Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

1’ê Sibatê Weke ‘Roja Rojava Ya Cîhanî’ Hate Ragihandin

Edîtor: Nucan Serdoz
25/01/2026 - 23:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
1’ê Sibatê Weke ‘Roja Rojava Ya Cîhanî’ Hate Ragihandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerên partî û saziyên Kurd, bi rojeva Rojava li paytext Brukselê hatin bal hev. Di civînê de biryara lezkirina xebatên dîplomatîk di qada navneteweyî de hate dayîn û 1’ê Sibata 2026’an wek roja piştgiriya bi Rojava re ya cîhanî hate ragihandin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 30 nûnerên partî û saziyan, bi rojeva Rojava li Brukselê civiyan. Civîn li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk hat.

Di civînê de biryara lidarxistina konferansek navneteweyî li Ewropayê hat dayîn. Hat xwestin ku 1’ê Sibata 2026’an bibe roja piştgiriya bi Rojava re û li seranserê cîhanê meşên girseyî werin lidarxistin. Her wiha hat biryarkirin ku di bin banê KNK’ê de û bi beşdariya hemû nûnerên partiyan, komîteyeke dîplomasiyê were avakirin.

RUHEKÎ MEZIN Ê YEKBÛNÊ DERKET HOLÊ

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus di axaftina vekirinê de bal kişand ser ku wek gel ew di pêvajoyeke krîtîk de ne û wiha got: “Niha li ser destkeftiyên Kurdan planên mezin ên navneteweyî hene. Ev plan tenê bi Rojava re sînordar nîn in; planek e ku hemû Kurdistanê digire nav xwe. Li Rojhilata Navîn demaveke nû dest pê kiriye. Pêşbîniyên ku berê hatibûn kirin serûbin bûn. Ezberên kevin xera bûn. Pêwîst e em jî vê yekê bibînin.”

Karamus bal kişand ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan jî û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk bi piştevaniya dewletên navneteweyî û bi taybetî bi hêzên Şamê re, ji bo ji navbirina destkeftiyên Kurdan di nav hewildanekê de ye. Armanca dijminên me ew e ku li her çar parçeyan destkeftiyên Kurdan tune bikin û ji holê rakin. Ji bo vê xetereyeke mezin heye. Lewma divê em wek hemû partiyên Kurd îdeolojî û nêrînên partîvaniyê bidin aliyekî û bi perspektîfeke nû ya ku berjewendiyên gelê me esas digire nêzî mijarê bibin. Divê hemû xebat û hewildana me parastina nirx û destkeftiyên gelê me be.”

Karamus anî ziman ku li dijî êrişên pêk tên di nav gelê Kurd de ruhekî mezin ê yekbûnê derketiye holê û got: “Wek gel em bi hêvî ne. Ji ber ku gelê Kurd di nav yekîtiya ruh de ye û li dijî êrîşan bertekên cidî nîşan dide. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em bersivê bidin daxwazên gel, yekîtiya xwe ava bikin û li dijî vê yekê rawestin.”

DIVÊ EM LI DIJÎ ÊRIŞAN BIBIN YEK

Li ser navê Tevgera GORAN jî Mîran Salih axivî. Salih diyar kir ku ewlehiya Rojava û pergala wê, ewlehiya hemû Sûriyeyê ye û wiha got: “Êriş, êrişeke li ser herêmê ye. Li dijî mafên gelê me ye. Divê bi tundî li dijî vê were rawestin. Li Ewropayê bertekeke cidî ya gel heye, hinekî jî xebatên dîplomatîk hene. Lê ev têrê nake. Bi taybetî divê em raya giştî û medyaya Ewropayê di vê mijarê de hestiyar bikin.”

Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê Hikmet Serbilind jî diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrîşên li ser Rojava ye û got: “Rejîmên Rojhilata Navîn dixwazin Kurdan bifetisînin. Welatên Misilman di vê mijarê de bêdeng in, mîna ku tiştên diqewimin dipejirînin. Pêwîst e em van bibînin. Wek gel, divê em li dijî çete û rejîmên dîktator parastina xwe ya rewa bikin.”

Nûnerê Rêxistina Rojava Xwebûn Evdilbaqî Yusif jî diyar kir ku îro roja yekîtiya li dijî êrîşan e û got: “Divê em hemû bi hev re wek yek deng li ber xwe bidin.”

Li ser navê Tevgera Azadî-Rojava Şêx Ehmed axivî û anî ziman ku wek gel yekîtî hatiye avakirin lê di navbera partiyan de belavbûnek heye; wî daxwaz kir ku rêveberiya Rojava tiştên diqewimin bi partiyan re parve bike. Li ser navê Komala Hizba Komûnîst Ehmet Salihî banga hestiyariyê kir, li ser navê Partiya Çep Mehmud Rojava jî destnîşan kir ku ji bo Kurdan roja yekîtiyê ye. Nûnerê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Bavê Narîn jî tekez kir ku divê hemû partî li her derê cîhanê ji bo Rojava bixebitin.

