Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Rojava Got: Tu Sînor Nikarin Me Bidin Sekinandin

Edîtor: Nucan Serdoz
25/01/2026 - 14:25
di nav Bakur, Çalakî, Ciwan, Enternasyonal, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Rojava Got: Tu Sînor Nikarin Me Bidin Sekinandin
ParvekeTweet
AMED – Ciwanên enternasyonalîst, ji bo Rojava banga piştevaniyê kirin û gotin: “Tu sînor nikare me bide rawestandin. Bijî berxwedana Rojava. Bijî piştevaniya enternasyonal.”
Ciwanên enternasyonalîst li dijî êrişên ser Rojava, li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî dan. Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û ciwanên enternasyonalîst beşdarî daxuyaniyê bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Ciwan nobedarên Şoreşa Rojava ne” û “Youth unite for Rojava (Ciwan ji bo Rojava dibin yek)” hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berfîn Erdemîr ve û ya bi Ingilîzî jî ji hêla Lea Hobbiebrunken ve hate xwendin.
Metna daxuyaniyê wiha ye:
“Wek ciwanên enternasyonalîst ên ji rêxistinên ciwanan ên cuda yên li Almanyayê, em wek şandeyek hatine Amed’ê da ku hevgirtina xwe bi berxwedana li Rojava re diyar bikin. Em li bakurê Kurdistanê ne da ku beşdarî xwepêşandanên ciwanan bibin. Di 6’ê Çileyê de, HTŞ’ê êrişekî nû ya mezin li dijî herêmên Rêveberiya Xweser yên li Helebê da destpêkirin. Ev yek destpêka êrişekî berfireh a bi plansaziya navneteweyî li dijî Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji wê demê ve, milîsên cîhadîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne fînansekirin, êrişî gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê ji zindanan berdan. Niha, milîsên cîhadîst û artêşa Tirkiyeyê Kobanê dorpêç kirine û ber bi bajarê Cizirê ve pêşve diçin. Rewşa mirovî li van herêman her ku diçe girantir dibe. Li Kobanê av, ceyran û xwarin ji mirovan qut bûye. Şeva borî herî kêm pênc zarokan ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dan. Tişta ku em li vir dibînin ne tenê kampanyayeke wêrankirinê ya çeteyên cîhadîst an dewleta Tirkiyeyê ye, lê belê hewldaneke navneteweyî ye ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk û destkeftiyên wê hilweşîne. Bi dehsalan e, serdesten herêma Rojhilata Navîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê ji bo bandor û serdestiya îdeolojîk li herêmê şer dikin.
HEMÛ WELATÊN ROJAVAYÎ JI ÊRIŞA SER ROJAVA BERPIRSYAR IN
Bi dehan sal in welatên rojavayî û bi taybet jî Amerîka hewl didin hêz û bandora xwe li herêmê zêde bikin. Ew amade ne ku ji bo rêyên bazirganiyê yên xurttir, çavkaniyan, an jî dersînorkirinên hêsankirî li ser cenazeyan bimeşin. Hemû hikûmetên rojavayî ji komkujiyên niha li herêma Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin berpirsyar in. Almanya jî di nav de ye. Ji ber vê yekê em li vir in. Têkoşîna navneteweyî, bingeha têkoşîna ji bo jiyaneke azad a li çar aliyê cîhanê ye û ne tenê gotineke e lê di heman demê de pratîkek e ku divê em berpirsiyariya wê bigirin ser xwe. Wekî ciwanên ji Almanyayê, em wê wekî berpirsiyariya xwe dibînin ku em xwerêxistinkirina demokratîk biparêzin. Rojava şoreşa serdema me ye ku li dijî pergala îstismarkar û nemirovane ya kapîtalîzmê vebijêrkekê pêşkêş dike. Tiştê ku divê em niha li Rojava biparêzin ne tenê herêm e. Ew bêtir li ser parastina ramana sosyalîzmê û bi taybetî paradîgmaya Rêber Apo (birêz Ocalan) e ku em wekî mînakek ji bo rizgariya gelan dibînin.
TU SÎNOR NIKARIN ME BIDIN SEKINANDIN
Em wekî şande, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Mafê wî yê beşdarbûna vê pêvajoyê, ji bo serkeftina ve pevajoye pêwîst e. Û berxwedanek derdikeve holê. Gelê Rojava ji bo parastina ax û şoreşa xwe xwe birêxistin dike  û em li kêleka wan disekinin. Wekî ciwanên demokratîk, ev careke din nîşanî me dide ku tenê enternasyonalîzma ji jêr ve, hevgirtina me bi hev re, dikare li dijî şeran derkeve û aştiyê pêk bîne. Em ê vê peyamê ji Ewropayê bigihînin Rojava. Tu sînor nikarin me bidin sekinandin. Bijî berxwedana Rojava! Bijî hevgirtina navneteweyî! Serkeftin an Serkeftin!”
Daxuyanî, bi dirûşma “Biji berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiyên Ji Bo Rojava Li Mersin Akdenîzê Heta Derengiya Şevê Berdewam Kirin

Nivîsa Pêş

Bi Hezaran Ciwan Li Silêmaniyê Ji Bo Rojava Daketin Kolanan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi Hezaran Ciwan Li Silêmaniyê Ji Bo Rojava Daketin Kolanan

Bi Hezaran Ciwan Li Silêmaniyê Ji Bo Rojava Daketin Kolanan

Hêzên hikumeta veguhêz êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Tevî Agirbestê Jî, Çete Êrîşî Gundên Kobanî Dikin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.