Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

KCK: Li Helebê Bi Awayekî Eşkere Sûcên Şer Tên Kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
10/01/2026 - 13:57
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Ji Bo Bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê Divê Hêzên Siyasî Hemû Hewl Bidin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Rejîma Sûriyeyê tevî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û tevlîbûna dewleta Tirk a çalak li ber çavê tevahiya cîhanê li dijî Kurdên li Helebê êrîşên qirkirinê tê pêkanîn. Sivîl, extiyar, jin û zarok tên qetilkirin. Armanca van êrîşan koçberkirina Kurdan û guhertina demografiyayê ye. Komên çete ên ku bi taybetî ji hêla rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ve tên koordînekirin nexweşxane jî di nav de warên sivîlan hedef digirin û bi çekên qedexe bombe dikin û sûcên şer pêk tînin.

Rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ji êrîşên xwe yên hevpar ên hovane re weke hincet gotina xwe ya ‘’hêzên girêdayî PKK’ê li Helebê ne û li wir şer dikin’’ nîşan didin û bi rêya vê derewa xwe propogandayê dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev yek derewek mezin e û hewl tê dayîn bi propagandayek dervî rastiyê raya giştî bixapînin. Hewl didin ji bo êrîşên xwe yên qirkirinê hincetan çêbikin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi propagandayên derewîn hem zemîna şer amade kirine û hem jî rasterast birêve birine. Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek caran dibêjin ku teqez hêzên girêdayî PKK’ê li Helebê nînin jî, Hakan Fîdan û rejîma Şamê di propagandeyên derewîn de israr dikin. Israra Hakan Fîdan û Yaşar Guler planeke sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo avakirina xwişk-biratiya Kurd-Tirk û bidestxistina çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re hatiye destpêkirin e. Dewleta Tirk weke aliyê koordînasyona şer, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan li Helebê didomîne.

Li Helebê êrîşa rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a li gel planên nû yên hevpar a li ser Kurdên ku DAÎŞ têk birine, êrîşeke duyemîn a DAÎŞ’ê ye. Wê demê jî DAÎŞ’ê xwestibû li Helebê Kurdan qetil bike û koçber bike û a niha jî li gel hincetên cuda êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman armancê tên kirin. Ji ber wê yekê divê ev êrîş weke êrîşên cîhadîst ên dewama DAÎŞ’ê û biryara Meclîsa Gel a Helebê jî weke îradeya berxwedana li dijî DAÎŞ’ê were dîtin. Gelê Kurd, li hemberî DAÎŞ û her cure komên çeteyan ên cîhadîst ev 15 sal in bedêlên mezin dane û li ber xwe daye. Ev berxwedana gelê Kurd, ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e. Divê civaka navneteweyî vê yekê bi vî rengî bizanibe, fêm bike û girêdayî vê yekê piştevaniya gelê Helebê bike û pûçkirina plana qirêj a li ser Helebê û kirina tiştên hewce erkekî exlaqî û wijdanî ye.

Piştevanî û alîkariya hemû gelê Kurd ê li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal û Ewropayê hêjayî pîrozkirinê ne. Em weke Tevgera Azadiyê berxwedana gelê me ya lehengî ya li dijî êrîşên komkujî û koçberkirina bi darê zorê yên li Helebê silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû Kurdistan wê bibe yek, her cure piştgiriyê bide û ji bo serkeftina berxwedana birûmet a li Helebê wê têkoşînê mezin bike.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye. Li Sûriyeyê hewcehiya gelan ne bi şerî û dijminahî heye hewcehiya gelan bi aşitî, xwişk-biratî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nû heye. Rollîstina hemû hêz û derdorên siyasî ya di vê çarçoveyê de wê xizmeta aşitiya herêmê bike.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Taxa Şêxmeqsûdê bi Dijwarî tê Topbarankirin li Ser Taxê Tevgera Balafirên Keşfê

Nivîsa Pêş

Li Silêmaniyê Ji Bo Berxwedana Helebê Meş

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Silêmaniyê Ji Bo Berxwedana Helebê Meş

Li Silêmaniyê Ji Bo Berxwedana Helebê Meş

Gel Dêr Hafir Derbaskir Diçin Ber Bi Şex Meqsûd

Gel Dêr Hafir Derbaskir Diçin Ber Bi Şex Meqsûd

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.