KOBANÊ – Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriya berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşekî girseyî bi tevlîbûna hezarên gelê Kobanê hat lidarxistin. Endamên Komîteya Parastin a Ciwanên Şoreşger bi rext û çekên xwe pêşengtiya meşê kirin. Di dawiyê de bi daxuyaniyekî beşdarbûna xwe ya ji bo serferberiya ji bo Helebê de dan nîşandan.
Meş li ber çarxereya Şehîd Egîd destpêkir û heya Qada Jina Azad berdewam kir. Gel bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd”, “Bijî Berxwedana Eşrefiyê” û “Berxwedan Jiyan e” sekna xwe li dijî teslîmbûnê raber kir.
Di dawiyê meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Firiyal Mihemed daxuyaniyekî xwend. Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin û komkûjiyên çeteyên hikûmeta Şamê dijî gelê taxan şermezar kirin. Her wiha, çalakiyên fedayî yên 5 endamên hêzên ewlekariyê hindûrîn silav kirin û diyar kirin ku ewê jî bi xeta fedayî tevlî berxwedanê bibin û wê kom bi kom berê xwe bidin Helebê.



