Enter your email Address

Perşembe, Ağustos 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: ”Hevrê Çetîn xeta Apogerî, nirxa gerilayên azadiyê û partiyê ye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/01/2019 - 9:35
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
Kalkan: ”Hevrê Çetîn xeta Apogerî, nirxa gerilayên azadiyê û partiyê ye”
ParvekeTweet

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan; ” Bîranîna hevrê Çetîn her demê li Kurdistana azad wê bijî, wê di nav têkoşîna me ya azadiyê de bijî. Partiya me, hêzên me yên gerîla, jin û mêr wê ti caran hevrêyê xwe, fermandarê xwe ji bîr nekin û her demê li şopa wî de, ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê, şert her çi dibin bila bibin wê şer bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, qala têkoşîna Fermandarê Eyaleta Dersimê Mûsa Çetîner (Çetîn Serhat) kir ku Tîrmeha par li Dersimê di şer de şehîd bû. Kalkan bi bîr xist, Çetîn li navçeya Sêweregê ya Rihayê ji dayik bû û di nava 25 salên gerîlatiya xwe de li herêmên Bakur û Başûrê Kurdistanê hemûyan têkoşiya. Kalkan got, “Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ragihandiye ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Eyaleta Dersimê ya HPG’ê hevê Çetîn Serhat (Mûsa Çetîner) şehîd bûye. Bi xemgînî me ev agahiya biêş stand. Li ser navê rêveberiya me ya partiyê bi bîr tînin.

Bi vê wesîleyê em soz didin ku em ê xwedî li bîranîna wî derkevin û armanca wî bi ser bixînin. Ciwanên Kurd, gelê Kurd, nexasim ciwanên Sîwerek, Hîlvan, Wêranşar û Rihayê wê vî şervanê azadiyê, fermandarê mezin nas bikin, lê xwedî derkevin. Baş fêhm bikin û di rêça wî de bimeşin. Wê bi ser bikevin ku mîna hevrê Çetîn, bibin şoreşgerên dijwar, bibin welatparêz, bi xwedîderketina li bîrananîna hevrê Çetîn zêdetir tevlî nav têkoşîna azadiyê bibin.”

‘PKK’Ê BI BERXWEDANA SÊWEREGÊ RE XWE LI DINYAYÊ DA NASKIRIN’

Kalkan bal kişand ser girîngiya Sêweregê di dîroka PKK’ê de û got, “Hevrê Çetîn li Sîwerekê jidayik bûye, taybetmendiyên mirovên Sîwerekê, yên lehengiyê, merdbûnê, zû biryardayinê û bi lezûbezbûnê pê re hebûn.Têkoşîna me bi berxwedana Sîwerekê li Bakurê Kurdistanê berbelav bû. Xwe bi hemû cîhanê da naskirin. Li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê pêşkeftin çêbûbûn. Berxwedana Hîlwanê serkeftineke mezin bi xwe re anîbû. Lê damezirandina PKK’ê bi êrîşa ser Mehmet Celal Bucak re, bi berxwedana Siwerekê xwe ragihandibû.

Çalakiya li ser Mehmet Celal Bucak û ragihandina partiya me, 30’ê Tîrmeha 1979’an çêbû. Ji hêlekê ve Sêwereg û PKK bûne yek. Sêwereg , piştî berxwedana Hîlwanê, dema ku berxwedana Hîlwanê ber bi serketinê ve diçû, digotin, Hîlwanî wê partiyê ava bikin. Wê serhildaneke nû bidin destpêkirin. Lê serhildan li Sêweregê dest pê kiribûn. Belê bi berxwedana Hîlwanê serketineke mezin hatibû bidestxistin. PKK hate damezirandin lê ev damezirandina mezin a dîrokî xwe bi Berxwedana Sêweregê li hemû cîhanê da naskirin û ragihand.

