SILÊMANÎ- Li Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrişên komên çete yên hikûmeta Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek girseyî bi pêşengtiya ciwanan destpê kir.
Meşê ji cadeya Saholeke destpê kir û wê heta ber Baxê Giştî berdewam kir.
Di meşê de bê navber dirûşmên “Rojava Rojhilate, Kurdistan yek welate” tên berzkirin.



