KOLN – Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava di bin pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û Meclîsa Gel a Kolnê de hatin protestokirin.
Bi sedan Kurd li dijî êrîşên çeteyên HTS û DAIŞê yên li ser Rojava li hev civiyan.
Girseya ku li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Kolnê kom bû, bi qîrîna dirûşmeyên wekî “Terorîst Erdogan – Colanî” ber bi Meydana Neumarktê ve meşiya.
Di meşê de, belavok hatin belavkirin ku Colanî wekî terorîstekî bi kravata nîşan didan, û peyama “welatê we piştgiriya darayî û siyasî dide terorîstan” ji gelê Alman re digihandin.
Di xwepêşandanê de pankartek ji bo bîranîna şehîdên ku ji bo parastina Rojava canê xwe feda kirine, ligel alên YPG-YPJ, TEV-DEM û Ala Rengîn hatin bilindkirin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” pir caran hatin berzkirin.
Gelê ku li Meydana Neumarkt kom bûn, çalakiya bêîtaetiya sivîl pêk anîn û li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Kolnê bi qîrîna dirûşmeyan çalakiya xwe berdewam kirin.



