KOLN – Ciwanên Kurd li bajarê Koln ê Almanya rê li ber girtin. Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk, DAIŞ û HTŞ’ê yên li ser Rojava, ciwanan agir pêxistin û rêya Kolnê girtin.
Ciwanên ku rê girtin, li dijî piştgiriya siyasî û darayî ya dewleta Alman ji bo HTŞ nerazîbûn nîşan dan.
‘Ji niha û pê ve tiştek ji me re tune ku em winda bikin’
Der barê kiryarên xwe de, ciwanan gotin:
“Divê ciwanên Kurdistanê bizanin ku ji niha û pê ve tiştek ji me re nemaye ku em winda bikin. Dema ku hevalên me têne kuştin, derketina kolanan têrê nake. Şer tenê li qada şer dikare were bersivandin. Em diyar dikin ku em ê bersiva herî dijwar bidin van êrîşên dagirkeriyê. Her sûcê şer ê ku tê kirin dê bê ceza nemîne. Em bêdengiya NATOyê li hember sûcên şer ên eşkere şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku li her derê li kolanan bin.”



