Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şîmal Ulkem Guneş: “Dînamîka çareseriyê gel in, jin in. Ne AKP an jî Erdogan e”

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş got, li Tirkiyê jin, ciwan û gel guherînê dixwazin û domand, ''Dînamîka çareseriyê gel in, jin in. Ne AKP an jî Erdogan e''.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/06/2019 - 11:17
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Şîmal Ulkem Guneş: “Dînamîka çareseriyê gel in, jin in. Ne AKP an jî Erdogan e”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş di şexsê Zîlan (Zeynep Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an û Sema Yuce ku 17’ê Hezîrana 1998’an û Gulan ku Hezîranê şehîd bûbûn, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, bi her şert û mercî ew ê li têkoşîna wan xwedî derkevin.

‘RÊBERTIYA ME RÊBERTIYA AZADIYÊ YE’

Guneş got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de bi mîsogerî rojeveke taybet ji bo jinan terxan dike û got, ”Divê mirov vê nêzîktêdayinê ku her wiha nîşan dide bê ka çilo bi stratejîk nêzî problema jinê dibe ji rasteqîniya Rêbertî qut, şîrove neke. Em Rêbertîya xwe mîna rêberê azadiyê pênase dikin. Çawa ku her fikir, îdeolojî û zanista civakê xwedî rêber û pêşengekî be Rêber Apo jî rêberê azadiyê ye. Yek ji sedema vê ya herî girîng jî nêzîktêdayina li problematîka jinê ye. Rêbertiya me her carê bi putepêdanî nêzîktêdayin li problema jinê kiriye, bi berfirehî lê hûr bûye, ev problema giran ji hêla dîrokî civakî ve dahurandiye.”

‘JIN BI KIRDEBÛNÊ PÊNASE KIRIYE’

Guneş nêzîkatiya Lenîn û Marx a li jinê bi bîr xist, got Ocalan mîna wan problema jinê texîr nekiriye, an jî seresere nêzîktêdayin lê nekiriye, têkoşîna azadiyê ya 40 salî,têkoşîna netewî û niha jî şerê şoreşgerî ya gel bi pêşengiya jinê daye rûniştandin. Guneş got, ”Cihê têkoşînê yê jinê bi rengê kirdebûnê pênase kiriye û tim bi mîsyona pêşengiyê nirxandiye. Hêviya wî ya ji jinê jî bi vê çarçoweyê bûye.”

‘PROBLEMA JINEKÊ YA HEMÛ JINAN E’

Li ser nirxandina, ”Her jin, di her jineke ku hatî kuştin de divê xwe bibîne, tişta ku li jinekê hatî kirin divê weke ku li wê hatî kirin, bibîne” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di hevdîtina bi parêzeran re a 12’ê Hezîranê kiribû, Guneş got Rêbertiya wan problema jinê bi rengekî parçeyî nanirxîne, problema jinekê mîna problema hemû jinan dinirxîne û got,”Jixwe îdeolojiya rizgariya jinê û problema azadiya jinê bi vê perspektîfa çareseriyê dide rûniştandin.”

Guneş bi berdewamî dibêje, ”Rêbertiya me daniye holê ku jin bi hevcinsên xwe re divê têbikoşin. Weke ku tê zanîn, jin heta bi şaneyên wê hatine parçekirin, li bara parçeyên xwe jî anîne rewşeke wiha ku lê xerîb bimîne. Li bara hevcinsên xwe xerîb hatiye hiştin. Ji ber vê jin, ketiye rewşeke wiha ku bûbe pêkhate û metayek e bi nîrê mêr, bi navenda mêr û bi hişmendiya mêr.”

Guneş got, ”Weke di nêzîktêdayina Rêbertiya me de ya li bara jinê xuya dibe, jinê ber bi nêzîktêdayina rêxistinbûyinê ve û yekkirina hêza wê ve, ber bi danîna têkilî û tifaqan, ber bi polîtîka, siyaset û stratejiyê ve dikişîne. Divê mirov bibêje her wiha li ser vê mijarê nemaze hişmendiya cinsê, hezkirina cinsê destnîşan dike.”

