NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek deverên Ewropayê, ciwanên Kurd bi rojan e li kolanan in, berxwedana Rojava silav dikin û komkujiyên çeteyên HTŞ’ê yên li ser sivîlan şermezar dikin. Ciwanên Kurd ên beşdarî xwepêşandanan bûn ji ajansa me re axivîn. Ciwanên Kurd ên li bajarên cûda yên Almanyayê dijîn, Bêrîvan, Agir û Şivan, li dijî êrîşên dagirkeriyê li her derê banga berxwedanê kirin.
‘Te Şengal azad kir, tu dê Kurdistanê jî azad bikî’
Bêrîvan Laleş, jineke ciwan a Êzîdî ya li Hamburg, Almanya dijî, berxwedana şervanên YPG û YPJ silav kir. Laleş hest û ramanên xwe yên li ser berxwedana berdewam a li Rojava wiha anî ziman: “Ez jineke ciwan a Êzîdî me. Ez ji Şengal im. Ez spasiya we dikim. Te Şengal azad kir, tu dê Kurdistanê jî azad bikî. Tu dê Rojava jî azad bikî. Em silavê didin YPG. Em bi we re radiwestin. Jin, Jiyan, Azadî.”
‘Rojava Ne Bi Tenê Ye’
Şivan Nasr, niştecihê Hamburgê yê ji Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên li ser Rojava yekîtîyê destnîşan kir û got, “Ez silavan li xwişk û birayên xwe, gelê me yê li Rojava dikim. Ew niha di serdemeke dijwar re derbas dibin. Divê em, wekî Kurd û gelê Kurdistanê, piştgiriyê bidin wan. Rojava ne bi tenê ye. Serkeftin ji gelê Kurd re. Bijî Kurdistan!”
‘Em ê Biçin Rojava’
Agir Amediyê ji paytext Berlînê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî destkeftiyên li Rojava têne meşandin û tekez kir ku pêwîst e ciwan her tim li kolanan bin. Amediyê axaftina xwe bi van gotinan domand: “Şerekî taybet û psîkolojîk li dijî Rojava tê meşandin. Ez bang li gelê Kurd dikim. Nerazî bin, bêkar nemînin, her roj li ser piyan bin. Derkevin kolanan. Em şev û roj li dû tiştên ku diqewimin in. Tiştê ku niha diqewime hovîtiya DAIŞê ye. Jinan dikujin, tecawizî wan dikin. Zarokan dikujin. Serê mirovan jê dikin. Gelek tiştên hovane dikin. Hemû Kurdistan li ser piyan e. Ewropa, Amerîka û hemû cîhan li ser piyan e. Em tiştên ku diqewimin qebûl nakin. Ger pêwîst be, em ê biçin Rojava. Ji vir, ez bang li hemû jinên ciwan, ciwanên Kurd û enternasyonalîst dikim ku rabin ser piyan.”



