HELEB – Îro, Êrîşên çeteyan ên li ser sivîlên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê di roja sêyemîn de bênavber berdewam dikin. Gel li hember van êrîşên nemirovane yên li dijî jin, zarok û extiyaran ne bi tenê ye.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ber bi eniyên ku êrîş herî dijwar bûn ve bazda û di parastina xwe de li kêleka gel cihê xwe girt. Ciwanan careke din nîşan dan ku tu hêz nikare Şêx Meqsûd û Eşrefiye bigire.
Ciwanên şoreşger ên li beramberî barîkat û xetên parastinê li ber xwe dan, bi dirûşmeyên “Bijî Ciwanên Şoreşger!” êrîşên çeteyan paşve xistin. Ev berxwedan, mil bi mil bi gel re, bû daxuyaniyek zelal ku rûmet û îrade li Helebê teslîm nabe.