‘HEVRÊ ÇETÎN BÛ YEK JI MIROVÊN HERÎ WÊREG Û LEHENG Ê DÎROKÊ’

Kalkan diyar kir, Sêwereg yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku welatparêzî lê xurt e û got, “Li Sêweregê mirovên wiha hebûn ku bi ser rastiya Kurdan de bûn, bi nirxên xwe ve bûn, hejar û xebatkar bûn. Helbet ji aliyekî ve jî hêzên serwer hebûn. Qadeke wiha bû ya ku çîna jor a arîstokratiya Kurd lê bû… Mirovên Sêweregê yên hejar, kedar û xebatkar, bûye yek ji wan herêman ku welatparêziya Kurd, berxwedaniya wê, lehengiya wê li Kurdistanê herî pir temsîl dikir.

Ji bo partîbûyana Kurd jî wiha bû, mîna li Bakurê Kurdistanê gava pêşî ya partîbûnê li Sêweregê hate avêtin. Damezirînerê ya Bakurê Kurdistanê jî, serokê wê yê damezirîner jî, ji Sêweregê bû. Hevrê Çetîn li qadeke wiha jidayik bû, wiha mezin bû û taybetmendiyên vê civakê pê re xuya dikirin.

Bi rastî jî kedkarî, xebakarî, lehengî, wêrekî, rastî û dirûstiya Kur a li Sêweregê berbiçav bûyî bi kesayatiya xwe berbiçav kiriye. Û piştî ku hate asta biryardaryinê û hêza xwe nas kir, dît ku bi hewldanên takekesî wê tiştek neguhere.

Hevrê Çetîn dît ku tenê bi tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê dikare xwe bigihîne jiyana demokratîk azad û jiyana însanî. Bi çarçoweya hişmendiyeke wiha dev ji mal û zarokên xwe berdide, biryar dide ku tevlî nav refên gerîla bibe. Bê dudiliyekê biryarê dide. Piştî ku tevlî nav gerîla dibe jî, taybetmendiyên karakterî yên ku li Sêweregê bi dest xistin, bi hişmendiya azadiyê ya Apogerî û bi hişmendiya partiyê, bi pîvanên Gerîlatiyêre dike yek û xwe dike yek ji mirovê herî wêrek, herî leheng ê dîrokê.”

‘LI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ TIMÎ LI PÊŞ BÛ

Kalkan anî ziman, Fermandarê Eyaleta Dersimê Mûsa Çetîner di nava refên têkoşînê de tim li pêş bû û wiha dewam kir: “Tim bi ser peywirên giran de diçû. Her demê li dijî dijmin, li bara dijwariyan li bara peywirên xwe xebatkar û wêrek bû. Ji bo vê di nav têkoşîna gerîla de ku di şertên dijwar de bi ser dikevin, xwe pêş xist, di nav gerîlayên azadiya Kurdsitanê de nefer û şervanê herî bijaret bû. Bi hemû astan peywirdar bûye û fermandarî kiriye.

Ji Zagrosan ta bi Serhedê ji Behdînan ta bi Dersimê, ji Bakurê Kurdistanê heta bi Başûrê Kurdistanê hema hema li hemû qadan li parçeyên çiyayên asê gerîlatî kiriye. Fermandariya Eyaletê kiriye. Demeke dirêj li Serhedê têkoşîneke giran daye. Li Zagrosan jî wiha. Herî dawî jî perwerdehiya partiyê dîtiye, li ser xeta Rêbertî û partiyê bi rexne û rexnedayinê xwe nû kiriye û bi hêzbûnê li Dersimê fermandariya qadê kiriye.

Şervaniya Dersimê ya ku bi sedan, bi hezaran şehîd dayî, di şexsê xwe de kire yek û ji 2 salan zêdetir li Dersimê bi asta herî bilind peywira fermandariyê kir. Li dijî êrîşên îmha û êrîşê yê pergala TC’ê ya faşîst û qirker pêşengî li gerîlayên Dersimê kir, fermandarî kir. Di nava têkoşîneke wiha a dîrokî de, havîna 2018’an ku têkoşîn wiha dijwar bû, bi êrîşeke dijmin şehîd bû. Jiyana wî ya ji 25 salan zêdetir, li qadên ku me diyar kirî, jiyana xwe da gerîlatiyê.”