DIVÊ GIRANİYÊ  BIDIN DÎPLOMASIYÊ

Dîplomatê berê Wurya Qeredaxî jî di civînê de bal kişand ser xebatên dîplomatîk ên Kurdan di qada navneteweyî de û ev hişyarî da: “Gelê me li çar parçeyan û li gelek navendên cîhanê li ser piyan e û çalakiyan dike. Ji bo Rojava dengekî bilind derdixe. Di nav Kurdan de hestiyariya yekîtiyê ava bûye. Ev tiştên erênî û xweşik in lê kêm in. Xebatên me yên dîplomatîk li nezdî dewletan û bi taybetî li NY’yê kêm in. Ji bo em van kêmasiyan ji holê rakin divê em xebatên dîplomatîk bilez bikin. Ji bo vê divê em hemû derfetên xwe seferber bikin.’’ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DI NAV HEDEFÊ DE YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar jî bal kişand ser parastina Rojava û wiha got: “Heke em îro Rojava neparêzin, wê sibê an roja din dor bê ser Başûrê Kurdistanê. Pêwîst e em vê bibînin.’’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di axaftina xwe de diyar kir ku li ser Rojava planeke navneteweyî heye û wiha berdewam kir: “Armanc û plan ew e ku di navbera gel û baweriyên herêmê de şerekî bidin destpêkirin. Dixwazin herêmê bikin dojehê. Li vir Kurd dê zirarek mezin bibînin. Lewma divê em bibin yek deng. Gelê me vê diqîre, divê em jî bibin dengê wan. Şoreşa Rojava li cîhanê dengekî mezin veda û sempatiyek mezin ava kir. Tenê armanca me ew e ku em vê hîn zêdetir belav bikin.

Li dijî Kurdan biryara Enfalê hatiye girtin. Piştî Iraqê, dixwazin ya duyemîn li Sûriyeyê pêk bînin. Ev biryar ne li Şamê, li Parîsê hatiye girtin. Werin em binêrin ka em ê çawa vê bi ser bixin.”

WEK PARTIYA PDK-Î EM LI GEL ROJAVA NE

Li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) Baha Îbrahîmî axivî û ragihand ku wek partî ew li gel gelê Rojava ne: “Wek partî em li gel gelê xwe yê Rojava ne. Em ne tenê piştgir in, di her warî de alî ne. Çi erk bikeve ser milê partiya me, em amade ne. Îro Rojava ye, sibê Rojhilat e. Ji bo me ferq nake. Divê em li dijî van êrîşan bibin yek deng.”

Li ser navê PYD’ê Mizgîn Ehmed jî anî ziman ku parastina Rojava parastina Kurdistanê ye û got: “Li kolanan, di dîplomasiyê de, li kuderê be bila bibe, divê em bi yek dengî û bi hestiyarî destkeftiyên Kurdan biparêzin. Heke em bibin yek, tenê wê çaxê şansê me yê serkeftinê heye.” Mizgîn Ehmed bang li her kesî kir ku li dora Rojava bibin yek.

Li ser navê YNK’ê jî Şêx Şemal bertekeke tund nîşanî êrîşên li ser Rojava da û got: “Hikûmeta demkî ya Şamê li ser gelê me terorê dimeşîne. Dixwazin destkeftiyên ku gelê me bi dest xistine ji holê rakin. Divê em li dijî vê derkevin. Îro li Başûrê Kurdistanê, Ewropa û Bakurê Kurdistanê gelê me li ser piyan e. Divê em jî bibin bersiva gelê xwe.”

Hate ragihandin ku biryarên bi yekdengî hatine girtin û deklerasyona encamê dê pişt re were weşandin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Êrişî Çalakiya Rojavayê Hat Kirin: Ciwanekî Ji Kobanê Hat Qetilkirin

Nivîsa Pêş

Polîsan Êrîşî Ciwanên Ku Li Mersînê Ji Bo Rojava Daketin Kolanan Kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Polîsan Êrîşî Ciwanên Ku Li Mersînê Ji Bo Rojava Daketin Kolanan Kirin

Polîsan Êrîşî Ciwanên Ku Li Mersînê Ji Bo Rojava Daketin Kolanan Kirin

Li Mêrdînê, Gel Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Ji Bo Rojava Daket Kolanan

Li Mêrdînê, Gel Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Ji Bo Rojava Daket Kolanan

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.