîlê hêzên artêşa tirk hene û sîvîlên ku di nav pevçûnan de mane jiyana xwe ji dest dane. Dema ev nûçeyên derew weşandin PKK sûcdar kirin û berpirsyarê mirinên sîvîlan nîşan dan.

Bi van kirinan sînordar neman. Pir şerm e ku unîformayên pêşmergeyan li leşkerên tirk kirin û li gelek deveran jî unîformayên leşkerên tirk li pêşmergeyan kirin. Ev yek jî nîşan dide ku ew û hêzên dagirker ên dewleta tirk çiqasî bûne yekpare û bi hev re tevdigerin.

Dema êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê dewam dikir li gorî daxuyaniyên rêveberên başûrê Kurdistanê ku pênaseya wan; ajanê MÎT’a tirk Sefîr Dizaynîn û rayedarên dewleta tirk li Hewlêrê civînek lidarxistin. Hat gotin ku naveroka civînê jî bazirganî ye.

Gelê başûrê Kurdistanê bertek nîşanî hevkariya qirêj ya dewleta tirk û PDK’ê dan û her wiha derdorên siyasî yên cûda û hinek kesan li dijî vê hevkariya helwest nîşan dan. Mixabin YNK’ê helwesteke bi vî rengî nîşan neda. Berevajî vê yekê bi helwesta xwe nîşan da ku êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta tirk erê kiriye. Bi qasî Tevgera Sadir a Iraqê jî helwest nîşan nedan.

Ev geşedan li ber çavê gelê başûrê Kurdistanê qewimîn. Ji ber vê yekê gelê başûrê Kurdistanê bûye şahidê hevkariya rêveberiya PDK’ê, serokatiya Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û dewleta tirk a ku dijminatiya kurdan dike û mêtinger e. Gelê Kurdistanê yên li parçeyên din dijîn û kurdên ku li erdnîgariyên cûda dijîn bûne şahidê van rastiyan. Bêguman tenê dîtina van rastiyan têrê nake. Bêdengî hêzê dide hevkariya qirêj a navbera PDK’ê û dewleta tirk û dibe sedem ku bêtir wêrek tevbigerin. Ev geşedan wekî deqeke reş derbasî rûpelên dîroka Kurdistanê bûne û pêşî li rûpelên reş ên din vedike.

Gav û helwestên astengkirina vê hene. Pêwîst e kurd di demeke herî kin de vîna xwe ya hevpar derxin holê. Ger heta ev pêk neyê dê rûpelên reş li dîroka kurdan zêde bin. Rêya herî rast ew e ku kurd yekitiya xwe pêk bînin û Kongreya Neteweyî bicivînin. Ev yek wekî peywir û berpirsyariyeke girîng û dîrokî li pêş kurdan e.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve Bikin153TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Erdogan tengav bûye

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ji Xakurkê heta Stenbolê têkçûyina TSK’ê!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ji Xakurkê heta Stenbolê têkçûyina TSK’ê!

TAYBET - Ji Xakurkê heta Stenbolê têkçûyina TSK'ê!

Dagirkeriya Tirk bi pêşengiya Ciwanan li Marsîlyayê hate protestokirin

Dagirkeriya Tirk bi pêşengiya Ciwanan li Marsîlyayê hate protestokirin

Manşet

  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.