Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: “Dagirker dixwazin hemû herêmê ji mirovan vala bikin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand dewleta Tirk li Xakûrkê wesayitên sivîl kirine hedefa xwe, welatiyek şehîd bûye û 3 birîndar bûne. HPG'ê got, dagirker dixwazin hemû herêmê ji mirovan vala bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/06/2019 - 18:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: “Dagirker dixwazin hemû herêmê ji mirovan vala bikin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, hêzên wan li Colemêrg û Agiriyê li dijî hêzên dagirker ên Tirk du çalakî kirine, têkilî êrîşên hewayî yên li ser qadên gerîla jî agahî da.

ÇALAKIYA LI SER KOZIKA LEŞKERÎ: ÇEKÊN GIRAN ÊN A4’Ê HATIN TINEKIRIN

Têkilî çalakiyê wiha hate gotin: ”Bi çarçoweya Pêngava Serfiraziya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 26’ê Hezîranê saet 04.30’an çalakiyeke birine ser kozika nobetê ya qereqola Bûbo ya Bazidê ya Agiriyê. Di vê çalakiyê de hêzên me gelekî li wan reşandin, gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 çekên giran ên A4 ên li kozikê hatine tinekirin. Artêşa dagirker a TC’ê ku piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe rakirin, li qadên derdorê reşandiye.”

CIHÊ KONTROLÊ BÛ HEDEF: 1 MIRÎ

HPG’ê ragihand li Colemêrgê cihekî kontrolê jî ketiye ber hedefa hêzên wan, leşkerek hatiye kuştin û domand, ”26’ê Hezîranê hêzên me saet 19.15’an bi çarçoweya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya li dijî cihê kontrolê yê artêşa TC’ê ya dagirker a li dehma Derava Qesranê ya di nav sînorên navenda bajêr a Çelê Colemêrgê de çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de kozik û wesayitên zirxî yên dijmin bûne hedef û berbiçav 1 leşker hatiye kuştin.”

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI SER QADÊN GERÎLA

HPG’ê bi berdewamî li ser êrîşên hewayî yên bi balafirên şer ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê got, ”27’ê Hezîranê (îro) saet 07.50’î balafirên şer qada Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bombe kiriye.

26’ê Hezîranê di naveyna saet 01.00 û 03.00’an de balafirên şer qada Kesta ya Metîna û Girê Şehîd Piling bome kirine.

LI ZAPÊ ŞEWAT

Eynî rojê derdora saet 13.00’n balafirên şer qada Kunîşka ya Zapê bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de şewat li çiyê derketiye.

LI XAKURKÊ WESAYITÊN SIVÎL HATIN BOMBEKIRIN

Dîsa eynî rojê saet 17.20’An balafirên şer li nêzî Gundê Goşîne yê li herêma Xakûrkê 2 wesayitên welatiyên sivîl bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de welatiyê sivîl ê bi navê Mansûr Nafîh hatiye qetilkirin, 3 sivîl jî birîndar bûne.

ARMANC EW E KU HERÊMÊ JI MIROVAN VALA BIKIN

HPG’ê bi berdewamî got, dewleta Tirk bi êrîşên ser sivîlan dixwaze hemû herêmê ji mirovan vala bike û Başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike.

”Ev êrîşên ku artêşa TC’ê ya dagirker bi zanebûn dike, careke dî nîşan dide ku êrîşeke mezin tîne, ku hedef ne tenê Tevgera Azaiyê lê her wiha hemû gelê herêmê ye. Dijminatiya li Kurdan a dewleta faşîst a TC’ê ya ku gelek caran sivîlan û jîgehên sivîl dike hedef nîşan dide û her wiha tê dîtin ku hewl dide hemû herêmê ji mirovan vala bike. Bi vê tevgera dagirkirinê re dewleta faşîst a TC’ê dixwaze Başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike, gel di bin mêtingerî û dagirkeriya xwe de bihêle. Ên ku çavê xwe ji van êrîşên dewleta TC’ê ya dagirker re dikirin û dibine sedema mirina sivîlan, bi hindikayî bi qasî dagirkeran hevkarên sûc in. Ev êrîşên dewleta TC’ê ya dagirker bi temamî dijî berjewendiya gelê Kuritanê ye û yekîtiya netewî dike hedef. Dagirker bi van êrîşan dixwazin yekîtiya netewî ya Kurdan parçe bikin. Gelê me li dijî van dagirkeran ku ti mafê wan tine ku êrîşê bînin divê raweste û destûrê nede ku xwîn ji bêvila yek mirovê Kurd jî were. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê diyar dikin ti êrîşa li ser gelê Kurd wê bêbersiv nemîne. Di serî de mabata welatiyê me Mansûr Nafîh ku di vê êrîşa bebext de şehîd ketî, em serxweşiyê didine hemû gelê Başûrê Kurdistanê.”

Parve Bikin756TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin

Nivîsa Pêş

Li Cizîrê dagirkeriya dewleta Tirk 8 kes binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Cizîrê dagirkeriya dewleta Tirk 8 kes binçavkirin

Li Cizîrê dagirkeriya dewleta Tirk 8 kes binçavkirin

Arêtşa Tirk a dagirker gundên Şera topbaran dike

LEZGÎN - Balafirên artêşa Tirk a dagirker li sivîlan xistin: 4 kes şehîd bûn 5 kes jî birîndarbûn

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.