Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

KCK’ê Şehîdên Parîsê Bi Bîr Anî

Edîtor: Nucan Serdoz
07/01/2026 - 11:03
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK’ê Şehîdên Parîsê Bi Bîr Anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand û got, “Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi sûîqestê hatin qetilkirin. Em vê komkujiya nemerdane careke din bi tundî şermezar dikin û hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Bi heman rengî di 23’ê Kanûna 2023’an de li Parîsê hevalên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil, di 3’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê hevalên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar şehîd hatin xistin, em wan hevalan hemûyan bi bîr tînin. Di şexsê van şehîdên hêja de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

‘ÎSTÎXBARATA TIRK BI XWE PLAN KIR Û PÊK ANÎ’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên mêtinger qirker ve hate plankirin û pêkanîn ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dema pêkhatina êrişê vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Di sala 2013’an de heman piştî destpêkirina diyaloga bi Rêber Apo re ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêkhatina êrişeke bi vî rengî li Parîsê bû êrişeke sabotajê ya li hemberî pêvajoyê. Qetilkirina hevrê Sara di heman demê de êrişeke tolhildanê li hemberî avabûna PKK’ê û xeta azadiya jinê bû. Rêber Apo qetilkirina hevrê Sara weke terteleya Dersimê ya Duyemîn dît û diyar kir ku têkoşîna hevala Sara wê di têkoşîna azadiyê ya gel û jinên Kurd de dewam bike.

Komkujiya li Parîsê yekser ji aliyê rêxistina îstîxbarata dewletê ve hate plankirin û pêkanîn. Bû bicihanîna stratejiya tasfiyekirinê ku hewl dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her devera nefesê digire, bifetisîne. Komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve bi bikaranîna derfet û têkiliyên li Ewropayê hate pêkanîn.

FRANSAYÊ JINEDÎTÎ VE HAT

Dema ku mirov bala xwe bidin ser helwesta Fransayê ya piştî komkujiyê, wê bê fêhmkirin ku dewleta Fransayê ev komkujî jinedîtî ve hatiye. Ji ber vê yekê Fransa destnîşan nake ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Komkujiya Parîsê di heman demê de êrişeke mezin a li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinê bûn. Hevala Sara hem ji ber rola xwe ya pêşengiyê ya damezrandina partiya me hem jî têkoşîna azadiyê ya jinê, bû hedefa mêtingeriya qirker. Eşkere ye ku êrişek li ser wê rastiyê ye ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd mezin dike û vê têkoşînê qewîn dike. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinê her ku bi pêş ket êriş jî her roj zêde bûn, têkoşîna azadiyê ya jinê bû hedefa sereke ya şerê taybet.

LI GEL KU 13 SAL DI SER RE DERBAS BÛNE HÎN GAVEK NEHATIYE AVÊTIN

Li gel ku 13 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûne dewleta Fransayê ji bo ronîkirina hemû aliyên komkujiyê gavek neavêtiye. Fransa ku ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve xwe weke welatekî mînak nîşan dide, di komkujiya Parîsê de ev nirxên xwe danî aliyekî. Di darizandinên Dreyfusê de hate destnîşankirin ku eşkerekirina rastiyê di hiqûqa Fransayê de veguheriye çandekê, lê belê ev tespît di komkujiya Parîsê de bêwate bû. Bi kurtasî Fransayê hiqûqa xwe jî hiqûqa gerdûnî jî binpê kir, ew kir qurbanê berjewendiyên siyasî. Ji ber têkiliyiên siyasî û aborî yên bi Tirkiyeyê re bi rengekî eşkere nekarî bibêje ku komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev helwesta Fransayê di nava gelê Kurd de bûye cihê bêbaweriyê.

Gelê Kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê li gel hêzên demokrasiyê yên Fransayê, 13 sal in têdikoşe. Ev têkoşîn zû yan jî dereng wê encamê bi xwe re bîne û vê komkujiyê bi her awayî ronî bike. Îsal jî gelê me li gel dostên xwe di salvegera komkujiyan de ji bo nîşandana nerazîbûna xwe çalakiyan lidar dixe. Em bang li gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî û girseyî beşdarî çalakiyan bibin û têkoşîna ji bo ronîkirina van komkujiyan mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger ên Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana taxên Helebê daketin qadan

Nivîsa Pêş

Li Dijî Êrişa HTŞ’yê Rojava Li Ser Pê Ye: Gel Derket Qadan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Dijî Êrişa HTŞ’yê Rojava Li Ser Pê Ye: Gel Derket Qadan

Li Dijî Êrişa HTŞ’yê Rojava Li Ser Pê Ye: Gel Derket Qadan

Dosya Taybet- Bi Rêberiya Stêrka Rê Da Jinêk Ciwan

Dosya Taybet- Bi Rêberiya Stêrka Rê Da Jinêk Ciwan

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.