‘HER TIM PÊ BAWER BÛ KU WÊ XETA AZADIYÊ YA APOYÎ BI SER BIKEVE’

Kalkan wiha dewam kir: “Ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo ku gelê Kurdi bi gelên cîhanê de di nav pergaleke demokratîk de bi biratî bijîn, li ser xeta azadiya jinê, ji bo ku azadiya civakî pêk were têkoşiya. Di nav têkoşîneke wiha de, kesayatiya wî ya ku li Sîwerekê çêbûyî, zîrektiya wî ya karkirinê ya bi hişmendiya evîn û giyanê azadiyê, bi wêrekiya wî, bi fedekariya wî, karekterekî qehreman ê mezin derxiste holê. Xwe perwerde kir, hevrêyên xwe perwerde kir. Li dijî dijminê faşîst û mêtinger ji hêla giyan û hîsan ve şer kir…

Bi rengê welatparêzekî mezin ê Kurd û Kurdistanê bi xeta Apoyî xwe pêça, bi rengên şervantiya azadiyê her demê, di nav şertên herî dijwar de her demê li dijî dijminê faşîst, mêtinger, şer kir û şer jî bi coşî, kelecanî, biryararî û bi wêrekî kir. Ti caran bêhêvî nebû, paş ve ga neavêt, li bara dijmin ti caran qels neket. Her demê bi biryardarî tevgeriya, bi wêrekî tevgeriya, bi hêvî tevgeriya. Her demê bi mezinbûna şerê gerîlatiyê ya li ser xeta azadiyê ya Apoger bawer kir û her emê bawer kir ku ev xet wê bi ser bikeve. Danî ber xwe ku ew jî bibe parçeyek ji gerîlatiya ku wê serfiraziyê bi dest ve bîne û herî dawî, bi şehîdbûnê hate vê qonaxê.

‘LI KURDISTANÊ WÊ HER TIM BÊ BÎRANÎN’

Bû neferekî qedirbilind ê xeta Apoyî, partiya me, gerîlayê me yê azadiyê û navê xwe li dîrokê nivîsî. Bi vê çarçoweyê em dibejin; bîranîna hevrê Çetîn her demê li Kurdistana azad wê bijî, wê di nav têkoşîna me ya azadiyê de bijî. Partiya me, hêzên me yên gerîla, jin û mêr wê ti caran hevrêyê xwe, fermandarê xwe ji bîr nekin û her demê li şopa wî de, ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê, şert her çi dibin bila bibin wê şer bikin.

Bi vê çarçoweyê em hevrê Çetîn Serhat, Endamê Komîteya me ya Navendî careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin, em careke din sond dixwin ku li Kurdistaneke azad wê timî were bîranîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Yekitiya Ciwanên Şoreşger li Balafirgeha Zûrîh’ê Çalakî”

Nivîsa Pêş

Li ku derê dibe bila bibe em ê di nav berxwedanê de bibin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li ku derê dibe bila bibe em ê di nav berxwedanê de bibin

Li ku derê dibe bila bibe em ê di nav berxwedanê de bibin

Guven; ”Pêwîste xetekî hevpar a têkoşînê were diyarkirin û têkoşîna giştî were dayîn”

Guven; ''Pêwîste xetekî hevpar a têkoşînê were diyarkirin û têkoşîna giştî were dayîn''

Manşet

  • Kampên “Komun, Sosyalîzm û Demokrasiyê” Bi Dawî Bû
  • Li Wanê Festîvala “Aştî û Civaka Demokratîk” Hat Lidarxistin
  • Ciwanên Heseke 15’ê Tebaxê Pîrozkirin
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helebê Civîna xwe ya Şeş Mehî Lidarxist
  • Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî ber bi konên sersaxiyê ve çûn
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin
  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

Herî zêde hatine xwendin

  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helebê Civîna xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên “Komun, Sosyalîzm û Demokrasiyê” Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De Îfade Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî ber bi konên sersaxiyê ve çûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêveberên MÎT’ê yên ku PKK’ê ew girtibûn axivînPKK’nin tutukladığı MİT yöneticileri konuştu

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.