Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HBDH: “Xwesteka Leyla Guven tenê bi rêya têkoşînê serbikeve”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/01/2019 - 12:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HBDH: “Xwesteka Leyla Guven tenê bi rêya têkoşînê serbikeve”
ParvekeTweet

HBDH: Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em xwedî li berxwedana Leyla Guven derdikevin. Pêkhatina daxwazên wê û hevrêyên din ên berxwedêr bi têkoşînê dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, rejîma faşîst li dijî gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê şerê herî bêrehm ê dîrokê dike. Komîteyê ragihand, karker, kedkar, jin û ciwan her kes di hedefa êrîşên faşîst de ne û diyar kir, “Êdî ref û alî eşkere dibin; rejîma faşîst hewl dide alîgirên demokrasî, azadî û wekheviyê teslîm bigire.

Desthilatdariya faşîst di nava van şert û mercan de li girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Rejîma Erdogan dixwaze, destketiyên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake. Yek ji hîmên bingehîn ên van êrîşan jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd e.

Greva birçîbûnê ya Hevberdevka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 82’an de ye. Qîrîna azadiyê ya Leyla Guven niha bûye qîrîna gelek berxwedêran. Di serî de girtiyên din ên li girtîgehan, li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanên nû rû dan bi armanca xwedîderketina li daxwaza Leyla Guven.

Rejîma faşîst polîtîkayeke berfireh a şer dimeşîne. Li dijî çîna karkeran û bindestan şer ragihandiye. Zext û operasyonên xwe yên leşkerî yên li Bakurê Kurdistanê didomîne. Ji her demê bêhtir zext û zilmê li gelê Bakur dike. Çalakiyên destekkirina Leyla Guven tên astengkirin û çalakger bi êşkenceyê tên destgîrkirin.

Rejîma Erdogan a faşîst gefê li şoreşa Rojava dixwe. Dixwaze şoreşê bifetisîne, lê dema ev jê nehat dixwaze qels bike. Ev yek bûye polîtîkaya bingehîn a rejîma faşîst. Rejîma Erdogan ji bo şoreşa Rojava bifetisîne bi her awayî tawîzan dide hêzên emperyalîst.

BERXWEDANA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HELWESTEKE GIRÎNG E

Bi operasyonên leşkerî û êrîşên hewayî yên li Başûrê Kurdistanê re timî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef. Ne tenê hêzên leşkerî, her wiha gelê başûr jî dibe hedefa êrîşên leşkerî yên TC a dagirker. Jin û zarok jî di nav de gelê Başûrê Kurdistanê her roj dibe hedefa terora faşîst. Berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên hewayî yên TC veguheriye helwesteke girîng.

Rejîma faşîst dijminê her kesên ne ji xwe ye. Ya ku di nava van şert û mercan de dikeve ser milê karker, kedkar û gelê me yê bindest ew e; li her qadê berxwedana li dijî faşîzmê geş bike. Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em xwedî li berxwedana Leyla Guven derdikevin. Pêkhatina daxwazên wê û hevrêyên din ên berxwedêr bi têkoşînê dibe.

Li welatê me, li cografya Rojhilata Navîn bêyî têkoşînê, bêyî şer û dayina berdêlan nepêkane ku demokrasî, azadî û wekhevî bi cih werin. Lewma, berpirsyariyeke me ya dîrokî ye ku li her qadên têkoşînê berxwedan û têkoşîn bên mezinkirin.

Daxwaza Leyla Guven bi berxwedêrên nû re mezin dibe û bi milyonan mirov xwedî li daxwaza wê derdikevin. Li ser vê bingehê, armanca me ew e ku li dijî êrîşên topyekûn ên faşîzmê, berxwedana topyekûn geş bikin, sala 2019’an bikin sala têkçûna faşîzmê û serketina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî.

Qîrîna Leyla Guven her mezin dibe. Xwedîderketina li vê têkoşînê wezîfeya hêzên alîgirê azadî, demokrasî û wekheviyê ye.

Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, bi vê têgihiştina dîrokî em Leyla Guven û berxwedana berxwedêran hemûyan silav dikin. Divê daxwazên berxwedêran bi lezgînî bên qebûlkirin.

Em pê zanin ku li gel zext û êrîşan hemûyan, rejîma faşîst li ber têkçûnê ye. Lewma, wezîfeya me ye ku li Tirkiye û Kurdistanê em têkoşîna şoreşê ya yekbûyî geş bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko piştî ku serbest hate berdan dîsa binçav kirin

Nivîsa Pêş

MLKP-Kurdistanê: “Gelê me xwedî li serhildanê derkeve û belav bike”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
MLKP-Kurdistanê: “Gelê me xwedî li serhildanê derkeve û belav bike”

MLKP-Kurdistanê: "Gelê me xwedî li serhildanê derkeve û belav bike"

LEZGÎN- Gelê Başur rabû serhildanê û baregaha Tirk şewitand

2 Ciwanên ku di êrîşê de winda bibûn agahî ji wan nayê girtin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.