”RÊBERTÎ HER DEMÊ GIRINGÎ DAYE YEKÎTIYA GELÊN MEZOPOTAMYAYÊ’

Li ser tespîta, ”Bê Kurd Tirk, bê Kurd Tirk nabin”, ”Kurdê qediyayî Tirkê qediyayî ye” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Guneş got, ”Ev ramanên Rêbertiya me ne nû ne. Her demê girîngiya daye yekîtiya gelên li xaka Mezopotamyayê û li dijî milliyetgiriyê rawestiyaye. Di tevgera me de û di sîsîka felsefeya me ya azadiyê de ev heye. Rêbertiya me dibêje, ”Dema ku Kurdîtî were qedandin wê demê li Anatoliyê li ser navê Tirkitiyê wê tiştek nemîne. Hebûn û geşbûna Kurdan tê maneya bihêzbûna Tirkan Ev nîşandayineke dîrokî ye, ne îcada me ye”. Hewl dide ku bibêje, an na wê têkçûn be, siyaseta an ez an jî tu faşîzm e.”

”JIN NEMA DENGÊ XWE DIDIN AKP’Ê’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş têkilî êrîşên sîstematîk a rejîma AKP’ê ya li Kurdistanê û Tirkiyê ya li ser jinan û têkilî hilbijartina Stenbolê got, ”Li Tirkiyê dînamîka çareseriyê gel in, jin in. Ne AKP û Erdogan in. Li Tirkiyê sîstem gemarî bûye. Pergaleke gemarî bûyî namzetê xwe biguherîne jî ev ne guhertin e. Jin, ciwan û gel guherînê dixwazin. Ev zelal e. Armanc ew e ku li Tirkiyê pergal, ejîm were guherandin. Dubarekirina hilbijartina Stenbolê, weke ku gelek caran hatî nirxandin, ji ber wê ye ku pergala faşîst vê têkçûnê bi xwe nade qebûlkirin. Erdgaon qadê ji Bînalî re dihêle, dibêje namzet Bînalî ye, ji ber vê jî, di rewşeke têkçûnê de, dixwaze bibêje, yê têkçûyî ne pergal û ejîm lê Bînalî ye. Lê ji vê saetê û şûn de jin dengê xwe nadin AKP’ê.”

‘DIVÊ JINÊN KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ DEST BIDIN HEV’

Guneş êrîşa dagirker a li ser Xakurkê bi bîr xist û got, ”Yên ku têne qetilkirin û hewl didin ku qira  wan bînin Kurd û jin in. Ev tevgera dagirker tecawiz e. Jinên Kurdistanê divê li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Divê jinên Kurdistanê û Tirkiyê dest bidin hev. Di hilbijartinên Stenbolê de bi têkbirina AKP’ê em bi hev re dikarin têkoşîne nû ya şoreşger bidin destpêkirin.”

‘JIN ROJEKÊ NEXEBITIN WÊ SÎSTEM BIXETIME’

Guneş bi domdarî got, ”Niha em jinên Kurd û Tirk li dijî kolekirina jinê û li dijî komkujiya li ser jinê em bi hev re têbikoşin, pêkan e ku ev pergala serwer bidome? Jin tenê rojekê rawestin, nexebitin pergal wê hilweşe. Wê nema bixebite. Em bihesibînin ku hemû jin li cîhanê ketine grevê. Ev ê hêzeke derasayî bîne. Çima jin ji bo azadiya xwe û mafên xwe yên jiyanê çalak nebin. Li dijî faşîzmê li Tirkiyê yan jî li devereke dî ya Rojhilata Navîn heke têkoşîna hevpar û rêxistinî ya jinan derkeve holê wê encam were standin. Ji ber vê grev, boykot, protesto di rêbaza têkoşînê de mîna dirûvên çalakiyê ne. Pêdivî bi tevgerên girseyî yên şoreşger hene. Li ser vê xalê her çendî potansiyeleke mezin a jinan hebe jî, ji ber rewşa bêrêxistinî tevgerên girseyî dernakevin holê. Ji ber vê problema bêpeşengiyê heye. ”

Parve Bikin83TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Serlêdana ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Nivîsa Pêş

HPG’ê çar şehîdên Tendurekê bi bîr anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê çar şehîdên Tendurekê bi bîr anî

HPG'ê çar şehîdên Tendurekê bi bîr anî

Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk gundê Batûfayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk gundê Batûfayê bombebaran kirin

Manşet

  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.