REQQA – İro li Reqqayê, Meclisa Werzîşê, ku bi Desteya Ciwan û Werzîşê ve girêdayî ye, bi hevkariya Mektebeya Werzîşa Dibistanê ya Desteya Perwerdeyê ya li Kantona Reqayê, li Stadyuma Şaredariya Reqayê çalakiyek ji bo xelatkirina tîmên beşdarbûyî di Dewriya Dibistanan de li dar xist.
Hevserokên Desteya Ciwanan û Werzîşê û Desteya Perwerdeyê, û her weha serketîyên turnuvayê beşdarî çalakiyê bûn.
Ji bilî endamên perwerdeyê û werzîşê, hejmarek rêveber û çavdêrên Dewrî jî amade bûn. Hemû tîmên dibistanê ên beşdar ji bo naskirina hewildan û pabendbûna wan di seranserê dewrî de û ji bo teşwîqkirina werzîşên dibistanê, ji ber rola wan a çalak di pêşxistina jêhatîyên laşî û civakî yên xwendekaran de, hatin xelatkirin.
Nêzîkî 150 xwendekarên ji dibistanên cuda, wekî beşek ji înîsiyatîfek ji bo pêşvebirina werzîşên cûrbecûr û kifşkirina jêhatîyên ciwan, beşdarî werzîşên cûrbecûr bûn wek futbol, bazdan, bisiklêtsiwarî, hilgirtina giraniyê, satranc û basketbol.
Çalekî bi coşek mezin dawî bu.



