QAMİŞLO – Îro, li Qamîşloyê, li çerxerêya Seba Behratê, bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, meşek girseyî ji bo nîşandana piştgiriya Şêx Meqsûd û gelê Eşrefiyê hate lidarxistin.
Ji bilî xwendekaran, gelek welatî jî beşdarî meşê bûn. Beşdaran hevgirtina xwe ya bi Şêx Meqsûd û gelê Eşrefiyê re tekez kirin û diyar kirin ku ew ê tu carî wan bi tenê nehêlin.
Meşa bi dirûşmeyan, bi dirûşmeyên “Bijî Şêx Meqsûd û gelê Eşrefiyê!” bi dawî bû.



