AMED – Ciwanên Kurd ên Welatparêz li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê çalakiyên xwe didomînin.
Ciwanên ji deverên cuda yên Amed li hev civiyan û bi fîşekên hewayî êrîşî xanîyên dadwer û dozgeran li herêma 500 Evler kirin.
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla ciwanan ve hat weşandin, hat tekez kirin ku êrîşên li dijî Rojava nayên qebûlkirin, û ji civaka navneteweyî hat xwestin ku bêdeng nemînin.



